Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd berçav bigire û li gorî wê tevbigere
Kurdistan

KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd berçav bigire û li gorî wê tevbigere

KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê ev helwesta gelê Kurd bê dîtin, berçav bê girtin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê gelê Kurdistanê yê ku di hilbijartinên xwecihî de serketinên dîrokî bi dest xist, pîroz kir û destnîşan kir ku divê her kes helwesta gelê Kurd, rolê wê û serketina wê ya dîrokî bibîne û rast fêm bike.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de gelê me îradeya xwe raber kir û serketineke pir girîng û dîrokî bi dest xist. Ji ber vê serketina dîrokî, di serî gelê me yê Bakurê Kurdistanê em hemû gelê Kurdistanê ji dil pîroz dikin.

Ev serketina ku gelê Bakurê Kurdistanê bi dest xistî hemû parçeyên Kurdistanê kêfxweş kiriye, hemû gelê Kurdistanê bi vê serketinê serbilind e. Serketina dîrokî ya di hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê de di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de li cihekî girîng bi cih bûye û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt kiriye. Bê guman di vê pêvajoyê de tevkariya yên ku berpirsyarî girtine û ked dane, ji bo vê encama dîrokî diyarker bûye. Me hemûyan dît ku kedeke bê hempa hat dayîn. Ji xwe gelê me encameke dîrokî wergirt û bi rengekî herî baş teqdîra vê kedê da. Em jî van hevalan pîroz dikin. Dîsa em dayikên Kurd, ciwan û jinan pîroz dikin. Dayikên Kurd bi çalakiya piştevaniya bi girtiyan re, wijdana civakê hişyar kir û xist nava liv û tevgerê. Weke wijdana civakê bi rola xwe rabûn. Di encamên hatine wergirtin de, ev rolê dîrokî yê dayikan bûye xwedî cihekî girîng. Em wan bi rêzdarî silav dikin. Dîsa ji bo serketina dîrokî ya hatî bidestxistin, helwesta jin û ciwanan a ji bo pêşketin û parastina hêmanên azadiyê, bûye xwedî cihekî girîng. Sekna jin û ciwanan lîstokên navenda şerê taybet pûç kir, bû sedem ku felsefeya me ya jiyana azad a li ser esasê azadiyê jinê bi ser bikeve. Ji vî alî ve em silavên xwe ji jin û ciwanan re dişînin û wan pîroz dikin.

KURDISTANÊ RÊ NEDA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gelê me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, rejîma qeyûm a ku îradeya gelê Kurd desteser kirî, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke vekirî û zelal raber kiriye. Îradeya mezin a di Newrozê de di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî hate nîşandan, gelê Kurd got ku ji tecrîd û faşîzmê re cih nîne û bersiva herî xurt da. Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê. Faşîzma AKP-MHP’ê ku 9 sal in nikare serî bi gelê Kurd bide tewandin, gelê Kurd ji Rêber Apo û sekna azadiyê cuda bike û civaka Tirkiyeyê bike dijminê Kurdan, ji civaka Tirkiyeyê jî şeqameke dîrokî xwar û serî bi jêr ve qulipî. Xeta têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk a ku gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê re pêş xistî, bi ser ketiye. Serketina ji hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê hatî wergirtin, pêşketina feraseta netewa demokratîk îfade dike. Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye û feraseta netewa demokratîk ku xwişk-biratiya gelan û jiyana hevpar îfade dike, bi ser ketiye. Lewma ev serketina dîrokî, serketina têkoşîna hevpar e ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ev têkoşîna hevpar bi feraseta netewa demokratîk bi hev re pêş xistin. Ev têkoşîna hevpar a gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, jinan, hêzên sosyalîst û demokratîk, ekolojîst, yên xwedî bawerî, Elewî, karker û kedkaran, her kesê ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe ye. Li aliyê din ev encamên ku hatine bidestxistin, ji bo hêzên demokratîk ên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bûye bangek ku helwestên xwe yên teng derbas bikin û yekîtî û tifaqa xwe hîn zêdetir pêş bixin.

