Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armanca wan teqez bi ser bixînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 33 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Em hevrêyên xwe Elîşêr Xoy, Bawer Hebeş, Rojhat Hesen, Hesen Kotol, Berfîn Rojhilat, Têkoşer Mordem, Baz Feraşîn, Çiyager Hêvî, Cesur Rojhilat, Rojînda Şahîn, Mazlum Gabar bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku dema li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şehîd bûn di dem û cihên cuda de şehîd bûn.

Di vê demê de ku salvegera damezrandina PKK’ê ye ku navê têkoşîna azadiyê ya gelê me ye, em hîn bi şênberî dibînin ku rastiya şehadetê garantiya siberojên azad a gelê me ye. Gelê me ku bi ked û hewldanên bêhempa yên gelê me gihîştiye ber berbanga azadiyê, ji heft heta heftê salî li gel zext û polîtîkayên tepisandinê şehîdên xwe bi bîr tîne, hembêz dike û li ser xeta wan a têkoşînê bêteredut dimeşe. Bi taybetî pêvajoya şoreşa azadiyê ya bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, rastiya herî şênber a şehîdên me yên leheng e. Hevrêyên me Elîşêr Xoy, Bawer Hebeş, Rojhat Hesen, Hesen Kotol, Berfîn Rojhilat, Têkoşer Mordem, Baz Feraşîn, Çiyager Hêvî, Cesur Rojhilat, Rojînda Şahîn, Mazlum Gabar ku her tim xwedî helwesteke neteweyî bûn, bi têkoşîna xwe ya li qadên cuda yên Kurdistanê bûn nîşaneya yekîtiya neteweyî ya gelê me. Şehîdên me yên leheng ku paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo ji xwe re kirin şiyar, bûn mînakên herî şênber ên wê rastiyê ku azadî û wekheviya rasteqîn li Kurdistanê tenê bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dibe. Ji bo vê jî bi kêliyekê jî dudil nebûn û ber bi şehadetê ve meşiyan. Ev meşa wan a be bi şehadetê bû nîşaneya herî berçav a baweriya wan a bi gelê me ku wê li dora şehîdên xwe bibe xelekeke ji agir. Weke tevahiya gelê xwe, weke hevrêyên şehîdan em soz didin ku heta pêkhatina xeyala Kurdistana azad a ku hesreta wan bû, em ê bi gavekê jî ji têkoşînê venegerin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatê hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê esîl û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armanca wan teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Elîşêr Xoy

Nav paşnav: Abdullah Şems

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gulistan-Mistefa

Dem û cihê şehadetê: 2006 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Bawer Hebeş

Nav paşnav: Muhsin Yusufî

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Sara-Mehemed Emîn

Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2014 / Cîlo

 

Nasnav: Rojhat Hesen

Nav paşnav: Reşîd Saboî Dutkanli

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gultaç-Riza

Dem û cihê şehadetê: 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Hesen Kotol

Nav paşnav: Behruz Mihemedzade

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik – Bav: Sînem-Cafer

Dem û cihê şehadetê: 18’ê Gulana 2020 / Metîna

 

Nasnav: Berfîn Rojhilat

Nav paşnav: Esmer Mihemedlo

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Fatma-Bişar

Dem û cihê şehadetê: 12’ê Kanûna 2010 / Garê

 

Nasnav: Têkoşer Mordem

Nav paşnav: Resûl Eyubî

Cihê jidayikbûnê: Kotol

Dayik-Bav: Îsmet-Şewket

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Nîsana 2019 / Rojava

 

Nasnav: Baz Feraşîn

Nav paşnav: Serhed Malazade

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Besra-Şapur

Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adara 2018 / Xakurkê

 

Nasnav: Çiyager  Hêvî

Nav paşnav: Nasir Dudkanlimîlan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Azîze-Eyub

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Nîsana 2024 / Qendîl

 

Nasnav: Cesur Rojhilat

Nav paşnav: Saîd Nucevan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gulistan-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 19’ê Cotmeha 2022 / Xakurkê

 

