În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bi wan re bû Yasîn
Rojane

Bi wan re bû Yasîn

Dîroka tevgera şoreşger a Tûzlûçayirê ku Dogan Kiliçkaya jî di nav de bû bêyî Kemal Pîr, Riza Altûn, Alî Dogan Yildirim, Şahîn Kilavûz û hevalên din ên têkoşînê nikare bê vegotin. Ji ber ku Dogan bi wan re bû Yasîn û tevlî karwanê nemiran bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Tûzlûçayir di destpêka salên 1960’î de taxeke şevnişîn bû ku mal di ber hev de dihatin çêkirin. Ji Sêwas, Kayserî, Çorûm, Erzîngan, Dersim, Meletî, Gumuşhane, Kirşehîr û gelek deverên din mirovên xizan, yên hatineya wan kêm û taybetmendiya xwe ya gundîbûnê winda nekiribûn, li wê taxê li hev civiyan. Ev tax bi giranî ji Tirkmen ên Elewî û Kurd ên Elewî pêk dihat ku nifûsa xwe jî bi giranî zarok û keç û mêr ên ciwan bû. Bi kurtasî Tûzlûçayir weke kampeke zarok û ciwanan bû.

Tax weke gundekî li berbajarê Enqereyê ye. Kolanên wê havînê tijî toz, biharê û zivistanê jî tijî herî bû. Bi pînik û sewalên xwe li kêleka Enqereyê weke gundekî mezin e.

Li aliyekî; bi saziyên xwe yên perwerdeyê yên bingehîn, zanîngeh û burokrasiya leşkerî-sivîl navenda siyasetê paytexta Tirkiye Enqere heye. Li aliyê din jî taxa Tûzlûçayirê heye ku mirovên ji Anatoliyê û Kurdistanê koçber bûn xwe lê girtin, nifûsa wê bi lez zêde dibû û di şexsê zarok û ciwanan de di nava hewldanên bajarbûyînê de dbû.

Kombûna li hev a van du pêkhateyên cuda, cudahiya civakî û çandî jî bi şênberî radixist pêş çavan. Ev rewş bi rengekî xwezayî dibû sedema wê yekê ku mirov li sedemên cihêkariyê bipirsin.

Nifşê 68’an û Tûzlûçayir li ser bingeha vê rastiyê hevdu nas kirin. Dayik-bavên li febrîqe, kargeh an jî saziyên fermî dixebitîn; zarok û ciwanên li dibistanan dixwendin û hewl didan ji çapemeniyê bûyeran bişopînin têgehên sosyalîzm, şoreş, têkoşîna çînî, bûrjûvazî, proleterya, sendîka û faşîzm nas kirin. Bêguman ev rewş ne tenê li Tûzlûçayirê hebû, li gelek deverên Anatoliyê û Bakurê Kurdistanê jî hebû. Lewma Nifşê 68’an û têkoşîna wan, îro li hemû parçeyên Kurdistanê havênê pêşketinan hemûyan e.

Dogan Kiliçkaya, bi navê ku 12’ê Hezîrana 1996’an li Tetwanê şehîd bû Yasîn jî di nava mercên darbeya faşîst a 12’ê Adarê, hîn di salên dibistana navîn de ev têgeh nas kiribû û li ser wateya wan kûr bûbû.

‘DAYIKA MIN JINEKE TIRK A KEDKAR E’

Zarokê malbateke gundî ya bi rewşa xwe ya navîn a madî, ji navçeya Kangal a Sêwasê bû. Dayika xwe Tirkmen, bavê xwe jî Kurd bû. Di destpêka sala 1992’an de dema li Bekayê li Akademiya Mahsûm Korkmaz bû, Rêbertî gotibû ‘Hevalên ne Kurd in bila destê xwe bilind bikin’. Dogan jî destê xwe rakiribû. Rêbertî ji ber ku ew ji Tûzlûçayirê nas dikir jê pirsî bû ‘Tu Kurd e, çima te destê xwe rakir’. Dogan jî got, ‘Dayika min jineke Tirk a kedkar e. Ez jî ji ber ku alîgirê kedkaran me, tercîha xwe li aliyê wê bi kar tînim’.

Weke ku di vê gotina xwe de jî anî ziman Dogan di tevahiya jiyana xwe de li aliyê kedê sekinî. Di heman demê de weke kedkarekî tevlî nava têkoşînê bû.

