Yekşem, 6 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan car din bûn hevserok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG û DFG: Di dema pêş de wezîfeya me ew e ku bibe dengê civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev rê ne tenê ya ODTU’yê, her wiha Enqereyê bi temamî eleqedar dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çîgdem Dogû: Pêvajo ne pêvajoyeke bazariyê ye, meseleya aştî û demokratîkbûnê ya rasteqîn e
Kurdistan

Çîgdem Dogû: Pêvajo ne pêvajoyeke bazariyê ye, meseleya aştî û demokratîkbûnê ya rasteqîn e

Çîgdem Dogû vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê weke gaveke dîrokî pênase kir û bang li komîsyona li meclîsê kir ku li Rêber Apo guhdarî bike, qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin û pêvajoya destûra bingehîn bê destpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haber TV bû û pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo destpê kir, nirxand. Çîgdem Dogû got, di demekê de ku pirsa ‘Gelo pêvajo xitimî ye?’ dihate kirin, pêngava vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê nabe ku ti carî weke hewldaneke ji rêzê bê dîtin, ew hewldan gaveke dîrokî ye.

Çîgdem Dogû anî ziman, ku komên vekişiyan hem ji zor û zehmetiyên mezin, hem jî ji pêvajoyeke îqnakirinê derbas bûn û got, “Ev heval ew hêza gerîla ye ku bi salan li çeperên xwe yên li Bakurê Kurdistanê man û têkoşiyan. Hêzeke gerîla ye ku xwedî motîvasyonekê ye. Îqnakirina van hevalan ji bo vekişînê bêguman gelekî zehmet bû. Ya ku ew îqna kir bêguman pêvajo bû ku Rêber Apo dimeşîne. Bila her kes baş bi vê zanibe.”

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ya Kurd pêwîstî bi perspektîfeke kûr heye û diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye, ne meseleyeke bazariyê ye, lê meseleyeke aştiyeke rastîn e, meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e.

Çîgdem Dogû ragihand ku Rêber Apo bi vê pêvajoyê re hewl dide têgeh û hebûneke nû ya ‘Em’ biafirîne û anî ziman ku di serî de gelê Kurd hemû gel bi parastina cihêrengî, hişmendî û formên xwe, xwedî stratejiyeke hevparebûna em in. Çîgdem Dogû diyar kir ku ew pêvajoyê weke meseleya bidestxistina çand û demokratîkbûnê dibînin, li Tirkiyeyê gelekî ziyan li vê têgehê bûye û got, “Li ser bingeha civaka demokratîk divê em êdî diyardeyeke ‘Em’ biafirînin. Hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê ne.”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê bi dewamî anî ziman ku Rêber Apo li gel hemû bûyerên neyînî û gavên nehatine avêtin ji bo serxistina pêvajoyê dixebite û got, “Çima (komîsyon) naçe gel Rêber Apo û pê re nîqaşê nake, lê guhdarî nake?”

GUHDARÎKIRINA LI RÊBER APO STRATEJÎK E

Çîgdem Dogû got, ji bo wan mijareke stratejîk e ku Komîsyona Meclîsê li Rêber Apo guhdarî bike û destnîşan kir ku li gel vê yekê divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin, pêvajoyeke destûra bingehîn a demokratîk bê destpêkirin û dawiya dawî jî nêzîkatiyeke hiqûqî ya bitunî li pirsgirêka Kurd bê nîşandan.

Çîgdem Dogû têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê ya Cîhanê axivî û ragihand ku çavkaniya tundiya li hemberî jinê rastiya mêr ê serwer e û got, “Rastiyeke kujerê kastîk heye ku ji roja destpê kiriye heta niha tundiya xwe ti carî kêm nekiriye, lê zêde kiriye. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê divê em îsal hîn bêhtir giraniya xwe bidin ser vê mijarê. Yanî divê em li ser guherîn û veguherîna mêr binirxînin.”

Zanekirina jinan, birêxistinkirina wan û afirandina hêza wan a xweparastinê weke mijarên gelekî girîng nirxand û diyar kir ku jin bi nirxandina tundiya mêr, bi meşandina têkoşîna li hemberî wê dikarin dawî li vê tundiyê bînin.

GIRÎNGIYA ISRARA LI SER TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ

Çîgdem Dogû işaret bi çalakiyên li Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo Rojîn Kabaîş hatin kirin û got, “Weke tevgera jinan me ev yek gelekî girîng dît, gelekî erênî dît. Di vir de israrek heye. Yanî pirsgirêkek heye û biryardariyek jî heye ku bi ser vê pirsgirêkê ve biçe. Eger israr hebe, tu yê encamê bi dest bixe.”

