Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çalakvanê ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ Mûrat (Berzan Ozturk)
Kurdistan

Çalakvanê ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ Mûrat (Berzan Ozturk)

Mûrat (Berzan Oztûrk) 25 salan beriya niha di 1’ê Mijdarê de li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir. Wê bîranîna wî tim di nava têkoşîna me de zindî bimîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Dîrok 27’ê Mijdara sala 1978’an e. Li Kurdistanê serhildaneke nû, jiyaneke nû ava dibûn. Vê carê ne weke berê bêamadehî û bêrêxistinî bû.

Serhed ji roja heyî heya niha li benda agahiyeke wiha bû. Û dîsa ji binê axê derxistin çekên ku veşartîbûn. Pêl bi pêl berê xwe dan çiyayan. Hemû xaka xwe bi xwîna Serhedê şûstin û jiyan bi mirinê afirandin. Dibe ku roja rizgariyê qet nebînin lê belê ji bo zarokên hê jidayîknebûyîn bibînin, bûn bedêl. Li Agirîyê, Tendûrekê, Çemçê, Golê û hemû Serhedê gerîla dan nasîn. Bi stranan azadî vegotin û govend gerandin. Dîgor, Dutax, Bazîd, Giyadîn, Panos, Xinis, Varto, Mazgîrt, Îdir û yên din jî tevlî govendên bûn.  Ahmet Guler, Ahmet Kesîp, Îdrîs Okmen, Sûat Şahîn, Tekîn Kizilay, Ahmet Tosûn, Sema Yuce û bi hezaran qehremanên din derketin holê. Serhedê bi hezaran şehîd dan.

Hevrê Mûrat, di sala 1975’an de li gundê Mîrza Beg ê navçeya Dutax a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Neviyê Xalis Beg e ku Xalis Beg di nava serhildanên Agirî û Zîlanê de bi awayekî aktîf cihê xwe girtiye. Halis Begê welatparêz û derdora wî piştî serhildanan tên sirgûnkirin û berê wan didin zindanan. Vê malbatê jî ji zulma dewleta Tirk a faşîst para xwe standiye. Lê belê di nava malbatê de kevneşopiya berxwedêriyê tim berdewam kiriye ku heya roja me ya îroyîn jî ev yek berdewam dike.

Bi îlankirina PKK’ê û destpêkirina çalakiyan a li qada Serhedê re, malbata hevrê Mûrat dibin mezintirîn piştevanê partiyê. Hem maddî, hem manewî û hem jî bi xebatên aktîf piştevaniya têkoşînê dike. Gelek xizmên malbatê tevlî nava refên gerîlayan dibin, glek jî dikevin zindanan yan jî xebatên milîstiyê dikin. Ji ber vê yekê jî di salên 90’î de dijmin dubare berê xwe dide vê malbatê. Dîsa sirgun, girtin û êşkence. Rejîma faşîst hewl dide ku malbatê teslîm bigire û ji têkoşîna neteweyî dûr bixe. Dema ku dibîne nikare vê yekê pêk bîne, dest bi êrîşên dijwar dike. Hevrê Mûrat di encama van êrîşan de biryara xwe dide û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Gerîlatiya li Kurdistanê ne tiştekî hêsan e. Dil û îradeyeke mezin dixwaze. Hevrê Mûrat jî di demeke kurt de hînî jiyana gerîlayan dibe ku ew di zarokatiya xwe de nas dike û gelekî li gel gerîlayan maye. Destpêkê qasidiyê dike. Gerîlayên nû tevlî dibin, derbas dike. Vê wezîfeya xwe ku baldarî û hesasiyeteke mezin dixwaze, bi awayekî serkeftî bi cih tîne. Di tevahiya wezîfeya xwe de baweriya partiyê naşikîne û li gel vê yekê jî tim ji gerîlayên nû re dibe moral. Lê belê di sala 1993’yan de li Şemzînanê tê girtin. Di pêvajoya binçavkirinê de ku gelekî dijwar derbas dibe, li ber xwe dide û têk naçe. Mîrateya berxwedêriyê ya ji malbata xwe digire, di vê pêvajoyê de bi awayekî baş diparêze. Piştî ku salekê li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dîl tê girtin, serbest tê berdan.