Têkoşîna Nifşê 68’an bandoreke mezin li taxa Tûzlûçayirê jî kiribû. Bi taybetî bi saya rojnameyên li qehwexaneyan dihate xwendin, radyoyên li wan dihate guhdarîkirin û nûçeyên televîzyonan, gelê Tûzlûçayirê polîtîk dibû. Ciwanên ku nû dest bi zanîngehê dikirin, weke alîgir an jî sempatîzanên Nifşê 68’an, bi rêya van qehwexaneyan xelkê taxê zane dikirin.

Darbeya faşîst derbên mezin li rêberên şoreşger û rêxistinên wan xistibû; lê belê nekarîbû pêşî li zanebûna li Tûzlûçayirê û hevgirtina rêxistinbûyî ya ciwanên di temenê lîseyê de bigire. Rêxistinên ku pêşengî ji têkoşîna şoreşger re dikirin winda kirin, rêberên wan hatibûn kuştin. Lê belê gel weke ku bibêje ‘Em hîn nû destpê dikin’ nêzîk dibû. Weke ku tê gotin, “Em yek dimirin, bi hezaran ji dayik dibin” bi hezaran, bi deh hezaran, bi milyonan qad bi dirûşma “Ev têkoşîn neqediya, wê neqede” dadigirtin.

NEBÛ PARÇEYEKÎ TÊKOŞÎNÊ, BÛ PÊŞENGÊ WÊ

Dogan hîn di temenê lîseyê de bi vê coş û kelecanê ne ku bibe parçeyekî têkoşînê, lê ji bo bibe yek ji pêşengên wê, bi biryardarî bi rê ket. Ev atmosfera li Taxa Tûzlûçayirê xwendekarên lîseyê û ciwanên di heman temenî de yên nediçûn dibistanê kom bi kom li hev dicivand.

Di atmosfereke bi vî rengî de xerîbek, xwendekarekî zanîngehê hat taxê: Kemal Pîr. Weke di hin roman û fîlman de. Vî biyanî hem li ser qedera Dogan hem jî li ser qedera taxê roleke girîng lîst. Sosyalîzm ji bo wî ne tenê têgehek bû; di heman demê de diviyabû bibûya navê çalakî û rêxistinbûnê.

Dogan piştî vê, weke mirovekî xurt ê çalakî û rêxistinê navê xwe da bihîstin. Bi hevalên xwe yên nêz bi Alî Dogan Yildirim û Riza Altûn re tevlî pêşengiya vê komê bû ku gav bi gav mezin bû. Li gel ku ji aliyê temen ve ji hevalên xwe biçûk bû, tirs nas nedikir. Bi sekna xwe ya wêrek li refên herî pêş bû.

Dema ku ev kom hîn nû dibişikivî, piştî darbeya 12’ê Adarê bi serokwezîrtiya Bulent Ecevît hikumeta CHP-Partiya Mîllî Selamet ava bûbû. Ev hikumet weke ku bi wê armancê ava bû be, ku piştgiriay gel a ji bo şoreşgeran a ku li gel zext û rejîma faşîzan a darbeya 12’ê Îlonê jî dewam kir, ber bi qadeke cuda ve biherikîne. Yên ku bi zextê nekarî teslîm bêne girtin, vê carê bi rêbazên nerm dihatin veguherandin.

Ev koma li Tûzlûçayirê derkete holê, di têkoşîna şoreşgerî de sekneke bi biryar nîşan dida. Li dijî faşîstan ne tenê li taxê û derdora wê, her wiha li tevahiya Enqereyê timî çalakî dkir. Yek ji endamên vê komê Dogan, di heman demê de li gel xizmekî xwe karê bazariyê dikir û tevkarî li tedarikkirina pêwîstiyên komê dikir.

YA LI BER DESTÊ XWE HETA DAWIYÊ DIXIST XIZMETA HEVALÊN XWE

Riza Altûn timî qala karekterê saf û pak a Dogan dikir û digot, her cara ji bazarê vedigeriya nîvê pereyê xwe dida hevalên xwe. Ji bo Dogan ti wateyeke pere yan jî milk tine bû; her tiştên li ber destê xwe bi hevalên xwe re bi kar dianî. Ya li ber destê xwe nedida alî, heta dawiyê dixist xizmeta hevalên xwe.