Nasnav: Rojînda Şahîn

Nav paşnav: Aylîn Nucevan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Gulistan-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2018 / Xakurkê

 

Nasnav: Mazlûm Gabar

Nav paşnav: Elî Yegane

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Ezîze-Hisên

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2021 / Gever

ELÎŞÊR XOY

Hevrêyê me Elîşêr Xoy weke ferdekî ji eşîra Şikakî ku li Kurdistanê di dîroka berxwedanê de xwedî cihekî kûr û qewîn e, li nava malbateke welatparêz li Xoyê ji dayik bû. Hevrêyê me li nava derdoreke welê mezin bû ku bi kevneşopiya berxwedanê, welatparêzî û hezkirina azadiyê ya eşîra Şikakî afirî bû û hîn ji zarokatiyê ve ev nirx pejirand. Dilsozî û têkiliya xurt a malbata wî û derdora wî ya nêz a ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, her wiha tevlîbûna gelek xizm û nasên wî li nava refên gerîla, bû wesîle ku hevrêyê me Eşîşêr hî di zarokatiyê de gerîla nas bike û bi xurtî jê hez bike. Hevrêyê me ku bi guhdarîkirina li sekna bi rûmet, fedakariya gerîla ya ji bo gel mezin bû, hîn wê demê xeyaleke mezin ji xwe re çêkir: Rojekê teqez tevlî nava refên azadiyê bibe û cihê xwe li nava têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe bigire.

Li dibistanên rejîmê tenê pênc salan xwend. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike, hîn di temenê zarokatiyê de li karên cuda xebitî û bû xwedî kesayetiyekî ji kedê afirî. Bi kedkariya xwe, bi sekna xwe ya sade û hişmendiya xwe ya berpirsyariyê li derdora xwe hate hezkirin û bû ciwanekî mînak. Hevrêyê me Elîşêr ked ji xwe re kir yek ji pîvanên bingehîn ên jiyanê, ev taybetmendiya xwe di jiyana xwe ya têkoşînê de jî qet winda nekir. Piştî ku Rêberê me bi Komployeke Navneteweyî dîl hate girtin, vê yekê hevrêyê me jî hejand û bû sedem ku bikeve nava lêpirsîneke kûr. Li hemberî polîtîkayên îmha û tinekirinê ku di şexsê Rêberê me de li ser gelê me hate ferzkirin, berxwedana gelê me yê Rojhilat bandoreke mezin li hevrêyê me Elîşêr kir. Coş û biryardariya ku vê berxwedanê afirand, weke gelek ciwanên welatparêz bang li wî jî kir ku berê xwe bide nava refên têkoşînê. Hevrêyê me bi şênberî têgihîşt ku êdî jiyaneke ji rêzê têra wî nake û divê bikeve bin barê azadiyê yê gelê xwe. Bi vê têgihiştinê sala 2000’î di ser Xoyê re tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Elîşêr hîn di kêliya destpêkê de ku gav avêt ber bi çiyayên azad ên Kurdistanê ve bû heyranê mezinahiya jiyana gerîla û erdnîgariyê. Ev jiyana nû ji bo xwe weke ‘jinûve bûyînê’ pênase kir. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît û bi daxwazeke mezin, dîsîplîn û daxwaza hînbûnê nêzî pêvajoya perwerdeyê bû. Ji dil û can li dersên îdeolojîk û leşkerî guhdarî kir, li tiştên hîn bû pirsî û hewl da di kesayetiya xwe de bi cih bike. Bi vî rengî di demeke kurt de bal kişand ser xwe. Piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand derbasî qadên pratîkê bû û firsend dît ku tiştên di teoriyê de hîn bûye derbasî nava jiyanê bike. Bi kesayetiya xwe ya pratîkî, kedkarî û durust cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Ti kar biçûk nedît, bi heman cidiyetê nêzî her karî bû û xwe berpirsyar dît ku barê hevrêyên xwe parve bike.

