Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin’
Jin

‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî yên li Rojava Hediya Şemo diyar kir ku divê pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk xala bingehîn be û got: "Wek jinên Êzidî pêwîst e di destûra Sûriyeya nû de mafên jinan werin parastin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi ketina Rêjîma Bassê re bi taybet ji ber ku di pergala dîktatorî ya Rêjîma Bassê de jin ji her mafî hatibû mehrûmkirin, moralê gelê Sûriyeyê bilind bû. Bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk mafê her pêkhateyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat parastin. Her wiha jin di her qada civakê de rola herî bingehîn dilîzin. Bi hatina Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê jin dixwazin ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê wan neyê windakirin û bi awayekî adilane ji bo jin û mêran were nivîsandin. Lê Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Sûriyeyê dixwazin mafê jinan bin pê bikin û pergala baviksalariyê nû bikin.

Di vê çarçoveyê de di 7 Çileya 2025’an de jinan ji tevahî pêkhate û rêxistinan komxebateke şêwreyê li dar xistin û tekez kirin ku ew ê qebûl nekin Sûriyeyeke bê maf û şêwreya jinan were avakirin. Di komxebatê de Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya li Rojava Hediya Şamo, ji ajansa me ANF’ê re axivî.  

‘SÛRIYE GELEK PÊKHATEYAN HIMBÊZ DIKE’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî li Rojava Hediya Şemo wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Di Sûriyeyê de tişta herî xweşik pêkhateyên wê ne. Di tu deverên cîhanê de wek Sûriyeyê pirrengên pêkhateyan tune ne. Her kes tê de jiyan dike; çi Kurd be, Ereb be, Xiristiyan be û Êzidî be wek xwîşk û bira di nav hev de jiyana xwe berdewam dikin. Lê mixabin di sîstema Baasê ya dîktator de gelek pêkhate bê maf mabûn û te nedikarî wê xweşikbûna Sûriyeyê jiyan bikî. Mînaka herî berbiçav gelê Êzidî ye ku ji her cure êşkence, komkujî, qetilkirin û tunekirinê re derbas bû. Her wiha ji her alî ve mafê me tune bûn û cihê me di civakê te tune bû.”

‘HTŞ’E NIKARE ZIHNIYETA XWE LI SER JINAN FERZ BIKE’

Hediya Şamo di nav axaftina xwe de diyar kir ku ew pir kêfxweş bûn dema sîstema Baasê ya dîktator şikest û rêveberiyek nû hat da ku Sûriyeyê bi rê ve bibe. Lê em dibînin ku ev rêveberiya nû ya li ser Sûriyeyê jî dixwaze sîstema Baasê li ser jinan û gelê Sûriyeyê ferz bike. Hediya Şamo wiha pê de çû: “HTŞ’e dixwaze Sûriyeyê li gor zihniyeta xwe bi rê ve bibe û bi taybet jinan bike hedefa vê zihniyetê. Her wiha dixwaze mafê jinan careke din biçewisîne û wan bixe bin destê zilamê serdest de. Ev zihniyet wê nekare Sûriyeyê bi rê ve bibe, ji ber ku jin êdî ne jinên berê ne; jinên ku hûn dixwazin mafê wan careke din winda bikin xwedî wê hêzê ne ku li beramberî vê zihniyetê bisekinin û daxwaza mafê xwe bikin. Di vê dema dawî de çend daxuyaniyên HTŞ‘ê hatin weşandin ku tê de jin diaxivîn. Diyar bû ku ew jin li gor zihniyeta xwe fêr kirine da ku jinên din daxwaza mafên xwe nekin. Bi hezaran şehîdên me yên jin di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin, em ê jî tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. HTŞ’e dixwaze jinen vegerîne demên berê yê baviksalariyê û wê desmala reş danin ser por û rûyê wan da ku bêdeng û maf bimînin. Lê ev yek nabe, ji ber ku tenê pêkhateyên Misilman di Sûriyeyê de najîn, her wiha bi dehan ol û bawerî di Sûriyeyê de pêk dijîn. Ev zihniyet nabe li ser gel were ferzkirin.” 

‘EM Ê QEBÛL NEKIN SÛRIYEYEKE BÊ ŞÊWREYA JIN AVA BIBE’

Hediya Şamo bi bîr xist ku komxebata şêwreya jinan bi armanca ku her kes îradeya jinên Sûriyeyê nas bike bi beşdariya hemû pêkhateyan hat lidarxistin û wiha axivî: Ji ber vê rewşê û zagonên ku Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li ser jinan ferz dike, me wek jinên ji tevahî pêkhate û rêxistinan komxebateke şêwreyê li dar xist. Di vê komxebatê de jî gelek tişt hatin nîqaşkirin û jinan bertekên xwe li hember vê zihniyetê nîşan dan. Armanca me ya sereke ji vê komxebatê ew bû ku di nav destûrên nû yê Sûriyeyê de jin xwedî cihê herî sereke be. Em ê ti carî qebûl nekin ku Sûriyeyeke bê maf û şêwreya jinan ava bibe. Divê sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk di destûra nû ya Sûriyeyê de xala bingehîn be. Civaka ku bi fikra jinan ava dibe tu carî têk naçe û her dem pêşketî dimîne.” 

Di dawî de Hediya Şamo berxwedaniya YPJ’ê ya li bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê silav kir û got: “Em wek jinên Êzidî dibêjin pêwîst e di destûra Sûriyeya nû de mafên jinan werin parastin û Sûriyeyeke demokratîk were avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hindistanê di kombûna olî de mirovan pê li hev kir: Herî kêm 6 kes mirin
Nûçeya Pişt re ‘Şehîd Sara ji bo me Xwedawenda berxwedanê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Em bang li her kesî dikin ku cidî tevbigerin

DEM Partiyê têkildarî nêzîkatiya li Rêber Apo banga cidiyetê li her kesî kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Fransa bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji welat derkevin

Fransa, da xuyakirin ku bi taybetî piştî kuştina serokê Hamasê xeteriya rageşiyên leşkerî li herêmê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?