Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî pêvajoya entegrasyona saziyên Şengalê daxuyaniyek da ku 26’ê Îlona 2026’an li çiyayê Şengalê pêvajoya entegrasyona hêzên xweparastina YBŞ û YJŞ’ê ya li nava artêşa Iraqê hatibû ragihandin.
Di destpêka daxuyaniyê de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin û hate ragihandin ku di enama berxwedaneke bêhempa ya dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de ev roj tê pîrozkirin.
Meclîsa Gel a Şengalê got, “Di 2014’an de hem Şengal hem Kobanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn dorpêçkirin û dixwestin gelê me qir bikin. Di encama keda şehîdan û berxwedana 12 salan de îro roj hem li Rojavayê Kurdistanê hem li Şengalê me dest bi merheleyeke nû ya têkoşînê kiriye.”
‘ZÊDEYÎ HEZAR SAL IN CARA DESTPÊKÊ YE KU DEWLET ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ NAS DIKE’
Meclîsa Gel a Şengalê destnîşan kir ku ew gavên ji bo entegrasyona demokratîk hatine avetin erênî dibînin, ji bo civakê destpêka dîrokeke nû ye û got, “Zêdetirî hezar sal in cara ewil e dewlet îradeya civaka Êzîdî nas dike û bi nûnerên azad ên civaka Êzîdî re lihevkirinekê eşkere dike.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Bêguman ev entegrasyona demokratîk a li Şengalê tenê YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê li xwe nagire, hemû sazî û dezgehên civaka Êzîdî digire nav xwe. Ev mafekî rewa yê gelê me ye; ev destketî bi xwîna şehîdên Fermana 74’an ava bûye. Entegrasyona hêzên leşkerî di nava saziyên ewlehiyê yên Iraqê de ne projeyek ji derve hatiye ferzkirin e, bi îradeya gelê me pêk hatiye û ev yek parastina destketiyên me, ewlehiya civaka me mayinde û mîsgoger dike. Kesên ku vê yekê weke metirsî nîşan didin, ew kes in ku dixwazin li ser xwîna civaka me bazirganiyê bikin û Şengalê careke din bêparastin bihêlin.
23 sal in ku Şengal dikeve çarçoveya herêmên bi nakok û pirsgirêka civaka me nayê çareserkirin. Em di vê qonaxê de çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û civakî bi hikûmeta navendî re wekî rêyeke ewil dibînin.”
‘ÇARESERIYA RAST EW E KU STATUYA TAYBET A ŞENGALÊ BE NASKIRIN’
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku pirsgirêka Şengalê pirsgirêka civakek û baweriyek e, bi hêzekê ve nayê sînorkirin û çareserkirin û hate gotin, “Çareserkirina pirsgirêka Şengalê di çarçoveya Destûra Iraqê de û bi Hikûmeta Federal a Iraqê re pêwîstiyek bû.”
Meclîsa Gel a Şengalê got, “Çareserkirina pirsgirêkên civaka Şengalê bêyî naskirina îradeya civaka Êzîdî nayê qebûlkirin. Her rêkeftinek ku bêyî naskirina îradeya civaka Êzîdî hatine pêşxistin ji aliyê civakê ve tu carî nehatine pejirandin û vala hatine derxistin. Çareseriya rast ew e ku Statuya Taybet a Şengalê bê naskirin, rêveberiya herêmî (îdara mehellî) ya Şengalê bê pejirandin û mafê me yê xwerêvebirin û parastinê bê mîsogerkirin. Ev mafekî rewa û xwezayî yê civaka Êzîdî ye. Şengal navenda bawerî û ola civaka Êzîdî ye. Ev navend nabe ku derveyî îradeya civaka Êzîdî were birêvebirin û parastin. Çareseriya mayinde em di îdara mehellî de dibînin û daxwaza me jî naskirina vê îradeyê ye. Têkoşîna me wê ji bo naskirina îdara mehellî berdewam bike.”
BANGA RÊZGIRTINA LI ÎRADEYA XELKÊ ŞENGALÊ LI PDK’Ê HATE KIRIN
Daxuyaniya Meclîsa Gel a Şengalê bi vî rengî dewam kir:
“Banga me ew e ku di serî de rêveberiya PDK’ê, her derdor û kesên eleqedar ji îradeya civaka Êzîdî re rêz bigirin û bi rêzdarî nêzîk bibin. Wekî her miletekî, mafê civaka Êzîdî ye jî ku ji bo pêşeroja xwe biryara xwe bixwe bigire û pêşeroja xwe bixe bin ewlehiyê.
Doza Êzîdiyan dozeke neteweyî û navneteweyî ye; mafê tu hêz û derdorekî nîne ku vê rastiyê sivik û berovajî nîşan bide. Pirsgirêka Şengalê bi Kurdbûn û Kurdnebûna Êzîdiyan ve girêdan, berovajîkirineke bi zanebûn e û ji bo li ser rastiyan were girtin ev rojev tên avakirin. Bi van rojevan dixwazin me ji rastiya hebûna îradeya azad a civaka Êzîdî dûr bixin. Bi rojevên ne di berjewendiya civaka Êzîdîtiyê de mijûl bikin û me ji daxwazên esasî dûr bixin. Ji rojevan bi vî rengî dûr sekinandin û li dor daxwazên naskirina îradeya civaka Êzîdî ya azad kombûn erk û berpirsiyariya me ya esasî ye.
‘YEKÎTIYA ÊZIDIYAN WÊ HEBÛNA ME MISOGER BIKE’
Em bang li hemû partî, rêxistin, rewşenbîr, rûspî û jin û ciwanên Êzîdî dikin ku nakokiyên navxweyî deynin aliyekî û di bin sîwanekê de bibin yek. Kesên dixwazin civaka Êzîdî bê îrade û bê parastin bihêlin, ji parçebûna me sûd werdigirin.Yekitiya me mîsogeriya hebûna me ye. Ji bilî tifaq û yekitiya me, tu mîsogeriyek me ya din nîne.
Di nava van hemû geşedanan de em nikarin 12 salên piştî fermanê bêyî keda Rêber Apo û Tevgera Azadiyê binirxînin. Di wan rojan de ku em hatibûn jibîrkirin, ew gihîştin hewara me û civaka me ji qirkirina herî hov a sedsalê rizgar kirin. Bi fikir û felsefeya civaka azad gihîştin vê merheleyê. Îro Meclisa Gel, YBŞ û YJŞ û hemû sazî û tevgerên Êzîdiyan berhema wê baweriyê ne. Piştî ku Rêber Apo pêngava aştiyê û civaka demokratîk da destpêkirin û projeya entegrasyona demokratîk pêş xist, danûstandinên bi Iraqê re dest pê kirin. Encama ku em îro gihiştinê jî berhema vê ked û hewildanê ye. Em bang dikin li hemû dost û dilxwazên civaka Êzîdî ku piştgiriya xwe ya vê pêvajoyê berdewam bikin û bibin alîkarê çareseriya demokratîk.”

