Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hawar Seydo yê ku di 18ˊê Çileyê li Reqayê de şehîd bû, bi merasîmekê veşartin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf axivî û got: “Şehîdên me bi têkoşîn û berxwedana xwe welatê me ava kir, divê me şopandina rêya wan bidomînin û fedakariyên wan ji bîr nekin.”
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn jî got: “Bi saya fedakarî û xwîna şehîdan, serkeftin garantiya pêşeroja me ye.”
Emîn diyar kri ku ji bo parastina nirxên şehîdan û mîrasa wan hemû berpirsiyar in.
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

