Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi armanca civakîbûna pêvajoya aştî û çareseriyê bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” li bajarên cuda civînên gel lidar dixe. Di van civînan de ku endamên rêveberiya partiyê, hevserok, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclîsa Partiyê beşdar dibin, li gelek bajarên Kurdistanê dewam dikin.
‘BI CIVÎNAN EM DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN HEMÛ BEŞAN’
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bunyamîn Şeker têklidarî çarçoveya karên xwe axivî û diyar kir ku ev civînên gel ne tenê lidarxistin civînan e. Bunyamîn Şeker diyar kir ku kar ne tenê rojekê ye, li gelek nuqteyên bajêr bernameyên berfireh tên emeşandin û anî ziman ku bi rêya van bernameyan ew dixwazin xwe bigihînin her beşê û gotina aştiyê bi gel re ava bikin.
Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku armanca bingehîn a civînên gel ew e ku civak pêvajoyê fêhm bike û bi bîr xist ku ji danezana 27’ê Sibatê û vir ve di vê çarçoveyê de ew kar dikin.
Bunyamîn Şeker got, “Ji bo gel vê pêvajoyê fêhm bike em timî di nava pratîkeke bi rengê seferberiyê de ne. Dewlet ji bo civakîbûna pêvajoyê hewldaneke têrker nake. Nirxandinên ku dibêje ‘civak ji pêvajoyê re amade nîne’ rast nîne. Em di van hevdîtinan de dixwazin xwe bigihînin wan derdoran ku xwe ji pêvajoyê vedigirin. Di van civînên gel de em gotina aştiyê bi gel re diafirînin. Em li wê derê hezkirineke gelekî cidî ya gelê xwe dibînin. Tevlîbûneke gelekî cidî ya gelê me heye; nêrîn û bendewariyên xwe tînin ziman.”
‘EM POLÎTÎKAYÊN NÛ DIYAR DIKIN’
Bunyamîn Şeker ragihand ku di civînên gel de nêrînên têne ser ziman ji aliyê afirandina polîtîkayên nû ve diyarker in û got, civîn ne tenê ji bo agahdarkirinê têne lidarxistin, di heman demê de ji bo diyarkirina pêwîstî û bendewariyên gel e.
Bunyamîn Şeker bi dewamî got, “Gel bi xwe tîne ziman bê li benda çi ye, divê pêvajo çawa be. Em jî weke nûnerên gel li gorî encamên ji wê derê derdikevin holê polîtîkayên nû diyar dikin. Ji bo pêşvebirina pêvajoyê em jî nîqaş û encaman dinirxînin û hewl didin polîtîkayên nû biafirînin.”
‘GAVÊN NAYÊN AVÊTIN FIKARAN ZÊDE DIKE’
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku fikara sereke ya di civînan de tê bilêvkirin bêbaweriya ji dewletê ye û anî ziman ku ev fikar jî ji ber polîtîkayên heyî û gavên nayê avêtin e.
Bunyamîn Şeker got, “Em dibînin ku gel pêvajoyê baş fêhm dike. Ji ber ku dewletê tiştek nekiriye, ev yek di nava de dibe sedema rawestîneke bi fikar. Dema mirov li rêbaza meşandina pêvajoyê û polîtîkayên hikumetê dinihêrin, fikarên gel di vê çarçoveyê de weke fikareke mafdar derdikeve pêşiya me.”
‘EM Ê LI GORÎ DAXWAZ Û REXNEYÊN GEL NEXŞERÊYEKÊ AMADE BIKIN’
Bunyamîn Şeker anî ziman ku neavêtina gavên şênber û fikrê meşandina pêvajoyê bi rengekî yekalî di nirxandinên gel de herî zêde derdikeve pêş û destnîşan kir ku yek ji sernavên girîng ên di nîqaşên van civînan de tê bilêvkirin jî destketiyên bi serketina pêvajoyê re ye.
Bunyamîn Şeker ragihand ku bendewariyên gel ên li ser nasname û ziman li pêş e û got, “Têkoşîneke ewqas salan heye. Zêdeyî sed sal e dewlet înkar û red dike. Her wiha gelek deman polîtîkayên îmhayê hatin meşandin. Bi vê pêvajoyê re, yan jî bi serketina pêvajoyê re ev hemû wê ji holê rabin? Em ê karibin bi nasname û zimanê xwe bi rengekî azad bijîn? Pirsên bi vî rengî yên gel hene. Di vir de wê rexne û daxwazên gel bêne komkirin, nirxandin û nexşerêyek bê amadekirin.”

