Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’
Kurdistan

‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dirûşmeya “Em gotina aştiyê bi gel re ava aikin” li nava hala Sêrtê û li bajarokê Ziyaretê Sêrtê  civînên gel pêk anîn. Di civînên gel de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tev li civînê bûn.

‘EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ BI HEV RE SER BIXIN’

Sabahat Erdogan Saritaş pêşî axivî û got: “Zêdetirî salekê ye ku di ser pêvajoyê re derbas bûye. Ji dema ku ev pêvajo dest pê kiriye, heta niha em di nav gel de ne. Dema em aştiyê ava dikin, em hemû pirsgirêkên civakê digirin dest û ji bo derketina hişê hevpar ê çareseriyê têkoşînê dimeşînin. Xweza, çand, ziman, huner û nasname, ev hemû di rojeva civakê de ne. Hebûna we ya li vir ji bo me pir hêja ye. Rexne yan jî pêşniyarên we dê tevkariyeke mezin bide me. Birêz Ocalan ji bo avakirina civakea demokratîk û azad, di 27ê Sibatê de daxuyaniyek da. Dîroka gelê Kurd, dîroka berxwedanê ye. Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe her dem di nav berxwedanê de bûye. Di encama têkoşîna 50 salî de li ser maseya muzakereyê hat rûniştin. Li Meclisê komisyonek hat avakirin. Komisyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevdîtin kir. Îro jî pêşniyarên xwe pêşkêşî meclisê kir. Ev girîng e. Tevgera Azadiya Kurd ji bo avakirina aştiyê çi dikeve ser milê wê hemû bi cih tîne. Niha dor a dewletê ye ku gavan bavêje. Divê gavên destûrî di demek nêz de bên avêtin. Qanûneke çarçoveyê ya ku ji 7 xalan pêk tê wê bê meclisê. Dema dewlet vê tîne, divê feraseta înkar û îmhayê ya sed salî bide aliyekî û di mijara pêvajoyê de samîmî be. Pêvajo wê bi ser bikeve. Em ê vê pêvajoyê bi hev re bi ser bixin.”

‘WERIN EM LI SER VÊ BIAXIVIN Û TÊKOŞÎNA WÊ BIMEŞÎNIN’

Piştre Hevseroka giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û anî ziman ku rastiyeke dewletê ya ku ji înkara Kurdan hatiye ser maseya muzakereyê heye û got: “Dema em tiştekî nû ava dikin, divê li aliyekî yê înkar dike û li aliyê din jî yê ku ji bo avakirinê têkoşînê dide bibînin. Divê nebaweriya bi dewletê nebe hinceta nemeşandina pêvajoyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têkoşînê dide. Em li ser dewletê bisekinin û em gavê pê bidin avêtin. Muhatab dewlet e. Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye. Em avakerên vî welatî ne. Di bingeha vî welatî de gelê Kurd heye. Devlet Bahçelî çima hat ser maseyên DEM Partiyê? Dema pêvajo dest pê dikir. Ji ber ku dizanibû rewşa şer a li Rojhilata Navîn wê bê Tirkiyeyê, ji ber wê hat. Destê xwe dirêj kir. Daxuyaniya mafê hêviyê da. Em ji Sûriyeyeke ku nasname nedidan Kurdan, hatin Sûriyeyeke ku li ser maseya muzakereyê rûdinin û mafên xwe digirin. Destê aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan pir girîng e. Werin em li ser vê biaxivin û têkoşîna wê bimeşînin.”

‘VÊ PÊVAJOYÊ NEKIN QURBANA KURSÎ Û BERÎKAN’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna hevpar a avakirina aştiyê û wiha got: “Gelê me di bin bandora argûmanên şerê taybet de dimîne ku bi rêya medyaya dijîtal têne xebitandin. Meseleya Demîrtaş jî yek ji van e. Çawa dikarin bifikirin ku em ê çavên xwe li girtina tu hevalên xwe yên di girtîgehê de bigirin? Em ê destûrê nedin ku yek hevalê me jî di girtîgehê de bimîne. Komisyona ku li meclisê hatiye avakirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatin cem hev. Dibe ku rapora komisyonê ji sedî sed daxwazên me bi cih neynê, lê em ê li ser vê yekê israr bikin. Vê pêvajoyê nekin qurbana kursî û berîkan. Divê li vî welatî ne tundî, jiyana demokratîk hebe.”

‘DIVÊ EM DESTÊ BIRÊZ OCALAN XURT BIKIN’

Piştî axaftinan, beşdaran nêrînên xwe wiha parvekirin: “Zêdetirî salekê ye pêvajo berdewam dike, lê dewletê hê jî tu gavekê neavêtiye. Di serî de girtiyên nexweş, di gelek mijaran de gav nehatine avêtin. Çima? Ji sala 2014an vir ve gelê me li hemberî partiyên me yên siyasî sar bûne. Di mijara eleqedariya bi pirsgirêkên gel re kêmasî hene. Divê ev yek ji holê rabe. Hevşaredar û parlamenter divê di nav gel de roleke aktîf bilîzin. Divê hem di mijara pêvajoyê de hem jî di mijara avakirinê de aktîf bin. Hevşaredar divê di asteke wisa de bin ku di nava gel de pirsgirêkan çareser bikin. Dema şaredarî naxebite, dê gel sar bibe û bi yekê re çavên gel li ser şaredariyê ye. Şaredarî jî parçeyek ê têkoşînê ye. Ji bo fuhûş, hişbir, maddeya kîmyewî, qirkirina xwezayê, ziman, çand, nasname û êrişên li ser jinan, divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Ev partî partiya me ye. Rexne û pêşniyarên me ji bo pêşveçûna partiya me hene. Divê daxwaza xizmetê ya gel bê dabînkirin. Bi xebateke xurt em girseya xwe mezin bikin. Divê têkoşîna jinê bibe pêşengiya pêvajoyê. Heke em wek gel xwe tev li bikin, em ê destê birêz Ocalan xurtir bikin. Vî gelî ji bo aştiyê bedêlên mezin dane. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin.”

Civîna gel dê saet di 20:00an de jî berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊRT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike
Nûçeya Pişt re Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 284 gund û gundikan hate girtin

Li Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfa zêde rêya 284 gund û gundikan hate…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê şehadeta Hêvî Amûdê eşkere kir

YPJ'ê ragihand ku şervana wan Hêvî Amûdê ji ber krîza dil şehîd bûye.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre ji bo berxwedana Rojava hat çêkirin

Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre dirêj ji bo piştgiriya berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?