Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di entegrasyona li gel Şamê de sernavên krîtîk bêçareserî dimînin
Rojava

Di entegrasyona li gel Şamê de sernavên krîtîk bêçareserî dimînin

Aliyê leşkerî yê entegrasyona li gel Şamê hêdî dimeşe û pirsgirêkên ewlehiyê nayên çareserkirin. Pêvajoyên derbarê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, statuya YPJ'ê û vegera koçberan de jî bi piranî rawestiyane.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Li Sûriyeyê di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û Rêveberiya Xweser de pêvajoya entegrasyonê di qada leşkerî de derbasî qonaxeke nû dibe; lê geşedanên meha borî di aliyên siyasî, civakî û çandî yên vê pêvajoyê de nediyarî zêdetir kirin. Sînordarkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî û xwepêşandanên li dijî vê yekê, qetilkirina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî û derketina şewata di girtîgeha Kobanê de ku piştre bû sedema gel derkeve kolanan, di heman serdemê de qewimîn.

Bi daxuyaniya 25’ê Tebaxê ku hate ragihandin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wekî avahiyeke leşkerî ya serbixwe bi dawî bûye, qonaxeke nû dest pê kir. Ev qonax bi tevlîkirina şervanan a di nav artêşa Sûriyeyê de bişêwazî pêş dikeve. Gavên ji bo tevlîkirina Lîwaya Kobanê di nava avahiyeke ku navenda wê Helepê ye de û yekkirina hêzên li Hesekê bi saziyên Hikûmeta Demkî re têne avêtin.

Lê belê, pêşveçûna entegrasyonê ya leşkerî pirsgirêkên derbarê siberoja saziyên perwerdehî, ewlehî, çand û rêveberiya herêmî ku Kurdan di 14 salan de ava kirine, ji holê ranekiriye. Ku ev saziyên navborî dê heta çi astê bêne parastin û di Sûriyeya nû de dê bibe xwedî statuyekê çawa, hîn jî mijara nîqaşê ye.

JI BO ZIMANÊ KURDÎ BÊNAVBER ÇALAKÎ

Bandora aloziyê ya herî mezin a li ser qada civakî, di perwerdehiyê de derket holê. Bi biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê ku di 27’ê Tebaxê de hat girtin, Kurdî wekî zimana neteweyî hat pênasekirin, lê dersên Kurdî heftê bi sê saetan hatin sînordarkirin. Hate plankirin ku dersên dîrok, erdnîgarî, zanistên civakî û felsefeyê bi Kurdî bêne xwendin, lê dersên wekî bîrkarî û fen bi Erebî bêne dayîn.

Ev biryar bi wateya qutbûneke girîng ji pergala perwerdehiyê ye ku ji sala 2012’yan vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihat meşandin. Li Rojava pergala ku tê de ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê dihat bikaranîn û pirtûkên dersan û mufredatên Kurdî dihatin amadekirin, hatibû avakirin.

Xwendekar û malbatên ku bi salan e bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehî dîtine, di xwepêşandanên ku rojan e li dar dixin de dibêjin ku ev biryar rengekî nû yê asîmîlasyonê ye. Ew balê dikişînin ser ku ziman yek ji hêmanên bingehîn ên nasnameyê ye û nabe ku tenê bi sê saetên dersa bijarte bê sînordarkirin.

Dayik û bav, tînin ziman ku wergirtina perwerdehiya tam a bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê zarokên wan e û ev maf nabe mijara bazarê. Xwendekar, jî dibêjin ku heta ev biryar paşve neyê kişandin û Kurdî wekî zimanê perwerdehiya fermî neyê qebûlkirin, ew dê dersan boykot bikin.