Hevrêyê me Elîşêr li hemberî hemû hewldanên tasfiyeyê yên ji derve û hundir li ser tevgera me dihate ferzkirin her tim bû xwedî sekneke zelal û bi biryar, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me her kêliya jiyanê ji xwe re weke pêvajoyeke perwerdeyê, pêşketinê û hesabpirsînê dît, li her qada ku lê ma hewl da ku timî xwe nû û mezin bike. Bi pratîka xwe ya li qadên Xakurkê û Xinêrê bû yek ji neferên qewîn ên xeta Apoyî. Li van qadan hem di têkiliyên hevrêtiyê de hem jî di wezîfeyên hilgirtî de bi berpirsyarî û fedakariya xwe şopeke welê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin. Ji ber ku ji nava malbata wî û derdora wî ya nêz şehîd hebûn, ev yek ji bo hevrêyê me Elîşêr bû yek ji hincetên herî xurt ku têkoşînê mezin bike. Hevrêyê me her şehadetek li ser xwe weke berpirsyariyekê dît û pê bawer kir ku tenê bi kedeke hîn zêdetir, bi fedakarî û biryardariyeke hîn xurtir û tevlîbûneke li ser vê bingehê dikare berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Elîşêr Xoy ku sala 2006’an tevlî nava karwanê şehîdan bû, li pey xwe jiyaneke têkoşînê ya sade, kedkar, bi bawerî, durust û fedakar hişt. Li gel jiyana xwe ya gerîla ya demkurt jî bi kesayetî, sekn û keda xwe di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Jiyana wî weke mînakeke şênber a ji taybetmendiyên bingehîn ên milîtaniya Apoyî tê bîranîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku li ser rêya ku hevrêyê me Elîşêr Xoy vekiriye bimeşe, xwedî li armancên wî û hemû şehîdên xwe derkevin û armanc û îdîaya wan a azadiyê dewam bikin. Di serî de malbata wî ya hêja em bi hestên xwe yên herî kûr sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Bîranîna hevrêyê me Elîşêr wê di her kêliya têkoşîna me de hêz bibe me, bibe çavkaniya me ya sûdwergirtinê.

BAWER HEBEŞ

Hevrêyê me Bawer Hebeş li bajarokê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz a ji yanzdeh xwişk û birayan ji dayik bû. Li nava maleke welê mezin bû ku kevneşopiya berxwedanê ya eşîra Şikakî lê xurt bû. Jiyana parvekar, kedkar û sade ya malbateke qelebalix jê re bû bingeha karakterekî xurt ku hîn di zarokatiyê de bi dest xist. Weke ciwanekî rêzdar mezin bû ku li pêşberî xwişk û birayên xwe bi berpirsyarî radibû, dilsozê malbata xwe û rêzdarê derdora xwe bû. Derdora xwezayî ya Kotolê û avaniya welatparêziyê ya eşîrê di diyarbûna kesayetiya hevrêyê me Bawer de diyarker bû. Li dibistanên Îranê heta Lîseyê perwerde dît. Bi parastina ziman û nasnameya xwe mezin bû. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bidke di temenekî zû de li karên cuda xebitî. Di nava kedê de mezin bû, bû xwedî kesayetiyekî karker, pê bawer û sade. Bi durustî û hesasiyeta xwe ya di her karî de bal kişand; bû kesayetekî welê ku li derdorê bawerî bi gotina wî dihat. Dîlgirtina Rêbertî bi Komploya Navneteweyî, bandoreke kûr li hevrêyê me Bawer kir. Li pêşberî vê bûyerê demeke dirêj kete nava lêpirsînê. Berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê xwe û Rêbertî hîn bi şênberî hîs kir. Biryar da ku ji sînorê jiyana şexsî derbas bibe û bikeve min barê têkoşîneke kolektîf. Bi hêrs, bawerî û berpirsyariya di dilê xwe de berê xwe da çiyê. Di sala 2002’an de ji Kotolê derket ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû û tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Gava ku gihîşt çiyê perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Bi daxwaza xwe ya xurt a ji bo hînbûnê û bi taybetî bi saya baldariya xwe ya li dersên leşkerî di pêvajoya perwerdeyê de zû bi pêş ket. Helwesteke welê nîşan da ku bi baldarî ders şopand, li tiştên hîn dibû dipirsî û hewl dida di kesayetiya xwe de bi cih bike. Di demeke kurt de ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe şareza kir. Li dû temamkirina perwerdeyê li cograyfa zehmet û dijwar a Zagrosan dest bi pratîkê kir. Di nava jiyana têkoşîna xwe ya demdirêj a ji 12 salan de hevrêyê me Bawer bi fedakarî û dilsoziya kûr a bi têkiliyên hevrêtiyê derket pêş. Bandoreke kûr û erênî li hemû hevrêyên xwe kir ku li gel wan têkoşiya. Weke hevrêyekî samîmî, hesas, pê bawer ê hevrêyên xwe, weke milîtanekî dilsozê ruhê kolektîf hate bîranîn. Li her qada ku lê ma xwe ji kedê neda alî û ji xwe re kir wezîfe ku barê hevrêyên xwe parve bike. Di nava mercên herî giran de jî bû çavkaniya moralê. Di nava 12 salên gerîlatiya xwe de mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku jêbirina wê nepêkan e. Ev mîrate di dilê hevrêyên wî de dewam dike ku dilsozê ked û kesayetiya wî ya kûr in.

