Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!
Kurdistan

Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

Cerdevanên gundê Giranê yê Xîzanê bi çekan êrîşî keriyê pez ê gundiyên Deşta Avê kirin û zêdetirî 100 pez qetil kirin. Cerdevanên ku bi salan e gefê li gundiyan dixwin, bi çekê gef li şivanekî xwarin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Cerdevanên gundê Giranê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê bi çekan êrîşî keriyê pez ê gundiyan gundikê Deşta Avê kirin. Hat zanîn ku di êrîşa cerdevanan de zêdetirî 100 pez hatin qetilkirin. Cerdevanan bi çekan gef li şivanê gund xwarin. Li gorî agahiyên ji gundiyên Deşta Avê yên ku pezên wan hatine qetilkirin hatine wergirtin, cerdevan bi salan e bi awayekî sîstematîk gefê li wan dixwin, nahêlin ku ew jî ji gundê xwe derkevin û êrîşî wan dikin. Gundiyên ku pirsgirêk birine hem walîtî û hem jî parlamenteran, xwestin ku dawî li van gefên ku bi salan e berdewam dikin were. 

 

Şevê din şivanên ku li gundê Deşta Avê pezên xwe diçêrandin ji dengê çekan matmayî man. Piştî ku pez hatin qetilkirin, şivanên tirsiyan neçar man ku ji cihê bûyerê birevin. Hat hînbûn ku cerdevanên gundê Giranê ku bi çekan nêzîkî 100 pez qetil kirin, beriya bûyerê rastî  şivanekî ciwan hatin çek xistin serê wî û pirsa cihê jê kirin.

PEZ QETIL KIRIN Û GEF LI ŞIVAN XWARIN!

Gundiyên ku me derbarê bûyerê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku cerdevan bi salan e dijminatiya wan dikin û ji ber ku ji gundên xwe koç nekirine bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Li gorî agahiyên derbarê bûyerê de hatine bidestxistin, cerdevanan li gundê Giranê baregehek ava kirine, piştî nerazîbûna gundiyan û bûyer birin dadgehê baregeh ji hêla cerdevanan ve hatiye valakirin. Cerdevanên ku îdia dikin ku di erdên gundiyan de para wan heye, par jî ji ber heman sedeman êrîşî gundiyan kiribûn.

‘DIXWAZIN EM JI GUND DERKEVIN’

Welatiyên gundê Deşta Avê ku em bi wan re axivîn, li ser tiştê qewimî ev agahî parve kirin: “Ew cerdevanên gundekî ne û dixwazin erd û milkên me desteser bikin. Heta nahêlin em ji gund derkevin. Me ev rewş ji hemû parlamenter û siyasetmedaran re ragihand. Gelek caran gefê li me dixwin. Şevê din hatin pezê me gulebranan kirin û 100 pezê me qetil kirin. Me pirsgirêk ji qereqolê re ragihand. Hatin lêkolîn kirin, lê tiştek nekirin. Şivanekî ciwan girtin, çek xistin devê wî û gef lê xwarin. Ew niha di şokê de ye û pirsa pezê em wî li ku ne jê kirine. Li gund baregehek ava kirin, wekî gundiyan me îtîraz kir û piştre me me mijar bir dadgehê. Me doza dadgehê qezenc kir, ji wê demê ve dijminatiya me dikin. Em her roj vê yekê dijîn. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Di sala 1993’yan de ji ber zextan em neçar man ku ji gund derkevin. Em di sala 2002’yan de vegeriyan gund. Îro ji bo em dîsa ji gundê xwe derkevin zextê li me dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEDLÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêvajoyê ji gel re vedibêjin
Nûçeya Pişt re Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji KJK’ê peyama sala 20’emîn: Em Ronesansa Jinê pêk bînin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 20'an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, "Em sedsala…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da û got, “Pirsgirêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk êrîşî gundekî Qereqozax kir

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Qereqozax barand.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ser şopa Şaristan…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?