Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtîgehên weke bîran ji bo zextlêkirina civakê ne
Rojane

Girtîgehên weke bîran ji bo zextlêkirina civakê ne

Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Parêzer Sezîn Ûçar got, girtîgehên weke ‘bîran’ ji bo zextlêkirina hemû beşên civakê hatine dîzaynkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Greva birçîbûnê ya sê ESP’yiyan a li hemberî sirgûnkirina li girtîgehên weke bîran dewam dike.

Girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpa S û Y bûne navê tecrîdê yê nû. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê 43 girtîgehên tîpa S û Y hene. Girtîgehên ku di sala 2023’yan de ji aliyê desthilatdariyê ve weke yên tîpa nû hatine avakirin, bi taybetî jî ji ber bilindbûna dîwarên wan weke ‘’girtîgehên weke bîran’’ tên binavkirin. Hin endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan ên di encama operasyoneke di meha Çileyê de hatine girtin, ji van girtîgehan re hatine şandin. Greva ku li hemberî vê yekê hatiye destpêkirin, ji aliyê sê endamên ESP’ê ve tê domandin.

Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Sezîn Ûçar têkildarî vê mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji bo rejîm kesên bi daxwaza edalet û azadiyê derketine kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan dane, di bin zextê de bigire girtîgehên bi vî rengî ava kirine û got: ‘’Dixwaze pergala tecrîd û îzalasyonê ya li girtîgehan di her warî de li ser girtiyan zêdetir bike.’’

TECRÎDEKE DIJWAR HEYE

Sezîn Ûçar bi bîr xist ku avaniya fîzîkî ya girtîgehên weke bîran jî ji bo ku tecrîdê kûrtir bikin, hatine çêkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji girtîgehên ewlehiya bilind ên din cudatir jî dema hewadarkirinê pir kurt e. Girtî herî zêde dikarin du saetan derkevin û hewayê bistînin. Dikarin di hucreyên yekkesî û sêkesî de bimînin. Bi piranî jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Dîwarên hewadarkirinê ji girtîgehên din gelekî cudatir gelekî bilind in. Ji ber wê yekê jî ji ber ku hem dîwar gelekî bilind in û hem jî gelekî teng û biçûk in weke bîran in. Jixwe ji ber wê yekê weke girtîgehên weke bîran tên binavkirin.

ASTENGKIRINA JIYANA GIRTIYÊN ŞOREŞGER

Di her qateke van girtîgehên sê qatî de kesên ji dozên cuda tên darizandin dimînin. Ev jî ji aliyê ewlehiya girtiyan ve ne mîmariyeke guncav e. Bo mînak dibe ku li qata jortir a kesekî ku bi hinceta endambûna rêxistineke çepgir tê darizandin, kesekî ji ber endambûna DAÎŞ’ê tê darizandin yan jî ceza lê hatibe birîn, bimîne. Ev yek bi zanebûniyê kirin. Kesên ji ber heman îdîayan tên darizandin li blokên cuda tên ragirtin. Bi vê pergalê jiyana girtiyên şoreşger tê astengkirin.

EV PERGAL NAYÊ QEBÛLKIRIN

Kêmbûna dema hewastandinê jî ji aliyê tenduristiya girtiyan ve jî pirsgirêkeke mezin e. Helbet ji bo girtiyên ku cezayê muebata girankirî lê hatine birîn jî ev yek nayê qebûlkirin lê belê ji bo girtiyên dibe ku werin tehliyekirin û li girtîgehê tên darizandin jîpirsgirêkeke mezin e.Jıxwe girtî ji ber nelihevkirina li gel rêveberiya girtîgehê tên sewqkirin. Ji ber vê yekê jî bi van girtîgehên weke bîran tê armanckirin ku beşeke mezin a civakê di bin zextê de bê girtin. Divê li em li hemberî vê yekê bê deng nemînin. Ji aliyê me ve jî û ji aliyê şoreşgerên sosyalîst ve jî ev pergal bi tu awayî nayê qebûlkirin.’’

DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN ÇALAKIYA HEVALÊN XWE

Sezîn Ûçar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ESP’yiyên ku ev çar meh in tên rehîngirtin ji van girtîgehan re hatine sewqkirin û bi bîr xist ku hevalên wan ji bo protestokirina girtîgehên weke bîran dest bi greva birçîbûnê kirine û got: ‘’ Derheqê Hevseroka me Denîz Aktaş, Berdevka SKM’ê Tanya Kara û gelek hevalên me yên din de biryara girtinê hatibû dayîn û ji Girtîgeha Silîvriyê re hatibûn şandin. Di 8’ê Adarê de derheqê wan de gelek lêpirsînên dîsîplînî hatin vekirin û gelek hevalên me ji van girtîgehên weke bîran re hatin sewqkirin. Hevalên me bi greva birçîbûnê bersiv dane vê êrîşê. Mana li girtîgehên weke bîran qebûl nekirin û bi berzkirina dirûşmeyan, dayîna daxwaznameyan û greva birçîbûnê protesto kirin. A niha sê hevalên me di greva birçîbûnê de ne.  Divê hemû partiyên siyasî, çepgir û saziyên şoreşger bala xwe bidin vê yekê. Em bang li wan dikin ku piştgiriyê bidin greva hevalên me û di nava têkoşîna girtina girtîgehên weke bîran de cihê xwe bigirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê bombe li derdora qesra serokatiyê ya li Şamê barand
Nûçeya Pişt re Fîlozofê Brezîlyayî ‘bêşert’ piştgirî da banga Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rapora Sibatê: 42 rojnamevan dîl girtî ne

Li gorî rapora meha Sibatê ya DFG’ê 42 rojnamevan dîlgirtî ne. DFG’ê got: “Em bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em piştgiriyê didin Meşa Azadiyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Gelek saziyên me ji bo azadiya Birêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Ewropa polîtîkaya herî hişk a koçberiyê ya dîroka xwe qebûl kir

Yekîtiya Ewropayê li ser bilezkirina dersînorkirina koçberên bêrêkûpêk qanûneke nû qebûl kir. Qanûn weke yek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?