Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Til Temirê û malbatên şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên saziyên civaka sivîl, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Hesen Simayîla ku di 20`ê Tîrmehê de di encama nexweşiya penceşêrê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû, oxir kir.
Merasîmê li Pakrewangeha Şehîdan a Til Temirê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Idrîs El Yûnis axivî û got: “Dilsoziya bi şehîdan re tenê bi bîranîna wan pêk nayê, divê bi berdewamkirina têkoşînê, rakirina berpirsyariyê û xizmeta civakê pêk bê.”
Idrîs Yûnis soza berdewamkirina rêya şehîdan da û wiha anî ziman: “Bi berdêlên ku şehîdan dane, bingeha tecrubeya Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava hat danîn. Divê ji bo parastina van destketiyan yekrêzî û pêşxistina rihê hevgirtina di navbera pêkhateyan de pêk were.”
Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê Silêman Nûhê jî axivî û da zanîn ku şehîd Simayîla bi berpirsyariya xwe dihate naskirin, ji bo parastina civakê, berevaniya li ber azadî û rûmetê, ew yek ji kesên destpêkê bû ku tev li nava refên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû.
Biraziyê şehîd Xidir Simayîla Îsmaîl El Xalid jî got: “Şehîd Xidir di dema pêkanîna xebata xwe de rastî gelek rewşên zehmet û xeteriyê hat, lê ev yek ji bo domandina erka wî nebû asteng. Tevî nexweşiyê jî ew bi sebir û dilsozî heta şehadetê xebitî.”
Di axaftinan de hate diyarkirin ku ji bo domandina rêya têkoşînê, dê şehîdên wan her jêdera hêz û îlhamê bin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Xidir Hesen Simayîla hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Paşê bi tilîliyan cenazeyê şehîd li pakrewangehê hate veşartin.

