Ajansa Kolbernews bi raporekê ragihand ku çalakvan Pûriya Nadirî yê 29 salî yê ji ola Yarsan û xelkê Kirmaşan a li Rojhilatê Kurdistanê, duh di encama pevçûneke çekdarî ya li gel hêzên hikûmî de li taxa Deredrêj a Kirmaşanê hate qetilkirin.
Hate destnîşankirin ku Pûriya Nadirî di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li gel du birayên xwe ji aliyê Îdareya Îtlaata Kirmaşanê ve hatibû binçavkirin û nêzîkî sê mehan di girtîgeha ewlehiyê de mabû. Piştî berdana wî ya bi şert û piştî xwepêşandanên vê dawiyê, ew bi berdewamî di bin çavdêriya navendên ewlehiyê de bû.
Kolbernews da zanîn ku di encama wê pevçûna di navbera hêzên rejîma Îranê û Pûriya Nadirî de rûdayî, hêzên rejîmê bi fermandarî û rênîşandana sîxûrekî bi nasnameya ‘Kamranî’ Pûriya xistine bin dorpêçê. Di encama wê pevçûna çekdarî de, du kes ji hêzên Îdareya Îtlaatê birîndar bûn û Pûriya Nadirî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku sixûrê bi nasnav ‘Kamranî’ berê jî di dozên wek qurbanîkirina du birayên bi navên Mucteba Veysî û Meysam Veysî de rola wî hebû.

