Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Em biryara ‘qedexeyê’ nas nakin, em ê li Taksîmê bin
Rojane

DEM Partî: Em biryara ‘qedexeyê’ nas nakin, em ê li Taksîmê bin

DEM Partiyê got: “Em biryara qedexeyê ya ji aliyê Waliyê Stenbolê ve hatî dayîn, nas nakin. Em 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr li avahiya xwe ya li Beyoglûyê têkildarî 1’ê Gulanê civîna çapemeniyê lidar xistin. Metna çapemeniyê Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag xwend.

Akdag, diyar kir ku AKP li Tirkiyeyê nobedarê pergala kapîtalîst e ku polîtîkayên xwe yên şer û kedxwariyê re cîhan veguherandiye dojehê û wiha got: “Di desthilata 23 salan de ji her demê bêhtir jiyana me bêqîmet kir. Aborî ji bo komeke alîgiran û sermayedaran re mezin bû, xizanî ji her demê bêhtir zêde bû. Jin, ciwan, karker û kedkaran para herî mezin ji vê xizaniyê wergirt.”

Akdag, encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê bi bîr xistin, anî ziman ku guhertin pêkan e û daxwazên xwe yên ku dê di 1’ê Gulanê de bînin ziman wiha rêz kirin: “Em weke karker, kedkar, teqawîd, ciwan ji vê pergala kedxwariyê ya mehkûmî birçîtî, bêkarî, deynan û bêewlehiyê dike û li ser pişta welat veguheriye barekî giran re bêjin êdî bes e. Em ji kesên dest didin sermayeyê cînayetên kar girêdayî qederê dikin û berpirsyartiya xwe vedişêrin re dibêjin êdî bes e. Em ji kesên ku gefê li hêviya me ya jiyanê dixwin, kesên bi budçeya ji bacên me pêk tê ji şer re xerc dikin re dibêjin êdî bes e. Em ji kesên ku ji bo deh hezaran mirovên me yên pirs dikin, lêkolîn dikin, daxwaza maf û azadiyê dikin girtîgeh veguherandina kampên berhevkirinê re dibêjin êdî bes e. Em ji vê pergala heramî ya dijminê kurdan e û ne aştî û hêviyê neçareserkirinê ferz dikin re dibêjin êdî bes e. Em ji tecrîdê, komkujiyên jinan ên veguherîne qirkirina cinsî û talankirina xwezayê re dibêjin êdî bes e.”

Akdag, qedexeya Walîtiya Stenbolê ya 1’ê Gulanê ya ji bo Taksîmê bi bîr xist û bertek nîşanî biryara qedexeyê da: “Qedexekirina Taksîmê ya di 1’ê Gulanê de pêngava dawî ya desthilata ku di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên li welat bi tundî û zextê kûrtir kirine ye.” Akdagê, diyar kir ku biryara qedexeyê ya walîtiyê nas nakin.

Pişt re Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî. Kalmaz 8’ê Adarê, Newroz û çalakiyên li dijî xespa vînê yên li Wanê bi bîr xistin û ev bang kir: “Em li dijî kedxwarinê, şerê heyî, tecrîdê, qirkirina karkeran hemû gelê xwe û kedkaran di 1’ê Gulanê de vedixwînin Taksîmê. Werin em milên xwe bidin hev û em 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê jî bi lêv kir ku dê weke jin li Taksîmê bin. Yangoz, bi lêv kir ku ji bo bibêjin “hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e” dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: “Ji bo ku li dijî siyaseta şer aştiya birûmet biparêzin, berxwedana hevrêyên me yên jin ên li zindanan mezin bikin, ji bo daxwaza ji karê wekhev re mûçeyê wekhev bixwazin, ji bo piştevaniya bi jinên penaber û astengdar re mezin bikin dê bi dirûşmeya ‘Ji 8’ê Adarê ber bi 1’ê Gulanê ve bi serhildana jinan tên’ em ê di 1’ê Gulanê de saet 10.00’an de li Bûlwara Barbarosê bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya herî dawî axivî kesên di 1’ê Gulanên salên 1977 û 1996’an de hatine qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û bi gotinên “Kolanên Taksîmê me baş nas dikin. Me demên ku 1’ê Gulanê dihatin qedexe kirin bi kedkaran re meşiyan. Em jinên ku kirdeyên têkoşîna azadiyê ne Taksîm gelek baş dorpêç kiriye, ji Meşa Şevê ya Femînîst heta 25’ê Mijdarê dengê xwe bilind kir û li dijî serweriya zilam a dengê xwe bilind kiribû” her kes vexwend ku di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana rojnamevan Derya Ren hate astengkirin
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê piştgirî dan Makbûle Ozer û Çapemeniya Azad
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtîgehên weke bîran ji bo zextlêkirina civakê ne

Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Parêzer Sezîn Ûçar got, girtîgehên weke…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê heta dawî bibin dengê gel û rastiyê’

Di salvegera Rojnameya Kurdistanê de ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Qehîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

Karwana Dayikan ku di serî de Rojava ji bo “Cîhanekî bêyî şer” ber bi Berlînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?