Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ’12 hezar pêşmerge reviyan û 12 gerîla em xilas kirin’
Kurdistan

’12 hezar pêşmerge reviyan û 12 gerîla em xilas kirin’

Jinên Şengalê ku di fermana 2014'an de êş û azara herî giran dîtin, bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji nû ve bi rêxistin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di sala 2014’an de Şengal dibin parastina 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 6 hezar leşkerên Iraqê de bû. Lê dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirin ev hêz reviyan û civaka Êzîdî di nava pencên qirkirinê de hiştin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran hatin esîr girtin û bi hezaran bi saxî di gorên komî de hatin veşartin. Wê demê yê ku bi hewara civaka Êzidî ve hatî hêzîn gerîla bûn.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Korkorkî ku şahidiya kêliyên fermanê kiriye ji ajansa me re axivî. Emşê Korkorkî bal kişand ser esîrgirtina jinan û qetilkirina mêran, koçberiya ku qewimî, şervanên azadiyê ku Şengal rizgar kirin. Di heman demê de bal kişand ser sîstema ku niha li Şengal bi pêşengtiya jinê û bi fikirê Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin.

‘QAŞO PARASTVAN BÛN, LÊ EW REVOK BÛN’

Emşê Korkorkî behsa şahidiya xwe ya ji fermanê re kir û wiha got: “Ez yek ji wan dayika me ku şahidiya fermanê min kiriye. li pêşiya çavên me keç û jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin. Bi dehan ferman hatin serê me, lê ya herî zehmet ya 74’an bû. Ji ber ku hejmarekî mezin ji dayik, jin û zarokan ketin destê çeteyên DAIŞ. Qaşo parastvanên me hebûn û me bi rehetî xew dikir. Lê ew hêz û polîsên ku qaşo parastina me dikirin, hemû reviyan û xiyanet li me kirin. Wan hemû zanebûn, çand û mejiyê me biribûn, lê me nedizanî ji ber ku em ne perwerde kirîbûn. Bi sedema wan ferman hate serê civaka me. Bi dehan şehîd me dan ji bo ku em karibin kesên xwe yên ku di destê çetan dene rizgar bikin.”

‘EW QÎRÎN JI BÎR NABE’

Emşê Korkorkî bal kişand ser kêliyên ku keç û jinên êzidî li pêşiya çavên wê direvandin û wiha got: “Di fermanê de pir keç û jinan xwe ji zinaran avêtin ji bo ku nekevin destê çetan de. Gundê Kora Ebdo yek ji gundên eşîra me ya korkorka ye, dengê hewar û qêrîna keçan jê bilind dibû. Çeteyan bi 7 erebeyan hatin keç dibirin. Ji keziyên wan ew dikşandin û direvandin. Me xwe veşartibû me ne diwêra serê xwe diyar bikin, me digot herî kêm bila hin ji me xwe xilas bikin. ew deng ta niha di guhên me de ne. girûp girûp keç dibirin û bav û birayên wan bi mermiyan qetil kirin ji ber ku wan li ber xwe dida. Ew keç ji eşîra me bûn ku ta niha çarenûsa wan ne diyare.”

‘ME JI BÎR NEKIR, EM Ê JI BÎR NEKIN’

Emşê Korkorkî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êşa ku mala Berzanî û hikumeta Iraqê bi wan daye kişandin û da zanîn ku siwariyên APO’yî ew xilas kirine û wiha got: “Hîna bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin. Hestiyên ku ji hin gora derxistine ta niha li Bexdayê ne. Ta niha hin hestî li ber rojê ne lê tu kesî xwedî lê derneketiye. Ev jî êşeke mezine ku me jiyan kir. Êşeke ku ji aliyê mala Berzanî û Îraqê ve hate serê me. 74 ferman me jiyan kir, bi qasî vê zehmet nebû. Lê divê em jibîr nekin ka çawa em dîsa li axa xwe û çanda xwe, xwedî derketin. 12’e siwariyên ku serok APO şandin bi hewara civaka me ve. Îraq û mala berzanî pir astengî ji bo nehatina wan çêkirin, lê wan sînor derbas kirin û hatin. Pir şervanên ku ji ava Şingal venexwarin û şehîd bûn hene. Ji zarok ta pîr û kalan li pişta xwe kirin û ew xilas kirin. Fikirê serok APO miletê êzidî xilas kir. Wan destek da me, me jî da wan. Wî fikirî civaka Êzidî kom kir.”

