Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê, ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê şîn taziye danîn. Ji xeynî malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî taziyeyê bûn.

Li qada taziyeyê wêneyên şehîdan û qurnefîl hatin danîn. Di bernameya taziyeyê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Her wiha polîsan nehişt ku pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” were vekirin. Welatiyan bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” nerazîbûn nîşanî polîsan da. Piştre pankart li qada taziyeyê hate daliqandin.

Serdanên ji bo taziyeyê didomin.