Alî Dogan, Riza û Dogan bûn hevalên destpêkê yên çalakiyê yên wî biyaniyê hate Tûzlûçayirê, yanî Kemal Pîr. Ev hevaltî bû destpêka rêwîtiyeke heta dawiyê. Ev hevrêtiya ku destpêkê di çarçoveya feraseta giştî ya şoreşgeriyê destpê kir, di nava tevgera Apoyî de ku weke Şoreşgerên Kurdistanê dihate binavkirin, heta nefesa dawî dewam kir.

Ev koma destpêkê ya Apoyiyan a li taxê, di demeke kurt de berfireh bû û li her qadê deng veda. Kom ne tenê bi avaniya xwe ya îdeolojîk, rêxistinî û çalakiyan; her wiha bi karên xwe yên komeleyê, futbol, aktîvîteyên din ên sporê, karên perwerdeyê û xebatên çandî û civakî jî li pêş bû. Bi tevlîbûna hevalên weke Şahîn Kilavûz, Haydar Altûn, Gurcan Ozcan, Asker Demîr û Îbrahîm Bîlgîn kom mezin bû. Bi demê re di navbera malbatan de veguherî platformeke piştevaniyê.

Kîjan malbat, pêwîstiya xwe bi çi hebûya, ew kom li wir bû. Ev sekna bi kedê, tevkariya madî û hesta alîkariyê hate xurtkirin, dihate wateya sîgortayeke jiyanê. Ji çêkirina malekê heta bi hilgirtina komirê û şikandina êzingan, yan jî çareserkirina pirsgirêkên li nava malbatê yan jî derdorê, tevkariya komê diyarker bû.

Di afirandina atmosfereke bi vî rengî de Dogan li refên herî pêş bû, yek ji kesayetên pêşeng bû. Carna dema ku kar rast nedihat kirin, rûyê wî sor dibû. Di heman demê de gava kêfxweş dibû yan jî ji tiştekî şerm dikir, rûyê wî sor dibû. Ji ber vê jî di nava hevalên xwe de bi navê “Durso” dihate naskirin.

Yekî kedkar, aram û bêdeng bû. Rêxistinvanekî baş, çalakvanekî baş bû; lê belê ne weke hinekan bi kar û serketina xwe pesnê xwe dida. Ji ber vê jî ji bilî yên nêzî wî, bi hêsanî nedihat fêhmkirin bê kesayetekî çawa ye. Dema ku kar û çalakiyên wî ji bo hinek kesên din dibû mal, îtiraz nedikir, bi bêdengî lê temaşe dikir. Lê belê dema ku pêwîst dikir, helwesta herî hişk jî nîşan dida.

Weke mirovekî rêxistin û çalakiyê Dogan di nava koma destpêkê de bû ku berê xwe da Kurdistanê. Li gel ku gelekî ciwan bû, piştî şehadeta Hakî Karer berpirsyariya Herêma Dîlokê hilda ser milê xwe.

‘EZ ÊDÎ DAWÎ LI PARTIYA DOGAN TÎNIM’

Birayê Hakî Karer, Bakî bi giranî bi kesên ji Tûzlûçayirê tevlî dibûn pirsgirêka xwe hebû. Dema ku firsend bidîta helwesteke hikum û darizandinê li hemberî wan nîşan dida. Ji xwe di sala 1979’an de Dogan dema ku li Hîlwanê bû ji ber pirsgirêkekê bi Bakî re li ber hev rabû bû. Ji ber ku rêxistinê jî bi rengê ku Dogan li bendê bû çareser nekir, mesafe xistibû navbera xwe û rêxistinê ku soza dilsoziya heta dawiyê dabû rêxistinê.

Di Kongreya Partiyê ya 5’emîn de ku sala 1995’an hate lidarxistin, bi gotina ‘Ez êdî dawî li partiya Dogan tînim’ dawî li vê mesafeyê anî bû. Vê helwesta wî di heman demê de karaktera wî ya bi biryar nîşan dida.

Dogan Kiliçkaya dilê xwe bi hezkirina mirovan û hevalan tijî bû, di oxira doza xwe de her tişt dida ber çavên xwe. Vegotina kesayetekî bi vî rengî bi nivîseke welê kurt a bîranînê bêguman nepêkan e. Dîroka tevgera şoreşger a Tûzlûçayirê ku Dogan Kiliçkaya jî di nav de bû bêyî Kemal Pîr, Riza Altûn, Alî Dogan Yildirim, Şahîn Kilavûz û hevalên din ên têkoşînê nikare bê vegotin. Her wiha bêyî vegotina wan Dogan nikare bi rengekî rast bê vegotin. Ji ber ku Dogan bi wan re bû Yasîn û tevlî karwanê nemiran bû.

