În, 1 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Guterres: Pêvajoya aştiyê ya Tirkiye-PKK’ê pêşketineke gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê ku li Siddik Akiş hatî birîn li Colemêrg û navçeyên wê hat şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê li ber biryara têkildarî doza Poyraz Esen rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên ‘Deng Bide Azadiyê’: Israra di tecrîdê de israra di şer de ye
Rojane

Çalakiyên ‘Deng Bide Azadiyê’: Israra di tecrîdê de israra di şer de ye

Xizmên girtiyan di çalakiyên “Deng Bide Azadiyê” yên li Mêrsîn û Îzmîrê de peyama, “Li Îmraliyê hiqûq tune ye. İsrara di tecrîdê de tê wateya israra di şer de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya li Mêrsînê li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê hate lidarxistin. Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Mêrsîn û navçeyê wê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek xizmên girtiyan tevlî bûn. Di çalakiyê de çalakvanan pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 

‘BILA GUTTÛGO Û MUZAKERE BÊN PÊŞXISTIN’

 Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşat Aşan di çalakiyê de xwest ku tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Aşan, got ku israra di tecrîdê de tê wateya israra di şer de û wiha pê de çû: “Em li vir bangî îktîdarê dikin; dawî li tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan bînin û bingehê ava bikin ku rola xwe ya di aştiyê de bilîze. Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şer her ku diçe dijwartir dibe. Sedema şer jî ew e ku desthilatdarî aştiyê naxin rojeva xwe û nahêlin hewldanên muxatabiyê pêş bikevin. Yên di şer de israr dikin, xerabiyê li vî welatî dikin. Divê ev şer bê bidawîkirin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila guftûgo û muzakere bên pêşxistin. Heke pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, dê aştî neyê deverên din ên Rojhilata Navîn jî. Em kesên di polîtîkaya şer de israr dikin şermezar dikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, guftûgo û muzakere ne.” 

  Parlamenter Alî Bozan jî ev tişt anî ziman: “Em li pêşiya Girtîgeha Tarsusê bang dikin û dipirsin; daxwaza me zelal e. Em dibêjin; bila li Girtîgeha Girava Îmraliyê qanûn bikeve meriyetê, hiqûq bikeve meriyetê. Ka li vê Girtîgeha Tarsusê çi hiqûq di meriyetê de be, bila heman hiqûq li Girava Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Em ji desthilatdariya AKP-MHP’ê dipirsin; ma Girtîgeha Îmraliyê ne xaka Komara Tirkiyeyê ye? Gelo we firotiye DYA, Rûsya û hwd. haya me jê tune ye? Em dizanin ku li Girava Îmraliyê hiqûq tune ye. Heta ku li Girava Îmraliyê hiqûq dikeve meriyetê, heta tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan tê rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk tê çareserkirin dê têkoşîna me bidome. Dema aştî û aramî hate vê xakê dê desthilatdarî jî bi dawî bibe. Lewma di şer û tecrîdê de israr dikin. Em dibêjin ku dê hem tecrîdê bi dawî bikin hem jî dê aştî û aramiyê bînin vî welatî û dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin.” 

 Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 

ÎZMÎR

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê û nûnerên Jinart Hunerê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin ji bo aştiya civakî em deng bidin azadiyê” hate hilgirtin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Vezan Karabûlût a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Bi hefteyan e dengê me li dîwaran dikeve û bi paş ve tê. Zarokên me, mirovên me li girtîgehan tên tecrîdkirin, înfazên wan tên şewitandin, ceza tên dayîn. Girtiyên 30 salan nayên berdan. Di demekî nêz de ceza dan girtiyên jin. Em dibêjin ev pêkanîn derveyî mirovahiyê ne, divê demildest ev pêkanîn tecrîda li girtîgehan bi dawî bibin. Em careke din bi hev re dibêjin ji tecrîda girtîgehan re na.”

‘EM ALÎGIRÊ AŞTIYÊ NE’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê û malbata girtiyan Medîne Kaymaz a pişt re axivî jî ev bang kir: “Em dayikên aştiyê ne. Bêyî cudatiya tirk û kurdan em ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazin. Heta ku Serokê Gelê Kurd dîl girtî be dê ev zilm xelas nebe, aştî neyê Tirkiyeyê. Divê hemû Tirkiye vê bizane. Em alîgirê aştiyê ne ne yê zilmê ne. Zilma li ser Kurdan û şerê li Kurdistanê bidin rawestandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Ji tecrîdê re ji girtiyan re azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Efûya giştî: Li Hesekê 50 girtiyên din hatin berdan
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şervanê HRE’yê Dilsoz Raco hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li kursa Quranê destdirêjiya li zarokan

Derket holê ku li gundê Qetîn ê Karazê perwerdekarê kursa Quranê Osman E. dest dirêjî…

Ji aliyê Stêrk TV

Xwepêşandanên li Bangladeşê: Heta niha zêdeyî 300 kes mirin

Li Bangladeşê di xwepêşandanên li dijî hikumetê de roja Yekşemê herî kêm 94 kes mirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

Ji bo gerîlayên HPG'ê Faruk Kurt, Medenî Kurt, Eşref Keser û şervanê YPG'ê Ahmet Arcan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Guterres: Pêvajoya aştiyê ya Tirkiye-PKK’ê pêşketineke gelekî girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?