Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Şehîd Sara ji bo me Xwedawenda berxwedanê ye’
Jin

‘Şehîd Sara ji bo me Xwedawenda berxwedanê ye’

Ji fermandaran Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, şehîd Sara hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe wate da têkoşîna azadiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandara YJA Starê Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar di 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê de ji ANF’ê re axivîn.

Fermandara YJA Starê Asrîn Semsûr bi bîr xist ku şehîd Sara (Sakîne Cansiz) di şertên zehmet de tevlî têkoşînê bû û wiha axivî, “Kes ne li bendê bû ku li Kurdistanê tevgerek weke PKK derkeve holê. Bi taybetî jî kesî texmîn nedikir ku di nav vê tevgerê de jin wê rol û mîsyonek wiha rabin. Heval Sara, ligel her cûre zehmetiyan jî têkoşînek xurt raber kir. Bi berxwedana xwe li Kurdistanê ji gelek têkoşînan re pêşengî kir. Ked û têkoşîna heval Sara ji aliyê hemû jinên cîhanê ve mînak hat girtin. Em hemû mîlîtanên Rêber Apo ne û di heman demê de mîlîtanên fermandar Sara ne. Beriya şehadeta heval Sara jî gelek kes nave wê radikir, piştî şehadetê ev nav bêhtir bi wate bû. Ev yek nîşan dide ku hevala Sara felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de şênber kir.

Heval Sara, hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe têkoşîna azadiyê bêhtir watedar kir. Rêber Apo şehadeta heval Sara weke duyemîn komkujiya Dersimê bi nav kir. Ev pênase wateyek dîrokî û kûr e. Biryardariya heval Sara ji bo gelê Kurd bû çavkaniya îlhamê. Rêber Apo berî bi salan ji Sara re gotibû, ‘tu yê bibî jinekê ku di cîhanê de tê nasîn.’ Lewre Rêbertî jiyan, potansiyel û enerjiya heval Sara dîtibû. Bi rastî jî heval Sara li hemû cîhanê weke pêşenga jin a azad tê nasîn. Ligel hemû zehmetiyan berxwedanek mezin raber kir û têkoşîna xwe gihand her kesî. Em wek mîlîtanên PKK û PAJK’ê rêz û hezkirinek mezin ji heval Sara re digirin. Dixwazin jiyana wê nas bikin û têkoşîna wê mînak bigirin.

Şehîd Sara remza bawerî û xîretê ye. Jiyan û şehadeta wê bû wesîle ku bi hezaran Sara werin dinyayê. Em jî bi îlhama ku ji berxwedana wê digirin têdikoş in. Şehîd Sara ji ber felsefeya Rêbertî esas werdigirt hate qetilkirin. Lê belê, wê berxwedana heval Sara hebûna xwe bidomîne. Heval Sara wê her tim ji têkoşîna me re bibe ronahî. Erka me ya ku xwedî li nixên wê derkevin û têkoşîna wê dewam bikin. Bi şopa Şehîd Sara re çûyînê re em ê destketiyên gelek mezin bi dest bixin, sekna wê her tim rêya me ronî bike.”

JI BO TOLA HEVREYÊN PÊŞENG BIGIRIN TÊKOŞÎNA XWE HÎN MEZINTIR DIKIN

Gerîlaya YJA Starê Sara Serdar jî got ji bo tola hevreyên xwe yên pêşeng bigirin têkoşînê hîn mezintir dikin û wiha axivî: “Heval Sara ji hevalên jin ên ku destpêkê tevlî PKK’ê bûn bû. Li Kurdistanê têkoşînek pir mezin raber kir. Bi hezaran jin ji têkoşîna wê îlham girt û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi saya têkoşîna Şehîd Sara jin hem li nav tevgerê hem jî li nav civakê fêrî berxwedanê bûn û hêza xwe naskirin. Heval Sara jinên ku destpêkê tevlî PKK’ê bûne yek ji wan e. Partiya me PKK partiya jinan e. Ji ber vê em berpirsyartiyek pir mezin radikin ser xwe. Em îro bi saya hevalên xwe şehîd hatin vê astê. Her şehîdek dibe hinceta mezinkirina têkoşînê. Çalakiya fedaî ya heval Asya Alî û Rojger Helîn piştrastbûna vê ye. Weke gerîlayên YJA Starê soza ku me daye hevreyên şehîd em ê pêk bînin. Em ê teqez Kurdistanek azad ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin’
Nûçeya Pişt re YJA Star: Em ê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ser bixînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin

Êşkenceya polîsan a li navçeya Elbak a Wanê ya li dijî sê birayan bi meşekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna nivîsandinê ya komîsyona meclisê bi dawî bû

Piştî Serokê Meclisê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş bi nûnerên partiyên siyasî re civiya, hat ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji hunermendên Fransî strana ‘Evîn’

Di salvegera 2'yemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de hunermendên Fransî bi stranekê Evîn Goyî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?