Beriya civîna bilind a avhewayê ya COP31 ku wê di navbera 9-20’ê Mijdarê de li Antalyayê bê lidarxistin, serê vê sibehê serdegirtin çêbûn. Di serdegirtinan de Serokê Şaxê Antalyayê yê Tum Bel-Senê û Berdevkê Demê yê KESK’ê Îlhan Karakûrt û Rêveberê Şaxê Antalyayê yê Tum Emeklî-Senê Mehmet Şerîf Ozdemîr û Rêveberê Antalyayê yê Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) Kazim Yîgît hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku Karakûrt, Ozdemîr û Yîgît li Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê têne ragirtin û biryara nepenîtiyê li ser dosya wan hatiye danîn.

