Li gorî rapora Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Ofîsa Sûc û Narkotîkê ya NY’yê (UNODC) ku roja Sêşemê hate weşandin, daneyên dawî yên têkildarî kuştina jin û zarokên keç a bi destê xizmên xwe ve neguherîn. Salên dawî ev hejmar di navbera 45 hezar heta bi 51 hezarî de bû. Hate ragihandin ku sala 2025’an nêzî 47 hezar jin û zarokên keç hatin kuştin.
Di raporê de hate ragihandin ku di nava salê de li seranserê cîhanê bi hiştî 78 hezar carî hewl hate dayin ku jin bêne kuştin û uji sedî 60 ê van hewldanan ji aliyê partner an jî endamên malbatê ve hate kirin.
Rapor li gorî analîza daneyên ji 122 welat û herêman hate amadekirin. Li gorî raporê ji sedî 19 ê qurbaniyên cînayetên li cîhanê jin e. Hate ragihandin ku ji sedî 60 ê jinên hatin kuştin li nava malê jiyana xwe ji dest dan.
Herî zêde li parzemîna Efrîkayê jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. Li herêmê 22 hezar 100 bûyer qewimîn. Piştî Efrîkayê li Asyayê 15 hezar 100, li parzemîna Emerîkayê 7 hezar û 400, li Ewropayê 2 hezar û 100 û li Okaynûsê jî 300 bûyer qewimîn.