‘ME ŞENGAL BI FIKRÊ SEROK JINÛVE AVA KIR’

Emşê Korkorkî bal kişand ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku Şengal bi felsefeya azad xwe birêxistin dike: “Ta ku em saxbin emê jibîr nekin ku em deyindarê serok APO ne fikirê wî em xilas kirin û vaye ev 10 salin bi wî fikirî em tekoşîn dikin. Tevî derbasbûna 10 salan jî, em fermanê û şehîdên xwe bibîr tînin. Em weke civak li hev kom bûne û em zanin me çi ji xwe re kiriye. YJŞ’ê YBŞ’ê asayîş û sazî û destgehên me hatin ava kirin. Meclisa xweseriya Şingal hate ava kirin. Rastiyek xwe heye ger ku meclisa xweseriya Şingal hebe, hemû tiştên me komî ser hev û bidûzen dibe. Piştî fermana ku me jiyan kir. Bi fikirê serok APO me şingal ji nûve ava kir. Lê ev car bi hêza xwe û zanista xwe em jiyan dikin dibin fikirê serok APO de. hîna hin kes hene ku vî fikirî ji bo xwe esas nagirin, ji wan re dibêjim li çar aliyên Kurdistan û li Şingal ger ku ev fikir nebe tu kes nikare xwe biparêze û ji bindestiyê xilas bike.”

‘TAJÊ BERSIVEKE LI HEMBERÎ FERMANÊ’

Emşê Korkorkî diyar kir ku ew bi tevgera xwe ya azadiyê hemû lîstokan vala derdixin û wiha got: “Bi pêşengtiya tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ gelek saziyên me yên jinan hatin ava kirin yek ji wan jî saziya jinên ciwane ku ew pêşengên civakê ne. Tevgera jin li ser fikirê serok apo xwe ava kir. Avabûna TAJÊ bersivek bû li himberî hemû qirkirin û zilimên li ser jin. Tevgera jin li himber paşverûtiyên civakê jî sekin û bê hêzek. Mînak zewacên bi temen biçûk ew jî fermaneke, ji bo dawî li vê zewacê bê anîn helwestên TAJÊ bihêz bûn. Di kîjan mal û kolanê de kêmanî, pirsgirêk û nakokî hebin, tevgera jin hewil dide xwe bigîne wan û hemû pirsgirêkan çareser bike. Di heman demê de têkiliyên diblomasiya TAJÊ jî li ser asta cîhanê hene û pir bihêzin. Îroj tajê hêzeke ji bo hemû jinan  û çavkaniya azadiyê ye.”

‘JIN BI FIKRÊ SEROKATÎ XWE Û CIVAKA XWE DIPARÊZE’

Emşê Korkorkî da zanîn ku ew bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îroj bûne pêşeng ji civakê re û wiha diyar kir: “Tevgera azadiya jin deyindarê serok APO ye ku îroj fikirekî ewqas bihêz diyarî me kiriye. Ta ku em jiyan bikin bi vê felsefê emê jiyan bikin û bibin destek ji bo hemû jinan. Ta fikirê serok me nas ne dikir em weke jin bindest bûn û asta zanebûn û hêza me nebû. Mirin yan koletî li pêşiya me hebû. Perwerde û zanebûn li pêşiya me nebû. Bi fikirê serokatiyê îroj jin civaka xwe  û axa xwe diparêze. Dibe destek ji jinekî bindest re. Li pêşiya zewaca biçûk disekine. Gavên mezin jinê avêtin bi fikirê Serok APO.”

‘TEKANE RÊYA JIYANÊ BI FIKRÊ SEROK APO YE’

Endama tevgera azadiya jinên Êzidî Emşê Korkorkî di dawiya axaftina xwe de tecrîda giran kirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li fikirê serok xwedî derkevin û wiha got: “Tecrîdekî giran li ser serok heye divê hemû jinên Êzidî û li herçar aliyên kurdistanê vê tecrîdê qebûl nekin. Serok em xilas kirin û çavên me li jiyanê vekir. Divê em jî ne sekinin ta ku em serokê xwe bibînin. Serok fikirek da me ku em xwe û civaka xwe perwerde bikin û biparêzin, divê em jî li serok xwedî derkevin. Fikirekî azad ku her dem bi hewara bindestan ve diçe ye. Ji bo wê jî tecrîdê giran dikin. Banga min ji hemû jinan re heye ku li serok xwedî derkevin. Divê her kes fikirê serok bigîne hemû jinan û xwe li ser vî fikirî perwerde bikin û serî ji zilmê re netewînin. Fikirê serok APO ji bo hemû jinan firsetekî zêrîne divê xwedî lê derkeve. Di dawiyê de silavên min ji gerîlayên azadiyê û ji serok APO re hene.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kerkûkê pêşangeha ‘Keçeke Wênesaz’ hat vekirin
Nûçeya Pişt re Êrişeke çekdarî li Donald Trump hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Platforma Jinan a 8’ê Adarê banga çalakiyê: Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin

Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Platforma Jinan a 8’ê Adarê diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Grevên birçîbûnê belav dibin: Divê em dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişkînin

Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin

Baroya Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz a hate qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?