PKK’ê bi têkoşîna xwe ya berxwedanê ya 48 salan destketiyên mezin afirand û gelê Kurd danî ser dika dîrokê. Mafê azadiyê yê gelê Kurd kete rojeva tevahiya cîhanê. Di vê oxirê de berdêlên gelekî giran hatin dayin, gelek lehengan xwe feda kirin. Her yek ji wan ji bo gelê Kurd veguherîn mîrateya jiyana azad. Bi hezaran ciwanan ji bo xwedîderketina li dozê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û li hemberî zor û zehmetiyan têkoşîneke mezin meşandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser mijarê nêrîna xwe anîn ziman.
Gerîlaya YJA Starê Bahar Goyî bi pîrozkirina 27’ê Mijdarê dest bi axaftina xwe kir û got, “Îro ji bo me gelekî girîng e. Tevgear me dema ku ava bû, gelên Kurd, Tirk û Ereb beşdarî nava vê tevgerê bûn; gelek gelên cuda piştgirî dan. Têkoşîna Rêber Apo bandor li hemû gelan kir. Mînaka vê jî hevalê Hakî ye. Hevalê Hakî ruhê veşartî yê Rêber Apo bû. Rêber Apo ji bo xwedîderketina li bîranîna hevalê Hakî di sala 1978’an de li gundê Fîsê PKK ava kir. Piştî ku PKK ava bû, li tevahiya Kurdistanê û cîhanê belav bû. Bi milyonna mirov xwedî lê derketin û bi hezaran ciwanî berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Bi hezaran ciwanên leheng pêşengî ji doza azadiyê re kirin û bi wêrekiyeke mezin şehîd bûn. Hevalên me yên ku şehadeta wan niha tê ragihandin, gelê me bi rengekî girseyî xwedî li wan derdikeve. Ev yek ji bo me gelekî bi wate û hêja ye.
Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li Rêber Apo ye. Bi rastî jî em gelekî kêfxweş dibin dema ku dibînin gelê me xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Ev yek sekneke pîroz e. Ev sekin di heman demê de nîşan dide ku çiqasî xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Ji bo me niha meseleya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî divê em şehîdên xwe ji xwe re bikin esas. Eger em bidin ser şopa wan em ê destketiyên mezin bi dest bixin. Dema ku me jiyaneke azad û hevpar ava kir, hingî em ê vê diyarî gelê xwe û Rêberê xwe bikin. Pêvajo bi pêş ve biçe yan jî neçe, em ê xwedî li Rêberê xwe û şehîdên xwe derkevin. Li ser vê bingehê em ê bi coşeke mezin têkoşînê bimeşînin.”
DIHATE XWESTIN KU NIRXÊN GELÊ KURD BÊNE TINEKIRIN
Gerîla Dilgeş Farqîn anî ziman ku beriya PKK’ê li kurdistanê dijmin serwer bû, êrişên qirkirinê dibir ser gelê wKurd û got, “Dagirkeran bi hovîtiyeke mezin êrişî gelê Kurd dikirin. Bi taybetî di van êrişan de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Ji aliyê civakî û çandî ve hemû nirxên gelê Kurd dihatin tinekirin. Gelek rêxistinên Kurd ên wê demê dihatin naskirin bi tirs nêzî doza gelê Kurd dibûn. Lê belê piştî ku Rêber Apo rabû, ev tarîtiya ku li gelê Kurd dihate ferzkirin hate bêbandorkirin. Rêber Apo didît ku pêwîstî bi avakirina tevgereke Kurd heye. Ji ber vê jî di sala 1978’an de Tevgear PKK’ê ava kir. Ji ber ku min ev tevger nas kir, ez xwe bi şens dibînim.
Êriş û zilma dihate kirin em hîn bêhtir nêzî Tevgera PKK’ê dikir. Ji ber ku lehengiya li pêş çavên me dihate kirin hem bandor li min hem jî li tevahiya civakê dikir. Vê bandorê kir ku tevlî nava Tevgera PKK’ê bibim. Ji ber ku di nava tevgerke bi vî rengî de me ez serbilind im. Tevgera PKK’ê bi esasî tevgereke tolhildanê ye. Bi şehadeta hevalê Hakî re PKK’Lê têkoşîna xwe bi ruhê tolhildanê meşand. Rêber Apo di nava PKK’ê de gelek leheng afirand ku destan nivîsandin. Weke ku Rêber Apo got, PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi cih anî. Bi taybetî ji aliyê hebûna gelê Kurd ve serketineke bi bandor bi xwe re anî. PKK’ê ti carî xwe ji civakê qut nekir. Her tim bi fikrê jiyana komînal civak bi pêş ve bir. Em jî weke şervanên Rêber Apo li gel gelê xwe em ê jiyaneke azad ava bikin.”

