Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Oznûr Bartin anî ziman ku ji bo mayindebûna aştiyê li gel gavên hiqûqî yên dewletê divê civak jî li qadên ziman, çand, aborî, jin, ciwan û demokrasiya xwecihî saziyên xwe ava bike û xwedî li pêvajoyê derkeve.
Nivîskar Mehmet Şahîn anî ziman ku di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û civaka Elewî de têkiliyeke dîrokî heye û got, “Propagandeyeke reşkirinê ye ku tevger weke dijberê Elewiyan bê nîşandan.” Şahîn bal kişand ser têkoşîna yekbûyî ya Elewiyan û Kurdan.
Albuma ‘Hevala Min’ a ji 8 stranan ku Komara Amara diyarî Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê kir, gihîşt ber destê muzîkhezan.
Doza Rojda Yakişikli îro destpê dike ku ji aliyê Okay Gur ve hate qetilkirin. Okay Gur di çarçoveya Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn de hatibû berdan. Parêzer Cansel Talay xwest, tedbîrên parastinê bêne lêkolîn ku beriya mirina Rojda dikarîbûn bêne wergirtin.

