Li gorî daneyên nû yên roja Çarşemê ji aliyê Ajansa Fezayê ya Ewropayê ve hatine eşkerekirin, bayê li Marsê pir ji ya ku zanist texmîn dikin, bihêztir e.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Li herêmên Kordofan û Darfûrê yên Sûdanê du êrîşên bi droneyan pêk hatin. Di encama êrîşê de herî kêm 28 kes bûn qurbanî û gelek kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 27'ê Adarê roja Înê serdana Îmraliyê bike û bi Rêber Apo re rûnê.
Awûstralyayê bi hinceta şerê li Rojhilata Navîn têketina welêt a kesên xwediyê pasaporta Îranê yên bi armanca turîstîk û xebata demkurt ji bo 6 mehan da sekinandin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku samîmiyeta pêvajoyê tenê bi gavên hiqûqî yên weke rakirina qeyûman, berdana girtiyên nexweş û azadiya Rêber Apo dikare bê…
Cenazeyê Fehîm Tosûn ku li taxa Elbêsê ya navçeya Elbak a Wanê li ser sînorê Îranê beriya 4 rojan hate qetilkirin, hîn nehatiye wergirtin.
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got, "Mehmet Emîn Çam ne li girtîgehê lê li nexweşxaneyê yan jî li derve divê tedawiya wî dewam bike."
Pêvajoya ku wate da Hefteya Lehengiyê şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Mazlûm Dogan a 21'ê Adara 9182'an û şehadeta bi lehengî ya fermandar Egîd a 28'ê Adara 1986'an bû.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e û got, "Gelê ku qadên Newrozê dagirt peyam da…
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Mehmet Edîp Taşar ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Marmarayê dihat girtin û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya bi…
Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Yarsan li bajarokê Çemçemalê xelatên rûmetê dane hunermendên Rojavayê Kurdistanê.
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 978’an de didome.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Cîgira Nûnerê UNICEF'ê ya li Sûriyeyê re li ser pergala perwerdeyê nîqaş kirin. Her du alî li ser xurtkirina hevkariyê li hev kirin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgiriya xwe ji “Projeya Yekîtiya Neteweyî” re nîşan da û got; “Yekrêzî, bingeha sereke ya serkeftinê; parastina maf, azadiyan û temamkirina pêvajoya rizgarî ya neteweyî ye.”
Şehîd Yekta Herekol ku di sala 2004’an de li Helebê bedena xwe da ber agir, di çarçoveya Roja Şanoya Cîhanê de li Dêrikê hat bîranîn.

Têkevin hesabê xwe