Qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat amadekirin û ji 12 xalan pêk tê, di Rojnameya Resmî ya dewletê de hat ragihandin.
Piştî qanûn di Rojnameya Resmî de hat ragihandin Cîgirê Serokkomariyê Cevdet Yilmaz jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Desteyeke ku ji bo sepandina qanûnê di bin banê cîgirê Serokkomariyê de bihata avakirin, hatiye avakirin û da zanîn ku piştî deste hatiye avakirin wezaret û saziyên dê di desteyê de cih bigirin dest bi xebatan kirine.
Her wiha Cevdet Yilmaz ragihand ku ew ê civîna yekem a desteyê 24’ê Tebaxê roja duşemê pêk bînin û di civînê de ji bo sepandina qanûnê dê li gor pêdiviyan di bin komîsyonên bên avakirin, bê nîqaşkirin.

