Li gorî Rêveberiya Meteorojiya Taywanê, tê payîn ku Bagera Champiyê rojên În û Şemiyê ber bi tevahiya peravên bakurrojhilat ve were û piştre jî ber bi Çîn û Japonyayê ve biçe.
Navenda Hişyariya Bagerê ya Hevpar a girêdayî artêşa DYE’yê da zanîn ku dibe leza bagerê di saetê de bigihîje 213 kîlometreyan. Hate diyarkirin ku leza bagerê ya ku di destpêkê de gihîşt 300 kîlometreyan, bi demê re kêm dibe.
Serokkomarê Taywanê Lai Ching-te li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da, bang li gel kir ku baldar bin û li hemberî barînên zêde amadekariyên xwe bikn.
ÇÎN Û JAPONYA JÎ TEDBÎRAN DISTÎNIN
Piştî Taywanê li herêmên rojhilat ên Çînê jî bi milyonan kes li hemberî barînên zêde û lehiyên ji nişka ve amadekariyan dikin.
Du şîrketên rêhewayê yên mezin ên Japonyayê jî zêdetirî 110 seferên balafiran ên dihat payîn ku di navbera rojên Pêncşem û Şemiyê de werin kirin, betal kirin.