Çîgdem Dogû got, “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em careke din fêhm dikin ku em iqasî bi rêxistin û zane têbikoşin, em çiqasî israr bikin wê tundiya mêr jî ewqasî kêm û bi dawî bibe” û destnîşan kir ku gelekî girîng e, rêbazeke têkoşînê ya bi israr bê afirandin ku dema êrişên bi vî rengî bû bide pey û li hemberî wan têbikoşe.

Çîgdem Dogû weke nuqteyeke duyemîn jî işaret bi xweparastinê kir û got, “Divê jin xwe bi rengekî welê bi rêxistin bike ku ev kujerê kastîk, rastiya mêr ê serwer wê newêribe careke din bike. Wê nikaribe xwe nêzî wê bike, nikaribe zimandirêjiyê bike, nikaribe bi kêrê êrişî wê bike, nikaribe êriş bike. Bi çekê nikaribe êrişî wê bike, nikaribe dest biavêje wê. Nikaribe nizanim ji qatê çendan ê avahiyekê biavêje xwarê. Pêwîstî bi zirxekî welê yê rêxistinî heye.”

Çîgdem Dogû diyar kir ku divê jin li ser bingeha komunê xwe bi rêxistin bike, parastina xwe xurt bike, li hemberî pirsgirêka mêr polîtîkayên çareseriyê hilberîne û got, “Divê em jin ji mêran re, ji serweriya mêr re bibêjin, ‘Ez van pîvanên te, vê nêzîkatiya te, van gotinên te, vî dengê te yê bilind, vî şêweyê meşa te, êrişa te qebûl nakim. Pîvanên min ev in. Eger tu li gorî van pîvanan be weke jin, weke mirovek ez dikarim te qebûl bikim. Lê gelê ez vî şêweyî ti carî qebûl nakim’. Eger em bala xwe bidin ser, di vir de têkoşîneke îdeolojîk heye. Têkoşîneke felsefî heye. Bêguman ev yek bi rengekî xwezayî vediguhere xweparastinê, xweparastineke jiyanî.”

PKK’Ê NIRXÊN BI WATE AFIRAND

Çîgdem Dogû bal kişand ser mijara salvegera damezrandina PKK’ê ku wê di 27’ê Mijdarê de bê pîrozkirin û diyar kir ku 27’ê Mijdarê roja vejîna neteweyî ye. Çîgdem Dogû got, “PKK’ê exlaqek afirand, çandek afirand, felsefe afirand, nirxên bi wate afirand, şehîdên mezin afirand. Ji hevalê Fûat, hevalê Riza ku endamên damezrîner ên vê partiyê bûn, ji şehîdên me yên mezin; nirxên wan ên mezin. Li gel vê yekê bêguman di dîroka PKK’ê de şerekî bêeman qewimî, bi hezaran, bi deh hezaran şehîdên me weke nirxekî mezin hatin afirandin. Vaye hevala Delal, fermandara me ya mezin, Fermandara HPG YJA STarê ked da van salên şer, nirx da û berdêleke mezin da. Di şexsê hevalên Fûat, Riza û Delal de şehîdên PKK’ê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.”

Çîgdem Dogû bang li hemû welatparêzan kir ku 27’ê Mijdarê jî çalakiyan lidar bixin.

BANGA JI BO ÇALAKIYA 8’Ê MIJDARÊ

Çîgdem Dogû têkildarî çalakiya ku 8’ê Mijdarê li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin bang kir û got, “Ji bo ev çalakî encamekê bi xwe re bîne û asteke bi bandor bi afirîne, ji 7 heta 70 salî bang li her kesî dikim ku tevlî bibin.”

Çîgdem Dogû got, “Azadiya fîzîkî ya Rêberê me gelekî girîng e. Rêber Apo çiqasî bi rengekî azad biaxive, çiqasî karibe dengê xwe bigihîne raya giştî ya Tirkiyeyê û gelên cîhanê, em ji dil bawer dikin ku wê atmosfer bi temamî biguhere. Hêza bandorê ya Rêber Apo mezin e, hêza wî ya fikrî mezin e. Di vê mijarê de azadî û mafê hêviyê çiqasî zû pêk were wê aştî jî ewqasî zû pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Operasyona li Şaredariya Antalyayê: 8 binçavkirî
Nûçeya Pişt re ‘Şehîd Cemşîd mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên li Başûr eşkere kir

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên parlamentê ya Başûrê Kurdistanê eşkere…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Daîreya Çapemeniyê banga li saziyên navneteweyî

Daîreya Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe

Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û avaniyên sivîl ên cuda, li taxên cuda ên navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Amûdê bi daxwaza perwerdehiya Kurdî daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?