25’ê Tîrmeha 2014’an li herêma Satê ya Eyaleta Cîlo şehîd bû. Piştî jiyana gerîlatiyê ya 12 salan a bi kedê dagirtî, nefesa xwe ya dawî di oxira nirxên jê bawer dikir de da. Li cografya dijwar a Satê bi salan ked da, têkiliyên xurt ên hevrêtiyê danî, têkoşîn meizn kir û tevlî karwanê nemiran bû. Şehadet wî ne bidawîbûna jiyaneke bi tenê bû, bû ew kêlî ku fedakarî, bawerî û ruhê wî yê hevrêtiyê yê bi salan kom kir, gihîşt asta herî bilind. Dilsozî û biryardariya wî ya ku heta kêliya dawî dewam kir, ji hevrêyên wî re weke mînakeke xurt ma. Xwedîderketina li bîranîna hevrêyê me Bawer Hebeş, mezinkirina mîrateya wî ya têkoşînê û pêkanîna xeyalên wî ji bo hevrêyên wî wezîfeya herî bingehîn e. Jiyana wî ya sade, dilsoziya wî ya kûr, keda wî di her kêliya têkoşîna me de wê rê nîşanî me bide. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di rêya wî de weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî bimeşin.

ROJHAT HESEN

 

Gelê Rojhilatê Kurdistanê di pêvajoya dîrokî de bêyî ku ji baweriya xwe ya bi azadiyê tawîzê bide berxwedana xwe dewam kir. Di her serdemên têkoşîna me ya azadiyê de ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên gerîla û piştgiriya herî mezin da. Bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdisatnê jî yek ji wan deveran e ku ev çanda berxwedanê lê xurt e û kevneşopiya welatparêziyê ji nifşan derbasî nava nifşên nû dibe. Hevrêyê me Rojhat Hesen ku li vê xaka qedîm çavên xwe li cîhanê vekir, di nava kevneşopiyeke bi vî reng^ya berxwedanê û rastiya gelekî bi vî rengî de mezin bû.

Ji ber ku malbata wî û derdora lê dima welatparêz bû, hevrêyê me Rojhat li gorî vê cewherê mezin bû. Nirxên berxwedanê û çanda Kurd a li malê û derdorê kir ku hişmendiya neteweyî hîn di temenekî zû de bigihêje hevrêyê me. Bi saya terbiye û exlaqê ji malbata xwe wergirtî hevrêyê me zû ji Tevgera me hez kir û derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê û gerîla ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Rojhat ku timî heyranê jiyana Apoyî bû, ji xwe re kir armanc ku demek ji ya din zûtir beşdarî nava vê jiyana pîroz bibe.

