Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin
Jin

Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku nameya Rêber Apo ya 8'ê Adarê ji bo wan diyariyek e û got, "Rêbertî rola pêşengiya aştiyê da jinan. Ji ber ku berpirsyariya guhertina vê cîhanê li ser milê jinan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û nameya Rêber Apo ya ji bo Tevgera Jinên Kurd nirxand.

Ayten Dersim destpêkê 8’ê Adarê pîroz kir û anî ziman ku ew ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve dimeşe. Dersim got, “Rêberê me Rêberê Tevgera Jinê ye. Li Îmraliyê 27 sal in di nava mercên dîlgirtinê de têkoşîna Tevgera Jinê timî kûr kir. Ji bo me zane û ronî bike, ji bo me teşwîkî têkoşînê bike û bike ku tevgera azadiyê bimeşe û bi ser bikeve her tim hişmendî û felsefe afirand. Îsal jî nirxandineke xwe ya dîrokî hebû. Em weke Tevgera Jinê vê yekê weke nexşerêyeke stratejîk a têkoşînê dibînin. Têkildarî vê yekê jî di nava kûrbûnekê de ne.”

Ayten Dersim bal kişand ser pêngava “Niha dema jinê ye” ya ku KJK’ê da destpêkirin û got, “Bi rastî jî dirûşmeke di cih de ye. Ji ber ku di nava şerê giran de divê em bêdeng nemînin û têbikoşin. Lewma divê em dema jinê rast binirxînin, her dema jinê rast diyar bikin, her dema jinê weke rojeke têkoşînê bibînin û bi vî rengî nêzîk bibin. Ji ber vê dema jinê ye. Ev dema jinê ne ya serdemeke bi tenê ye. Her tim dema jinê ye. Her roj dema jinê ye.”

Ayten Dersim ragihand ku pêşîgirtina li komkujiyên jinan bi têkoşînê dibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Pêşîgirtina li qirkirinan jî bi têkoşînê dibe. Yekane rêya rawestandina vî şerî zanebûn û rêxistinbûn e. Lê belê torên vê yekê gelekî zêde ne. Konferans, civîn, semîner, perwerde, protesto, meş ji van toran e. lê belê ev ne ya demeke bi vî rengî ye. Divê em ji bo xwe veguherînin rewşeke têkoşînê ya mayinde. Weke tevgerên jinan, weke pêşengên jinan me ji pêvajoya Rêberê xwe gelekî îlham wergirt, gelekî moral wergirt, gelekî hêz bi dest xist. Li pêşiya me nexşerêyek heye, nêzîkatiyeke heye ku nîşan dide, divê em çawa nêzîk bibin. Demokratîkbûna welatan nikare ji wan dewletan bê hêvîkirin. Demokratîkbûna wan welatan bi têkoşîna gelan, bi têkoşîna jinan dibe. Rêbertî ev yek timî destnîşan kir. Em ji dewletê tiştekî hêvî nekin, di heman demê de jî dewletê nekin hincet.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê bal kişand ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, Danezana Jinê ya Azad a 8’ê Adarê yên Rêber Apo û got, “Di manîfesto û danezanê û nameyên beriya wê de destnîşan kir ku pêşengiya aştiyê, demokrasiyê, pêşketina wekhevî û hiqûqî li ser milê jinê ye. Ji ber ku xwedî berpirsyarî, wezîfe û roleke bi vî rengî ye. Em vê cîhanê dikarin bi vî rengî biguherînin. Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye. Belê sedsaleke ji şer e, lê belê jin bi rêxistinkirina xwe dikare ji nava vê yekê rizgar bibe.” Ayten Dersim diyar kir ku di nava vê rewşa şer de niha dema jinê ye û got, “Bêyî rojekê winda bike, bêyî rojekê asayî derbas bike pêwîstiya me bi têkoşîneke bi vî rengî heye.

Pêwîstiya me bi azadbûnê heye. Pêwîstiya me bi jiyaneke mirovane û azad a li nava sîstemeke demokratîk heye û pêwîstiya mirovahiyê bi van hemûyan heye. Ev rewş ne tenê ji bo Kurdistanê derbas dibe, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e. Bi rastî jî pêwîstiya tevahiya mirovahiyê bi azadiyeke cidî heye. Pêwîstiya xwe bi sîstemeke demokratîk a cidî heye. Em di nava armanceke bi vî rengî de ne ku civak hemû bi rengekî azad û bi îradeya xwe hevdu nas bikin, bi mirovane karibin bi hev re nîqaş bikin. Em gel xwedî mîrateyeke girîng in. Weke gel û jin. Dîroka jinan nehatiye nivîsandin, dîroka gelên bindest nehatiye nivîsandin, lê belê ev nayê wê wateyê; dîrokeke welê nehatiye nivîsandin lewma nîne. Na. Dîrokeke bi vî rengî heye. Di nava hiş û jiyanê de heye. Jin jî xwedî dîrokeke welê ye. Ji olimpe de Gouges, her wiha ji beriya wê heta niha dîrokeke me ya têkoşînê heye.

Ev dîroka têkoşînê daxwazeke mezin, hişmendiyeke mezin, îlhameke mezin dide me. Em jî hene. Bêyî li ber neheqî, qirkirin û tundiyê serî bitewînin divê em di nava têkoşînê de bin. Bêguman têkoşîna me jî divê rêxistinbûyî be. Belê gelek tevgerên jinan hene. Li Ewropa, Latîn Emerîkayê bi rastî jî destketiyên gelekî girîng hene. Lê belê di nava wê yekparebûnê de divê her kes bi hebûna xwe torên xwe ava bikin. Em torên jinan ava bikin. Platformên jinan ava bikin. Rojev gelekî zêde ye. Mînak; Na ji şer re, erê ji aştiyê re. Li dora vê yekê niha dema jinê ye. Li dora vê yekê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Bes e ji qirkirina jinê re. Belê ev hemû weke têkoşînekê hatin kirin, lê belê qirkirina jinê dewam dike. Tundiya li hemberî jinê dewam dike. Wê demê ya ku dewam dike em timî di rojevê de bihêlin û têbikoşin. Rêbertî got, wezîfeyên negatîf qediyan, dor hatiye wezîfeyên pozîtîf, em ava bikin. Avakirin. Avakirin pratîkkirin e. Avakirina çareseriyê bi xwe re tîne. Bêyî ku ji kesî hêvî bike çareserî bi rêxistiniyê tê kirin. Tu yê bi hêza xwe hêzên li hemberî xwe biguherîne. Ev hemû ji bo me hincetên girîng ên têkoşînê ne.”

Ayten Dersim di dawiya axaftina xwe de Cejna Newrozê li gelê Kurd, li gelan, li Rêber Apo û jinan pîroz kir û bang li jinan hemûyan kir ku bi fikrê azad biherikin qadên Newrozê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şahidê komkujiya li Gayrettepeyê: Tupê şewatê xerabe bû

Karkerê ji kulûba Gayrettepeyê rizgar bû, ku di şewatê de 29 karkeran jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Di bombardûmana dagirkeran de tiştek bi hêzên me nehatiye

Herêmên Parastinê yên Medyayê çar rojan ji bejahî û hewayî ve bi dehan caran hate…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Çalakiya heval Zîlan afirandina jiyana azad e’

Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?