Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Bi navê ‘veguherînê’ welatên xizan kirine sergo
Civak & Ekolojî

Bi navê ‘veguherînê’ welatên xizan kirine sergo

Li cîhanê her sal herî kêm 92 milyon ton kinc di bin navê jinûve bikaranînê de ji welatên xizan re têne şandin û nêzî nîvê van li nava xwezayê weke sergoyekî têne hiştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gotinên ‘veguherîn’, ‘jinûve bikaranîn’ û ‘dewamî’ dema dawî bi taybetî li sektora modayê gelekî têne bikaranîn. Yên ku herî zêde dibêjin çavkaniyên cîhanê gelekî zêde têne bikaranîn şîrketên moda û tekstîlê ne.

LI PIŞT ŞOPA KARBON ŞÎRKETÊN MEZIN ÊN PETROLÊ HENE

Her tiştî bi gotina ‘Şopa karbon a lingê me’ destpê kir ku ji nişka ve kete nava jiyana me. Şopa ling ê karbon bi nêzîkatiya ku çavkaniyên cîhanê têne çikandin bi carekê kete rojeva cîhanê û bi taybetî ji aliyê aktîvîstên avhewayê ve hate bikaranîn. Eşkere bû ku ev gotin beriya çend salan di reklama şîrketekê de hate bikaranîn ku yek ji şîrketên mezin ên petrolê BP’ê reklam da çêkirin. Ev pêvajo weke kampanya reklamê ya BP’ê destpê kir û şîrketeke ku li her devera cîhanê çavkaniyên gelan talan dike, bû parêzvanê herî mezin ê şopa lingê karbon.

Demekê piştî gotina şopa ling ê karbon, bi gotinên ‘veguherîn’ û ‘dewamiyê’ li ser mijara jinûve bikaranîna kincan kampanyayek hate destpêkirin. Li her devera cîhanê bi taybetî jî fîrmayên tekstîlê yên mezin li ser kampanya veguherîn û jinûve bikaranînê xebitîn. Ev kampanya hîn jî dewam dikin. Di vê pêvajoyê de ku dema dawî weke ‘moda bi lez’ zêde bû, modaya bi lez ku qumaşê tê bikaranîn bê kalîte ye, zû kevn dibe û dike ku li şûna wê yê nû bê kirîn, bi taybetî markayên kincan ên amade bi giranî têne tercîhkirin. Ji ber ku zêde tê bikaranîn, berhem hîn zêde têne firotin, firotina zêde jî qezenceke zêde bi xwe re tîne.

RASTIYA KU DI BIN NAVÊ DEWAMIYÊ DE TÊ VEŞARTIN

Li gorî daneyên sektora moda li tevahiya cîhanê her sal zêdeyî 100 milyar kinc têne çêkirin û beşeke girîng a vê yekê nagihêje mirovan. Ji sedî 65 ê kincên têne çêkirin bêyî ku bigihêje mirovan, ya bi şewitandinê têne îmhakirin, yan jî têne avêtin. Dema ku li gorî salê mirov vê binirxîne, rêjeya kinên têne avêtin an jî îmhakirin her sal 40 milyon ton e.

Sektora moda ku ji aliyekî ve herêmên xizan ên cîhanê veguherandine sergoyekî, li aliyê din jî qaşo bi ‘baldarî û hestiyariya xwe ya ji bo hawirdorê’ ketine nava pêşbirkê.

Her sal zêdebûna rêjeya kincên têne çêkirin, li cîhanê krîzeke tekstîlê jî bi xwe re tîne. Şîrketên mezin ên tekstîlê ji bo berpirsyariya xwe ya di vir de veşêrin û mîna ku yên krîz afirandine ne ew bi xwe ne, dest bi bikaranîna gotinên veguherînê, jinûve bikaranînê û dewamiyê kirin. Di vê demê de firoşgehên mezin û şaredariyan qutiyên veguherînê danîn, bi vî rengî dest bi kampanyayê kirin ku kinc bêne komkirin, weke yê destê duyemîn ji xizanan re bêne firotin, an veguherandin, bi vî rengî kincên nû bêne çêkirin. Her wiha daxuyaniyên welê didin ku mirovan sûcdar dikin ku bi kirîn û firotineke ne pêwîst, hevsengiya cîhanê xera dikin. Lê belê li tevahiya cîhanê tenê ji sedî 10 an jî 15 ji kincên di bin navê jinûve bikaranîn û veguherînê de têne komkirin, têne veguherandin an jî ji nû ve têne bikaranîn. Yên mayî jî di bin navê kampanya ‘jinûve veguheradinê’ de ji welatên Asya û Efrîkayê re têne şandin.

EFRÎKA Û ASYA BÛN SERGOYÊ DEWLEMENDÊN CÎHANÊ

Ti ji şîrketan bi aqûbeta kincên ji Efrîka û Asyayê re têne şandin eleqedar nabin. Li şûna ku pê re eleqedar bibin bê kincên ji xizanan re têne şandin digihêjin xizanan an na, tenê bi mijara şandinê re eleqedar dibin. Ji ber ku ji sedî 80 ê kincên têne şandin li van welatan diçin ser sergo. Welatên xizan ên cîhanê weke sergoyê dewlemendan têne bikaranîn.

HER SAL 92 MILYON TON KINC TÊNE AVÊTIN

Tenê DYE salane 450 hezar ton kinc dişîne welatên Efrîka û Asyayê. Efrîka ji sedî 70 ê kincên destê duyemîn ê navneteweyî werdigire. Lê belê piraniya van weke jinûve bikaranînê nayên bikaranîn. Zêdeyî nîvê 15 milyon kincên her hefte diçin bazara destê duyemîn Kantamanto ya Ganayê, ji ber ku ne di asta bikaranînê de ne, ji peravên Kendava Gîneyê têne rijandin. Li Kenyayê tenê sala 2019’an 185 hezar ton kincê destê duyemîn hate wergirtin û ji 55 heta 75 hezar ton a ji van kincan bûn sergo. Li Şîlî jî rewş bi heman rengî ye; her sal 39 hezar ton kinc li Çola Atacama  ya Şîlî têne avêtin û ev rêje her sal zêde dibe.

Li tevahiya cîhanê her sal 92 milyon ton kinc ji welatên xizan re weke sergo têne şandin. Ev yek bandoreke neyînî li cihêrengiya biyolojîk a xwezayê û tenduristiya mirovan dike. Ev pirsgirêka ku her sal mezin dibe, dibe sedem ku cih û warê bi cih bûnê teng bibe, hewayê qirêj bike û tenduristiya mirovan xera bike. Ji bo veşartina vê jî şîrketên mezin her sal gotinên nû diafirînin, nîşan didin bê çiqasî hawirdorparêz in û hewl didin mirovan bixapînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘YJA Star artêşa parastinê ya jinên bindest e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Riha bi 5.8 pileyî hejiya

Li Rihayê bi mezinahiya 5.8 pileyî erd hejiya. Bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta DEM Partiyê wê bi Bahçelî û Kûrtûlmûş re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re li Îmraliyê re kir, dest bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo malbata şehîd Akgun serdanên sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG'ê Agît Akgun ku li Zapê meha Adarê şehîd bû, li Tetwanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Darên li Bestayê ji hêla cerdevanan ve tên talankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?