Hunermend bi rêya ANF’ê bi dewamî peyamên aştiyê didin. Ji koma muzîkê ya BaBa Zula Murtal Ertel, Esma Ertel û Leven Akman bersiv da pirsên ANF’ê.
Endamên komê diyar kirin ku BaBa Zula hewl dide xwedî li mîrataeya pir zimanî, pir çandî ya Anatoliyê, Mezopotamyayê û Stenbolê derkeve û got, “Em xwarina vê erdnîgariyê dixwin û li muzîkên wê guhdarî dikin. Hewl didin vê yekê bi durustî ragihînin. Bêguman em li muzîka cîhanê jî vekirî ne, lê belê… Yanî ji bo me ya girîng muzîka li erdnîgariya me ye. Ya rast Stenbol mînaka herî bedew a vê yekê ye. Ji ber ku cihekî welê ye ku Asya û Ewropayê digihîne hev, Anatoliyê hembêz dike lê di heman demê de Balkanan, Yewnanistanê, Derya Spî û Tirkiyeyê digihîne hev. Ev der ji bo me hîn balkêş e. Yanî mînak dema mirov bala xwe didin ser Emerîkayê, hêzeke mezin dibîne lê belê di heman demê de dûrbûnê jî dibînin.”
Endamên komê destnîşan kirin ku divê hunermend polîtîk bin û gotin, “Di dema heyî de mixabin astengî li pêşiya hunermendan tê derxistin ku nebin polîtîk, gotinên polîtîk nebêjin. Hem li Tirkiyeyê, hem jî li derveyî welat hewldaneke bi vî rengî heye. Welatên ku xwe weke hawariyê demokrasiyê didin naskirin, mînak li Elmanyayê axaftina li ser komkujiya li Fîlîstînê, rexnekirina Îsraîlê dibe sedema nerazîbûneke mezin. Yan jî li Îngilistanê hunermend têne astengkirin ku li ser van mijaran neaxivin, nayê xwestin ku polîtîk bibin. Mînak li Festîvala Fîlman a Berlînê derhêner Wim Wenders ku rêeberê îsal ê festîvala fîlman bû, gotinên çewt got ku digot divê hunermrend ne polîtîk bin, divê karê xwe bikin Yanî em di heman demê de hewl didin polîtîk bin. Li gorî me rêbazeke me heye û me ji destpêkê ve ev dewam kir û ti carî nafikirin ku dest jê berdin. Hunermend gelekî xurt e… Ji ber ku yek ji hêmanên girîng ên ku rê li ber civakê dixe huner û hunermend e.”
‘ZIMANÊ DAYIKÊ DIVÊ AZAD BE’
Endamên komê destnîşan kirin ku divê zimanê dayikê azad be, zimanekî hevpar dikare hebe lê belê divê hemû ziman bêne parastin û gotin, “Zimanên cuda yên gelan hene, ew ziman dema ku hate bikaranîn li wê herêmê dewam dike, dil lê dide. Lê belê li gorî me weke welat em di vê mijarê de dijberiyê dikin. Ji ber ku dema mirov bala xwe didin ser Tirkiyeyê li Anatolî û Mezopotamyayê em qala miletekî bi şiyara 72 miletan dikin. 7 herêmên cuda, 7 entîsîteyên taybet, her yek xwedî zimanekî ye. Divê bê parastin.”
Muzîsyenan diyar kirin ku divê Kurdî azad be û axaftina xwe bi vî rengî dewam kirin, “Mînak dema mirov diçe Rojhilat hingî Azeriyan dibîne, divê Azerî jî bi wan zarokan bê hînkirin. Dema mirov diçe Mêrdînê hûn Suryaniyan dibînin; bila ew jî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Yan jî Elewiyên Ereb jî dibînin li Edeneyê; bila ew jî weke zimanê duyemîn hînî Erebî bibin. Hînî Lazî bibin. Yanî ya ku vî welatî dewlemend dike ya ku me dewlemend dike zimanên cuda ye. Em xwedî gelek rengan e, em bi hev re bedew in; bi pir zimanî, bi pir çandî em bedew in. Ya ku me bedew dike ev e. Bi Îngilîzî, Spanî ders ji zarok re tê dayin, lê belê ev ziman jî dikare bê hînkirin. Zimanên ku divê entegreyî jiyana zarokên me bibin ev in.”
‘DIVÊ EM LI SER GAVÊN TÊKILDARÎ DEMOKRASIYÊ BIAXIVIN’
Endamên komê nêrînên xwe yên li ser bêdengbûna çekan parve kirin, anîn ziman ku nekuştina mirovan cihê kêfxweşiyê ye, lê belê nerazîbûna xwe anîn ziman ku desthilatdarî gavên şênber neavêje:
“AKP baweriyê nade. Ji bo aştî bê beriya her tiştî divê demokrasî, maf û hiqûq hebe. Divê edalet hebe ku aştî hebe. Hîn jî em qala bêdengbûna çekan dikin. Divê em li ser gavên têkildarî demokrasiyê biaxivin. Mînak divê em li ser azadbûna Selahattîn Demîrtaş biaxivin. Li ser azadiya Osman Kavala biaxivin. Divê Demîrtaş jî, ew girseya polîtôk jî ji wan malên zilmê, ji girtîgehan derkevin. Lê belê kes zêde li ser van mijaran neaxivin. Bi salan xwîn hate rijandin dayik, bav giriyan, zarok tine bûn, perîşan bûn. Tiştekî gelî baş e ku êdî ev nabe. Em gelekî ji vê yekê kêfxweş in. Ji ber ku dema ewladek dikeve binê axê êdî veger nîne. Hûn ewqasî kedê didin, lê careke din venagere. Bi hezaran mirovên me ji Anatoliyê heta bi Mezopotamyayê mirin. Belê, çek bêdeng bûn lê belê zilamekî ku gelekî ji mejiyê wî ditirsin hîn li girtîgehê dihêlin. Hûn bi vî rengî nikarin mirovên ku ji wî hez dikin bikin parçeyekî vê aştiyê.”
‘EGER MAF BÊNE NASKIRIN WÊ HINGÎ AŞTÎ MAYINDE BIBE’
Koma BaBa Zula diyar kir ku sîstemeke wekhev, maf û hiqûqa her kesî nas dike dikare bibe çareserî û got, “Beriyua her tiştî divê edalet ji bo her kesî pêk were. Ji xwe tişta ku em aştiya civakî jê re dibêjin, ne qenciyeke siyasî yan jî tawîzek e. Jiyana mirovan a bi rengekî azad bi mafên xwe yên bingehîn, bi zimanê xwe yê dayikê, bi çanda xwe di nava sîstemeke hiqûqê ya adîl de ye. Dema ku ev pêk hat wê aştî jî ji ber xwe ve civakî û mayinde bibe.”

