Qeyda mejiyekê ku dimire ji hêla zanyaran ve di warê vegerandina bîranînê de aktîvîteyekî ku ne li bendê bin eşkere kir.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Cafer (Ela Xelef El Berîş) yê dema li ser erka xwe bû li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Dawidiyê hat veşartin.
Gotinek hevpar ku dibêje, ‘’Ger hilbijartin tiştekî biguherta, dewlet û esthilatdarî wê Hilbijartin qedexe bikirana.’’ Eger ev gotin ji bo sazî û dezgehên demokratîk û sivîl ne rast be, miheqqeq…
CPT’yê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, ciwanek hatiye qetilkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di encama hedefgirtina wesayîtekî i taxa Um El Fursan a Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûye.
Rayedarên Hindistanê ragihandin ku li sê eyaletan derdora 70 kes ji ber lehiyê mirine.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de berdewam kir. Dayik Şenyaşar got ku heta kurê wê tê berdan û berpirsyar tên darizandin wê têkoşîna…
Li hewşa girtîgeha li taxa Um El Fursa a li aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojava, teqînek çêbû.
MKG'ê binpêkirina mafên mirovan ên meha Tebaxê li dijî rojnamevanan hatin kirin, eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku 2 rojnamevan hatin kuştin, êriş li rojnamevanekî hate kirin.
Rayedarên deryayî yên Fransî ragihandin ku roja Sêşemê 13 penaber dema ku dixwestin ji Deryaya Manşê derbas bibin, jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Efganistan Kabîlê li ber avahiya serdozgeriyê, êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 6 kes mirin, 13 kes birîndar bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş girtin ser xwe.
Li gorî medyaya Îranê keştiyeke bazirganiyê ya Îranê, li ser ava Quweytê noqî avê bû û 6 kesên ku welatiyên Îran û Hindistanê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Karên Hundir ê Komara Demokratîk a Kongoyê, diyar kir ku li ser hewldana revê ya ji girtîgeha herî mezin a welêt a li Kinşasayê di encama gulebaranê de herî…
Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan zanîn ku îsal li Îranê 15 jê jin zêdetirî 400 kes hatine îdamkirin û anîn ziman ku ew bi taybet ji ber zêdebûna îdamkirinên di…
Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla destnîşan kir ku çiqasê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, divê hunermend jî hîn zêdetir berxwedanê mezin bikin û xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.
Şandeyek ji hikumeta Elmanyayê serdana Şengalê kir. Şandeyê destnîşan kir ku koçberî ji bo Êzidxanê çareserî nîne û ragihand ku ji bo jinûve avakirina Şengalê wan 15 milyon Euro alîkarî…

Têkevin hesabê xwe