Piştî demeke kurt dubare dest bi wezîfeyên xwe dike.

Ewilî li Agiriyê, piştre li Edene, Mêrsîn û Stenbolê xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev xebat wî têr nakin. Ji ber ku hesreta wî ya ji bo hevrêyên wî yên li çiyayan şer dikin, her ku diçe zêdetir dibe. Dawiyê pêşniyara wî tê qebûlkirin û dubare vedigere nava refên ARGK’ê. Ji ber qada Serhedê baş dizane, di demeke kurt de wezîfeyên girîng digire ser milên xwe. Di gelek xebatên leşkerî û siyasî yên li qadê de bi awayekî aktîf cihê xwe digire.

Di serdema xebatên zivistanê de li gel komeke hevrêyên xwe diçe gundekî û leşkerên Tirk li hemberî wî gundî operasyonê didin destpêkirin.  Gund tê dorpêçkirin û lêgerîna malan destpê dike. Ji ber ku gund tê dorpêçkirin, ji bilî şerkirinê tu rê namînin. Lê belê dibe ku ev yek zirarê bide gundiyan. Ji ber ku artêşa Tirk a faşîst zarok, jin, pîr û gundiyan ji hev cuda nake û guleyan berdide. Ev yek li gelek cihan pêk aniye. Li gorî wan Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye. Ji ber ku nikare li hemberî gerîlayan li ber xwe bide, ew jî berê xwe dide gel ku ev yek jî taktîkeke wê ya şerê taybet e. Erka wan a sereke qutifandina gel e. Ji ber vê yekê li gel hevrêyên xwe derdikeve derve û li cihekî digerin ku xwe lê veşêrin. Cihê herî baş çemê li nêzî gund e. Talûkeya wê zêde ye, lê belê ji bilî vê yekê jî tu rêyên wan nînin. Demildest xwe li wir vedişêrin. Tam du saet û nîvan xwe di nava ava cemidî de vedişêrin û xwe ji operasyonê rizgar dikin.

Serhed sar e. Zivistanên Serhedê gelekî dijwar derbas dibin. Êdî hewce nake ku mirov qala mayîna di nav ava cemidî de bike. Xwe ji operasyonê rizgar kirin, lê belê gurcikên hevrê Mûrat ji ber ava cemidî zirareke mezin dibînin.  Dîsa bêyî daxwaza xwe ji bo tedawiyê neçar dimîne ku ji çiyayan vegere. Destpêkê berê xwe dide Metropolan û piştre jî Ewropayê.

Tevî ku ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê dibe jî, dîsa li cihê xwe nasekine. Ji bo hevrê Mûrat pêdiviyên têkoşînê ji her tiştî girîngtir in. Li Heilbronn, Basel, Stutgart, Hollanda û Fransayê wezîfeyên girîng digire ser milên xwe. Ruhê welat bi awayê herî baş temsîl dike û germahiya jiyana gerîlayan dide hemû hevrêyên xwe û gel.  Di demeke kurt de ji aliyê her kesî ve gelekî tê hezkirin. Têkiliya wî ya bi gel û hevrêyên wî re dibe mînak. Hesasiyeta wî ya li hemberî pisgirêkan û israra wî ji bo çareseriyan li hemû qadan baweriyeke mezin dide gel û hevrêyên xwe. Ew milîtanekî wisa bi rast dijiya û dida jiyankirin û bi tu awayî xeletî qebûl nedikir. Bişirîna li ser rûyê wî tu caran kêm nedibû. Tu caran ji pîvanên rêz û hezkirinê derbas nedibû.  Dilê tu kesî nedihişt. Lê belê kêmasiya veqetîna ji welat û hevrêyên xwe tim hîs kir. Tekane armanca wî vegerîn bû. Tim li bendê ma ku li wan çiyayên biheybet, tola xwe ya dîrokî bistîne.

