Gurkan Turkoglu yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê girtin û ji bo sewqî girtîgeheke din bibe di greva birçîbûnê ya bêdem de ye, îro bi zorê destwerdan lê hate kirin û rakirin nexweşxaneyê. Her wiha Tahsin Sagaltıcı yê ku di heman girtîgehê de ye û di roja 265an a greva birçîbûnê de ye, piştî destwerdana bi zorê ji parêzeran re ragihand ku wî girtina şekir û avê rawestandiye ango ketiye rojiya mirinê.
Parêzer Naim Eminoglu derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û weha got: Muwkilên me Gurkan Turkoglu û Tahsin Sagaltıcı ji bo ku ji girtîgeha YGC a Antalyayê sewqî girtîgeheke ne ji celebê bîrê bibin, 265 rojan di greva birçîbûnê de ne. Huseyin Ozen ê ku di heman girtîgehê de ye jî 246 rojan di greva birçîbûnê de ye. Îro em hîn bûn ku li dijî vîna muwkilê me Gurkan Turkoglu, bi zorê destwerdan lê hatiye kirin. Ev bi eşkereyî tunehesibandina Deklarasyona Maltayê ye. Bi awayekî zelal sûcê ‘bi zanebûn kuştina mirovan’ e.
Her wiha Tahsin Sagaltıcı jî îro ragihand ku wî av û şekir biriye. Muwkilên me niha li dijî vîna wan di Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê de tên girtin. Em ji jiyan û rewşa wan a tenduristiyê bi fikar in. Em bang li hemû raya giştî û gelê xwe dikin ku bibin piştevan û dengê xwe bilind bikin.