DUH REJÎMA BAAS ÎRO HTŞ

Di dema rejîma baas de Kurdî bi dehan salan di her qada jiyana civakî de bi rengekî sîstematîk hatibû qedexekirin. Dema ku partiya Baas 8’ê Adara 1963’yan bi darbeya leşkerî re hate ser desthilatdariyê, qedexeya Kurdî veguherî rengekî sîstematîk. Ji wê salê û şûnde Kurdî li dibistanan, saziyên fermî û qada civakî hate qedexekirin. Ji navîna salên 1960’an û şûnde bi projeya “Kemera Ereb” re qedexeyên ziman veguherîn polîtîkayên guhertina demografiyê. Di 1980’an de jî li kargehan, dawetan û qadên civakî qedexeyên li ser Kurdî hîn tundtir bûn. Ev qedexe heta Şoreşa Rojava ya 2012’an nêzî 49 salan dom kir.

Hikûmeta demkî Kurdî di hefteyê de bi sê saetan sînor kir û bi vê yekê hewl dide Kurdî tune bike, ev yek weke ceribandineke cuda ya polîtîkayên zext û asîmîlasyonê tê nirxandin. Li dijî vê yekê çalakî jî li bajarên mîna Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Çilaxa, Zirgan, Tirbespiyê, Til Temir, Hesekê û Girkê Legê hema bêje her roj didomin. Gel nerazîbûn nîşanî polîtîkaya Şamê ya li ser Kurdî dide û îfade dike ku zext encex bi têkoşîneke bi biryar dikare were derbaskirin û Kurd di ti şert û mercî de dest ji zimanê xwe bernadin.

Bi vî rengî nîqaşa perwerdeyê, di çêkera dewletê ya nû de têkildarî çarçoveya naskirina mafên çandî û ziman ên Kurdan veguheriye nîqaşeke siyasî ya hîn berfirehtir.

WÊ ZANÎNGEH ÇAWA BIN?

Ji bo Kurdî peyama zelal hat dayîn, yek ji pirsên din jî aqûbeta zanîngehan e. Di hevdîtinên bi Şamê re de mijarên mîna zanîngeh tevlî sîstema dewletê bibin, diploma bên naskirin, pirtûkên Kurdî yên fermî bigihijin dibistanan û mamosteyên branşê Kurdî bên wezîfedarkirin, hatin nirxandin. Daxuyanî hatin dayîn ku têkildarî entegrasyona Zanîngeha Kobanê ya li Zanîngeha Helebê lêkolîn hatine destpêkirin û dîplomayên mezûnan wê rasterast bên naskirin. Zanîngeha Rojava jî ragihand ku mekanîzmaya entegrasyonê nediyariya xwe parastiye û parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, xweseriya akademîk û tevlîbûn weke şertê esas dibîne.

Her çendî ku ev geşedan weke erênî xuya bikin jî, pirs dewam dikin. Naskirina dîplomayan ji bo siberoja xwendekaran mîsogeriyeke esas çêdike, lê parastina çêkera îdarî, diyarkirina mufredatê û cihê Kurdî ya li zanîngehê weke pirsên eşkere ne. Em dikarin bêjin ku têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê û statuya fermî ya ziman çareseriyek nehatiye dîtin.

KRÎZA EWLEKARIYÊ DIDOME

Li Rojava mijara ku îro herî zêde tê nîqaşkirin jî ewlekarî ye. 10’ê Îlonê li Taxa Miftî ya Hesekê Sîpan Hiznî hate revandin û qetilkirin, vê yekê piştî entegrasyona leşkerî pirsgirêka ewlekariyê car din kir rojev. Piştî qetilkirina Hiznî gel rabû ser piyan û xwest ku cînayet were ronîkirin û kujer bên cezakirin.

Tiştên qewimîn nîşan da ku entegrasyon bi tevlîkirina şervanan a ji bo yekîneyên nû re temam nabe, divê statuya hiqûqî ya şervanan û ewlehiya wan jî bi rengê eşkere were diyarkirin.

LI KOBANÊ LÊGERÎNA HEVSENGIYÊ

Piştî du rojan şewata li girtîgeha Kobanê jî, pirsgirêka ewlekarî û rayeyê jî rasterast gihand navenda bajêr. Di şewatê de 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Beriya bûyerê sewqkirina hin girtiyan a ji bo Helebê hate rojevê û ev yek li girtîgehê bibû sedema rageşiyê.