Dîrok 9’ê Cotmeha sala 1998’an  e. Rejîma ku xwe dispêre emperyalîzm û paşverûtiya siyonîzmê, li hemberî roja gelê me Rêber Apo komployeke navneteweyî pêş xist. Ji bo tunekirina şerê mafdar ê gelê Kurd destpêkê berê xwe dan avakarê têkoşînê. Li hemberî vê komployê bi şîara ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ ji 60’î zêdetir kadro û welatparêzan li dora Rêberê xwe bi çembereke ji agirî, bedena xwe dan ber agir û xwe şewitandin.

Hevrê Mûrat ji zû de ev peyam girtibû. Çawa ku beriya çend mehan hem eqreba û hem jî hevrêya wî Sema Yuce bûbû gilokeke agir, ew jî ji bo ku nêzîkî rojê bibe diviya ev yek kiriba. Her wiha diviya xemsariya Ewropayê demokrasî û azadiya wê ya derewîn nîşanî gelê xwe bidaya. Bila bizanibin ku em li ku derê bin, çawa bijîn jî heya welatê me nebe, tu tiştekî me nabe. Tu kes navê Kurdan bi bîr nayîne. Kurdan bi têkoşîna xwe hebûna xwe îspat kir, bi têkoşînê navê xwe da bihîstin û divê bi têkoşîna xwe welatê xwe ava bikin. Ji bilî vê yekê her tiştin din berhewa ne. û Rêbertiya me jî, dil û xwîna gelê Kurd e. Heya ku gelê Kurd hebe, gerîla hebe tu kes nikare ‘Roja Me Tarî Bike.’

Girêdayî vê yekê hevrê Mûrat ê ku agirê ji Mazlûman girtî di laşê xwe de geş kir, di 4’ê Çileya 1999’an de li nexweşxaneya leşkerî ya li bajarê Koblenz a Elmanyayê tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrê Mûrat!… Tu hemû caran gavekê li pêşiya me bûyî. Bi vê çalakiya xwe ya mezin, te vê carê di navbera me de mesafeyeke mezintir vekir. Hin tiştên wisa hene ku, mirov nikare qala wan bike. Weke bexteweriyê, hezkirinê, evînê, şehadeta hevrêyekî tê hezkirin.

Gelê me li dora Rojên xwe çembereke pola ava kiriye. Çek, fûze û zora tu hêzan nikare vê vînê bişkîne. Dibêjin; ‘’Yan em ê hemû bi hev re tune bibin yan jî em ê bi hev re li gel Roja xwe azad bibin.’’

Hevrê Mûrat ala me tu caran danakeve. Hezaran, deh hezaran, milyonan kes heya Kurdistaneke azad wê tu caran nesekinin. Em ê her tiştî li xwe biherimînin. Heya ku laşên me yên pîroz li ser xakên azad vediguherin qurnefîleke sor.

Di şexsê te de ez hemû lehengan silav dikim.  Bîranînên we wê di nava têkoşîna me de tim zindî bimînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YBŞ: Divê gelê me amade be!
Nûçeya Pişt re Weşanxaneya Aram du pirtûkên din ên nû çap kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efganistanê erdheja bi 6.0 pileyî: Zêdeyî 600 kes mirin

Li wîlayeta Kunarê ya li rojhilatê Efganistanê êvara yekşemê bi 6.0 pileyî erd hejiya. Zêdeyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

Di deklarasyona ku li Amedê bi îmzaya 130 rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbicê şerekî giran diqewime

Li Minbicê şerê giran dewam dike. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 14 jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?