HILBIJARTINÊN LI KURDISTANÊ BI TEMAMÎ DI NAVA HEWIRDOREK ANTÎDEMOKRATÎK DE PÊK HATINE

Bê guman mîna ku me berê jî anîbû ziman, hilbijartin di hewirdorek demokratîk de pêk nehatine. Bi taybetî jî li Kurdistanê bi temamî di hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatiye. Li Kurdistanê hilbijartin bi temamî di bin zextê de pêk hatin. Jixwe Kurdistan 9 sal in ji aliyê mufetîşên mêtinger ve di bin qanûnên leşkerî de tê birêvebirin. Qayûm tenê aliyekî vê ne. Li Kurdistanê bi temamî hawireke leşkerî-faşîst heye. Hilbijartin di vî hawîrdorê de pêk hat û gel di nav hawireke zext, gef, şantaj û şîdetê de çû hilbijartinê. Bi deh hezaran mirovên weke leşker, polîs, sivîl, memûr û hwd. anîn Kurdistanê û deng bi wan hatine danîn. Ev pêkanîn radixe pêş çavan ku faşîzma AKP-MHP’ê xwedî feraseteke çawa ye û di dijminatiya xwe ya li Kurdan de çiqasî kûr e. Heta roja îro ti sîstemeke faşîst serî li rêbazeke bi vî rengî nedaye. Serketina dîrokî ya li Kurdistanê tevî van zextan hemûyan jî pêk hatiye. Ev yek jî bi rengekî vekirî nîşan dide ku encamên gelê Kurd bi dest xistine ji encamên ku di daxuyaniyên fermî de hatine nîşandan zêdetir e. AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê Kurdan e, li ti bajar, bajarok û gundekî Kurdan cihekî xwe nîne. Li Kurdistanê bi taybetî navend û navçeyên Şirnexê, navçeyên Colemêrg Qers, Bedlîs û Çewlikê, hemû cihên ku bi navê AKP-MHP’ê hatine nivîsandin cihên ku hatine xespkirine. Gelê Kurd wê vê rewşê teqez qebûl neke û li dijî xespkirinê derkeve.

DIVÊ HER KES ÎRADEYA GELÊ KURD BIBÎNE

Helwesta gelê Kurd a di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de, rola ku lîstiye û serkeftina dîrokî ya ku bi dest xistine divê ji hêla her kesî ve rast were xwendin û fêhmkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi gotin û polîtîkayên nîjadperest, neteweperest, olperest ên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan pêk tîne, zerara herî mezin daye Tirkiyeyê. Di nava 22 salan a desthiladariya xwe bi taybetî di nava 9 salên dawî de rewşa ku Tirkiyeyê gihandiye, bi kurtasî qeyraneke û gelên Tirkiyeyê ber bi xizaniyeke mezin ve birin. Tirkiye veguheriye hêlîna sîxûr, mafya, çeteyan, rant û talankeran. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi salan e li dijî vê zîhniyeta faşîst a dij mirovahiyê têdikoşe. Vê têkoşînê encamên dîrokî bi xwe re anî, mîna ku di hilbijartinên dawî de jî hate dîtin, polîtîkayên dagirker û mêtingeriyê ya AKP-MHP’ê hilweşand û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê têk bir. Di qonaxa em gihaştinê de em di wê baweriyê de ne ku wateya têkoşîna gelê Kurd baştir tê fêmkirin. Bêguman gelên Tirkiyeyê û hêzên wan ên sosyalîst ên demokratîk li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bûne parçeyeke girîng ên têkoşînê. Ji niha û şûnde bi desthilatdariya AKP-MHP’ê Tirkiye zêdetir ji aliyê wan ve nayê birêvebirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava hewl û amadekariyên kûrtirkirina şerê li dijî Kurdan e. Ev yek wê rewşa Tirkiyeyê ya xirab, xirabtir bike. Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Tirkiyeyê vê yekê bibînin û qebûl nekin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi kûrtirkirina şerê li dijî Kurdan nîne. Pêdivî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Gelê Kurd hem di Newrozê de hem jî di hilbijartinan de bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da û da diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo were mixatabgirtin. Divê her kes vê helwest û vîna gelê Kurd bibîne.

Banga me ji dewletên herêmê û hêzên navneteweyî re ev e; bila tu kes piştgiriya planên AKP-MHP’ê yên ku qirkirina Kurdan kûrtir dike û di navbera gelan de şer û pevçûnan derdixe, neke. Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne û li gorî wê tevbigere.

Em dubare serkeftina dîrokî ya gelê Bakurê Kurdistanê, dayikên Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk, jin û ciwanan a di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de, pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 258’an de didome
Nûçeya Pişt re KJK: Em 4’ê Nîsanê li Amarayê weke ‘roja azadiyê’ pîroz bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokê Meclîsê Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, li meclîsê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan hate girtin

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hate tayînkirin, ji aliyê dadgeriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê peyama ‘Em ê li ber xwe bidin’ hat dayîn

Di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê de hat gotin, “100 sal in gelê Kurd nikarin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?