Hevrêyê me Rojhat li dibistanên rejîmê heta Lîseyê xwend û li gel temenê xwe yê ciwan di gelek mijaran de kete nava nakokiyan. Hevrêyê me jiyana ku sîstem teng dike red kir û dema ku li sedemên şerê bi pêşengiya gerîla yên li kurdistanê û jiyana li ser gelê me tê ferzkirin lêpirsîn kir, mafdariya têkoşînê hîn bi xurtî fêhm kir. Ji ber vê yekê dest ji dibistanê berde û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karî de xebitî. Hevrêyê me Rojhat ked di temenekî zû de nas kir. Bi taybetmendiyên xwe yên durust, karker û fedakar timî li pêş bû û her karê ku pê radibû bi rengekî hêja bi cih anî û li derdorê bi rêzdarî hate hezkirin.

Piştî ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin li Rojhilatê Kurdistanê ya ji welatparêziya xurt protestoyan destpê kir ku ev protesto jî ji bo hevrêyê me Rojhat bû xaleke werçerxê. Li hemberî hewldanên sîstemê ku di şexsê Rêberê me de dixwest gelê me dîl bigire, hevrêyê me gelekî aciz bû û kete nava lêgerîna wê yekê ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Ji bo hevrêyên me yên ku ji bo azadiya Rêberê me bêdudilî ber bi şehadetê ve meşiyan û ji bo gelê me yê welatparêz ê ku tevlî çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn, xwedî rêzdarî û minetdariyeke mezin bû. Ev mînakên fedakarî û berxwedanê bûn hinceta herî mezin ku hevrêyê me Rojhat beşdarî nava refên têkoşînê bibe. Şehadetên di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê de ku tevgera me li hemberî tasfiyeya hundirîn û derve dabû destpêkirin, ji bo hevrêyê me bû hinceta têkoşîneke hîn mezin û biryar da ku demek ji ya din zûtir tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Li ser vê bingehê di sala 2006’an de hevrêyê me Rojhat Hesen beşdarî nava refên gerîla bû û xeyala xwe ya ku bi salan di dilê wî de bû pêk anî. Hevrêyê me li Xakurkê perwerdeya xwe ya destpêkê dît û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi saya dilxwaziya xwe ya hînbûnê û tevlîbûna çalak a li pêvajoya perwerdeyê hevrêyê me Rojhat di demeke kurt de bi pêş ket û veguherî milîtanekî welê ku girîngî dida her detayên têkoşînê. Hevrêyê me bi saya dersên îdeolojîk û leşkerî di kesayetiya xwe de guherîn pêk anî û felsefeya Apoyî û fikrê azadiyê yê Rêber Apo bi kûrahî têgihîşt. Hevrêyê me Rojhat li ser vê bingehê keta nava hewldana jinûve afirandina xwe û piştî ku perwerde bi serketî qedand derbasî qadên pratîkê bû.

Hevrêyê me Rojhat bi tevlîbûna xwe ya bi moral a li qadên pratîkî û milîtaniya xwe ya mînak a Apoyî ti carî xwe têr nedît û her tim xwe bi pêş ve xist. Hevrêyê me tempoya xwe ya têkoşînê di nava ti mercî de kêm nekir, hewl da her wezîfeyê bi rengekî hêja bi cih bîne. Hevrêyê me Rojhat di bin sîwana Hêzên Taybet de tevlî kar bû û li vê qada taybet kedeke girîng ji bo têkoşînê da. Bi esasgirtina xeta şehîd Zîlan ji bo bicihanîna pêwîstiyên xeta Partiyê kete nava hewldanên berfireh û bi pratîka xwe ya milîtaniya fedaî derket pêş. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin ku di dilê xwe de mezin kiribû, ji bo veguherîne çalakiyê di nava lêgerînekê de bû û bi biryardarî û wêrekiya xwe şopên kûr li kar kir.