Dogan Kiliçkaya 12’ê Hezîrana 1996’an li Tetwanê di şerê li dijî dijmin de şehîd bû. Di dema şer de hevalek li gel wî bû. Vegotinên hevalê li gel wî ji bo naskirina Dogan agahiyên girîng dide:

“Di sala 1996’an de di konferansa eyaletê de me li Mûtkî hev dît. Di vê konferansê de nirxandin û rexneyên hevalê Yasîn gelekî ronî dikir. Di mijara; li eyaletê divê xeteke çawa ya leşkerî bê şopandin, li hemberî pirsgirêkên rêxistinê divê têkoşîneke çawa bê meşandin û jiyana partiyê çawa bê rûniştandin, nirxandinên gelekî girîng kir. Van nirxandinan cesareteke mezin dida mirov.

Konferansa me bi qasî du hefteyan dewam kir û li vê derê min derfet û firsend dît ku hevalê Yasîn ji nêz ve nas bikim. Bi sohbetan bêhtir bala min çû ser hevalê Yasîn. Nirxandin û nêrînên wî yên li ser rêbaza dijmin û rêbaza gerîla gelekî di cih de bûn; ev yek jî dibû sedem ku di navberên nîqaşê de mirov li derdora wî bicivin. Gelek hevalan hewl didan ku li ser piyan jî be pê re sohbetê bike û nîqaşê bike. Ne pêwîst bû ku mirov demeke dirêj pê re bimîne; balkêşiya ûsluba wî û kûrahiya wî ya di nîqaşê de mirov bi xwe ve girê dida.

Hevalê Yasîn ji aliyê siyasî, îdeolojîk û leşkerî ve weke fîlozofekî bû. Mirov dema ku di perwerdeyê de lê guhdarî dikir, weke ku ji pirtûkê dixwîne; ewqasî li ser dîroka partiyê serwer bû. Gelek taybetmendiyên wî yên cuda hebûn. Bi van taybetmendiyên xwe gelekî dihate hezkirin. Dilnizm bû, hevalekî xwezayî bû.”

Hevalê wî yê çekê ku li Tetwanê di dema şer de pê re bû, qala bûyera şehadetê kir:

“Piştî ku dijmin xwe vekişand, em çûn ku li her du cihên şer binihêrin. Li cihê destpêkê yê şer tiştek tine bû. Lê belê dema ku çûn cihê duyemîn ê şer em li cenazeyên hevalan rast hatin. Hevalên Xelîl û Mahsûn di çeperê de şehîd ketibûn. Hevalê Yasîn li derveyî çeperê bû. Neşibiya mirovekî şehîd ketibû. Heta zikê xwe di nava avê de bû û bi rûyê xwe li ser kevirekî dirêjkirî bû.

Li wî gelî, her ku em dimeşiyan em li cenazeyên hevalan rast dihatin û herî dawî jî me cenazeyê hevalê Kemal dît.

Di nava 18 hevalan de tenê du heval rizgar bûbûn. Di vî şerî de hevalên Dilovan, Mahsûn, Cûma, Kamber, Piling, Sînan, Kemal, Yasîn, Xelîl û hevalên ku navê wan nayê bîra min şehîd ketin.

Piştî ku me cenazeyê hevalan dîtin, me wezîfedarkirin kir û heval li cihê şehîd ketin, veşartin. hevalê Yasîn û 18 heval di 12’ê Hezîrana 1996’an de li gundikê Pohok ê gundê Oranûs ê navçeya Tetwan a Bedlîsê şehîd bûn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve
Nûçeya Pişt re ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pîran, Xana Hawêl û Êlihê ji bo Rojava çalakî

Êrîşên li ser Rojava û dorpêçkirina Kobanê li gelek bajarên Kurdistanê bi meş û daxuyaniyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiya ku li Îranê nehate tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da

Girtiya siyasî Sara Dêldar a ku bi awayek birîndar di girtîgeha Îranê de dihat ragirtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Peter McLaren: Aştî li gel Ocalan dîl hatiye girtin

Prof. Keter McLaren diyar kir ku di vê serdemê de xwestina aştiyê serhildanek e û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilovan li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?