Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > DAKB’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir
Jin

DAKB’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir

DAKB'ê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir û got: "Parastina herî baş ew e ku her jin xwedî li nirxên azadiyê derkeve û bibe kedkara azadiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi boneya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniya da û got: “Di 13’ê Îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê yên Tehranê ve bi hinceta ku pora xwe nenixumandiye hat binçavkirin. Jîna Emînî ji ber êşkenceya lê kirin kete komayê û piştî 3 rojan di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Seqiz ê ku Jîna Emînî lê jidayikbûye merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Di merasîmê de di serî de jinên Kurd û civak li dijî rejîma melayên paşverû yên Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza jiyana azad anîn ziman. Jinan pora xwe vekirin û stranên şoreşê yên Kurdî gotin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

“9 aktîvîst, hunermend û muxalîfên ku bertek nîşanî qetilkirina Jîna Emînî dan, hatin darvekirin. Her wiha rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan ragihandin Îran di sala 2023’yan de 853 kes darve kirine û biryara darvekirinê dane du jinên têkoşer ên Kurd Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî. Tevger û însiyatîfên jinan kampanyayên ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ dan destpêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû jinên cîhanê çi bawerî, fikir, reng û şêwaza jiyana dibin bila bibin, divê bi hev re li dijî van rejîmên ku dijminatiya jinan dikin, di nava hevgirtinê de bin û têbikoşin. Li gorî baweriya Elewîtiyê bang li her kesî dikin ku li ba başî, xweşikayî û rastiyê bin. Ji ber ku ne tenê rejîma Îranê li gelek deverên cîhanê li dijî jinan sûcê dijmirovahiyê tên kirin û gelek caran cîhan li hember van sûcên dijmirovahiyê bêdeng dimîne. Zîhniyeta serdest a mêr, bêyî ku kodên mêraniyê bişkîne, bi hedefgirtina çalakvanên siyasî, nûnerên siyasî, rojnamevan, hunermend û hiqûqnasên ku dengê têkoşîna jinê ne, hewl dide têkoşîna wan bêdeng bike. Lê belê dîrokê ev berxwedan û jinên leheng ji bîr nekiriye û nahêle bê jibîrkirin. Jinên leheng ên ji bo azadiyê têdikoşin ji bo pêşerojeke bi rûmet xwedî li mîrateya xwe derdikevin.

Di van salên dawî de em dibînin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan dike, derbasî mehaleyeke din bûye. Li ber çavên cîhanê komkujî û kuştinan dike. Di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Nagihan Akarsel ku endamê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû, ji aliyê balafirê bêmirov ve hat qetilkirin. Di 23’ê Tebaxa 2024’an de rojnamevanên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara bi balafirê bêmirov hatin qetilkirin. Ev qetlîamên ku sûcên li dijî mirovahiyê ne, dewam dikin.

Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê jinên Kurd, li tevahiya cîhanê îlhama xwe didomîne. Piştî ku di 9’ê Tebaxa 2024’an de li Hindistanê jineke bijîşk rastî tecawizê hat û hat kuştin, li Hindistanê jin bi girseyî daketin kolanan û bi yek dengî ev dirûşme berz kirin.

Em weke endamên Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk bandora perspektîfa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku me digihîne hev û bi baweriya me ve girêdide, dibînin û xwedî li berzkirina wê ya bi hemû zimanan derdikevin.

Li dijî kesên ku êrîşî nasname, kesayet, beden, ruh û hemû qadên jiyanê yên jinê dikin, di têkoşîna azadiyê de xweparastin mafek e. Parastina herî baş ew e ku her jin xwedî li nirxên azadiyê derkeve û mirov bibe kedkara azadiyê.

Hemû jinên ku ji bo heqîqeta cihanê dimeşin, dengê xwe bilind dikin, berdêlan didin û li dijî her cure paşverûtiyê serî rakirine  silav dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KBDH: Kujerê Narîn dewlet û sîstema malbatê ya riziyayî ye
Nûçeya Pişt re Destpêk û rêveçûna Jineolojiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

Fermandariya Biryargeha YJŞ'ê cangoriyên fermanê bi bîr anî, bal kişand ser girîngiya hebûna hêza xweparastinê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi tevlîbûna xwe ya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li nexweşaneyê tundî li girtî Çetîn Tûtkûn hate kirin

Çetîn Tûtkûn ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Îtalyayê çalakiyên protestoyî mezin dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê hikûmet bi sendîkayan re civiya, 5’ê Mijdarê grev heye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?