Hevrêyê me Rojhat di nava têkoşîna xwe ya 14 salan de mîrateyeke têkoşînê ji me şopdarên xwe re hişt ku nayê jibîrkirin û ked û hevrêtiya kûr tevlî her kêliya xwe kir û beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me li nava hevrêyên xwe hemûyan ên bi hev re têkoşiyan bû cihê hurmetê û bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û têgihiştî li her qadê bû cihê baweriyê. Di dema herî giran a şer de jî hevrêyê me Rojhat tawîz ji pîvanên milîtaniya Apoyî neda û bi vê sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Ji tevlîbûnê heta bi şehadetê weke milîtanekî mînak ê Apoyî bi fedakarî, jidilbûn û durustiya xwe têkoşîna xwe bê navber dewam kir.

Hevrêyê me Rojhat ku sala 2020’î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, mîrateyeke têkoşînê ji şopdarên xwe re hişt ku neyê jibîrkirin. Hevrêyê me ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî tawîz ji têkoşîna xwe neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî beşdarî nava karwanê nemiran bû. Di têkoşîna xwe ya 14 salan de ji Xakurkê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadên Kurdistanê ked da.

Weke hevrêyên wî di şexsê hevrêyê xwe Rojhat Kotol de em şehîdên xwe hemûyan careke din bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan radestî me kirine bi cih bînin. Li ser vê bingehê di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Rojhat em ji tevahiya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz re û ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê dil daye têkoşîna me ya azadiyê sersaxiyê dixwazin.

HESEN KOTOL

 

Hevrêyê me Hesen li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û dilsozê nirxên civakî yê gelê Kurd bû, hevrêyê me Hesen bi rengekî dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke qelebalix a ji eşîra Xizirî mezin bû ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye û hîn biçûkanî hînî berpirsyariya jiyana komînal, piştevanî û parvekirinê bû. Nirxên berxwedanê û çanda Kurd a li nava malbatê kir ku hişmendiya neteweyî di temenê biçûkanî de bi hevrêyê me re peyda bibe. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûbû, hevrêyê me Hesen têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me bi vî rengî bû xwedî wê derfetê ku zanibe bê hevrêyên li nava refên têkoşînê ji bo azadiya gelê xwe çi dikin û hezkirineke mezin a ji bo gerîla kete dilê wî.

 

Hevrêyê me Hesen ku demeke kurt çû dibistanên rejîma Îranê, ji dibistanê cihê bû û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike li karên kolberî û xalîçeyan xebitî. Hevrêyê me li herdu aliyên sînor ji bo tevkariya li debarê di nava mercên zehmet de xebitî û bi kedkarî û duristiya xwe li nava derdorê bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Hesen ku biçûkanî hînî kedê û zehmetiyên jiyanê bû, di vê demê de şahidî ji xizaniya gelê me re kir.

 

Hevrêyê me Hesek ku weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwest tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe, li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Hevrêyê me zanîbû ku bi tevlîbûna li nava şerê li Kurdistanê dikare berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û baweriya xwe bi wê anî ku azadiya gelê me tenê bi têkoşînê dibe. Hevrêyê me bi vê baweriyê ji bo tevlî nava refên têkoşînê bibe kete nava hewldanan û ji xwe re kir armanc ku demek ji ya din zûtir derkeve serê çiyê û cihê xwe li çeperên berxwedanê yê gerîla bigire. Li ser vê bingehê hevrêyê me Hesen Kotol di sala 2007’an de di ser Ûrmiyeyê re tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi vî rengî hesreta di dilê xwe de ya bi salan pêk anî.

Hevrêyê me Hesen perwerdeya xwe ya destpêkê li qada Xakurkê dît û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me pêvajoya perwerdeyê baş bi kar anî û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me piştî xwendina materyalên Partiyê gihîşt astekê û hewl da ku felsefeya Apoyî, fikrê azadiyê yê Rêber Apo bi kûrahî fêhm bike, ev yek jî kir bingeha têkoşîna xwe. Bi dersên leşkerî û îdeolojîk xwe timî bi pêş ve bir û veguherî milîtanekî şareza ku li ser taktîk û rêbazên gerîla serwer bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir û bi lez hînî jiyana çiyê û dîsîplîna têkoşînê bû.

Hevrêyê me Hesen ku li Zagrosan 7 salan tevlî gelek kar û çalakiyan bû, bû milîtanek ku bi berpirsyariya têkoşîna pîroz a gelê me rabû. Hevrêyê me ku her roj îdîa û biryardariya xwe mezin kir, bi saya hunera xwe ya leşkerî û hevrêtiya xwe ya xurt li her derê bandor kir, şopa xwe hişt. Ji bo karibe hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyê timî hewl da, bi wêrekî û zîrekiya xwe di her karî de serketineke mezin bi dest xist û kedeke mezin da. Di dema herî giran a şer de tempoya xwe ya têkoşînê kêm nekir û bi vê sekna xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Pratîka heft salan a Zagrosê hevrêyê me hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê hevrêtiyê ve gelekî gihand.

Hevrêyê me ku sala 2014’an li Wanê têkoşiya, ji bo beşdarî berxwedana Kobanê ya destanî bibe derbasî qada Rojava bû. Hevrêyê me Hesen ku li hemberî êrişên komkujiyê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî gelê me xwedî hêrseke merzin bû, kete nava wê lêgerînê ku zû bi zû xwe bigihîne çeperên şer û li gel gelê xwe têbikoşe. Di şerê Kobanê de beşdarî pêngavên li dijî çeteyan bû û li gel ku ji sînga xwe birîndar bû xwe ji ti karî neda alî. Hevrêyê me ku li gel birîndariya xwe jî daxwaza wî ya têkoşînê kêm nebû, piştî pêvajoyeke kurt a dermankirinê careke din beşdarî nava çeperên şer bû. Hevrêyê me Hesen ku bi rengekî çalak tevlî pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, di serxistina vê berxwedanê de kedeke girîng da. Pratîka Kobanê ku li ber çavê hevrê û gelê me bû sembola berxwedaneke destanî, têkoşîna hevrêyê me hîn xurt kir.

Hevrêyê me Hesen ku piştî beşdariya çalak a li pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava careke din berê xwe da çiyê, di sala 2019’an de li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû. Di perwerdeya akademiyê de pêwîstiyên serdema nû ya têkoşînê û hesasiyetên hunera leşkerî hîn bû, li ser vê bingehê hewl da xwe jinûve biafirîne. Hevrêyê me Hesen di pêvajoya perwerdeyê de kêmasiyên di pratîkê de nirxand û pêngavên xurt avêt, kêmasiyên xwe çareser kir û veguherand tecrûbeyê. Hevrêyê me ji her alî ve xwe kir milîtanekî şareza û perwerdeya akademiyê bi serketî qedand. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, bi îdîa û biryardariyeke mezin pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Bi vê helwesta xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Hevrêyê me Hesen di nava 13 salên têkoşîna xwe de ji bo kêliyekê jî teredut nekir û li deverê herî dijwar berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî. Bi vê biryardariyê cihê xwe li nava refên têkoşînê girt.

Hevrêyê me Hesen Kotol 18’ê Gulana 2020’î li qada Metînayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Hevrêyê me ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi roja şehadetê ji bo kêliyekê jî tawîz ji têkoşînê neda û di xeta milîtaniya Apoyî de sekneke zelal nîşan da, bi vî rengî tevlî nava karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Hesen di nava 13 salên têkoşîna xwe de ji Zagrosan heta bi Rojava, ji Colemêrgê heta bi Metînayê li gelek qadên Kurdistanê ked da û mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin.

Weke hevrêyên wî em di şexsê hevrêyê xwe Hesen Kotol de şehîdên xwe hemûyan careke din bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubaer dikin ku armanca ku wan ji me re hiştine pêk bînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Hesen em sersaxiyê ji gelê xwe yê Rojhilat ê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

DEWAM DIKE…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wê ji AKP’ê Huseyîn Yaman biçe Îmraliyê

AKP’ê ragihand ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, Cîgirê Serokê Giştî yê partiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sebahat Tuncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin

Sebahat Tuncel diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke mezin a Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ‘Sûriyeyek nû’ bûn yek deng

Di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nûnerên Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî, Asûrî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?