Ewlehiya navenda Kobanê ji aliyê Kurdan ve tê pêkanîn. Lê belê cihê hêzên Asayîşê ya di nava sîstema nû de hîna bi peymaneke vekirî nehatiye diyarkirin. Şamê ferz kir ku rayeya ewlehiyê radestî wê were kirin, Kurd jî diyar dikin ku bajar semboleke dîrokî ye û lewma ew ê ewlehiya wê pêk bînin.

STATUYA YPJ’Ê NEDIYAR E

Cihê YPJ’ê di nava pergala ewlehiyê ya Sûriyeya nû de jî nediyariya xwe diparêze. Di hevdîtinên 25’ê Tebaxê de rol û rêziknameyên YPJ’ê yên dema nû hatin gotûbêjkirin. Piştre heyeta YPJ’ê bi Wezareta Karûbarên Navxweyî re civiya.

Di hevdîtinan de hat daxwazkirin ku YPJ’ê di nava Wezareta Karûbarên Navxweyî de wekî “hêzeke taybet û birêxistinkirî” hebûna xwe dom bike û li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê bimîne. Ji ber vê yekê, di derbarê statuya YPJ’ê ya di nava pergala nû de hîn mirov nikare behsa pêvajoyeke bi encam bike.

VEGERA KOÇBERAN

Mijara vegera koçberan jî hê jî yek ji hesastirîn sernavê pêvajoya entegrasyonê ye. Pêvajoya vegerê ya li Efrîn a ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de di 9’ê Adarê de li gel yekem komê dest pê kir. Yekem koma ku nêzîkî 400 ji malbatan pêk dihat, vegeriya navçeyên weke Cindirês, Mabata û Şiyê. Piştre hin komên din vegeriyan û bi hezaran malbat vegeriyan ser xakên xwe. Heya meha Hezîranê bi giştî 8 hezar û 720 malbat vegeriyan Efrînê.

Her çend dixuya ku pêvajo hatiye temamkirin jî derneketina malbatên çete ya ji hin xaniyan, fikarên têkildarî ewlehiyê û pirsgirêkên mal û milkî berdewam dikin. Malbatên ku vegeriyane li bajarekî ku lê rêçên wêranî û guherina demografîk xwe nîşan didin, hewl didin ku dubare jiyana xwe ava bikin. Tê diyarkirin ku bi taybetî li hin gundan ji ber hebûna leşkerên Tirk têketin tê astengkirin, xanî hatine talankirin û binesazî hilweşiyaye.

LI SERÊKANIYÊ TABLO GIRAN E

Lı Serêkaniyê jî tablo giran e. Piştî dagirkeriya di sala 2019’an de li navenda bajêr û derdora wê bi hezaran malbatên çeteyan hatin bicihkirin. Bi taybetî malbatên çeteyan ên ji Idlib, Hums, Hema, Dêrazor, Gutaya Rojhilat û Iraqê anîn, li gundên Kurdan ên hatibûn valakirin, hatin bicihkirin. Hate belgekirin bes zêdetirî hezar û 500 malbatên girêdayî komên weke‘’Sultan Murad’’ û weke wê hatine bicihkirin. Lê belê salên piştre ev hejmar zêdetir bû. Avaniya nifûsa bajêr ji binî ve hate guhertin; li cihên ku beriya wê 70-80 Kurd lê dijîn, roja îroyîn bes çend malbat mane.

Di pêvajoya heyî de veger ne ji bo navendên bajêran ji bo gundan in. Konvoya yekem di 10’ê Tebaxê de nêzîkî 410 malbat, konvoya duyemîn di 8’ê Îlonê de 689 malbat veguhastin. Berê konvoya sêyemîn jî berê xwe da gundan.  Kesên ji cih û warên xwe bûne, daxwaz dikin ku navenda bajêr ji kesên hatine bicihkirin were paqijkirin, dîrokeke were eşkerekirin, ewlehî were misogerkirin û şert û mercên jiyanê werin başkirin.

Gel dixwaze ku ew bi xwe ewlehiya îdarî û leşkerî dabîn bike. Bi awayekî fermî venebûna rêya Serêkaniyê-Helebê jî li pêşiya bazirganî û hatin û çûyînê asteng e.

JI HELEBÊ RE VEGER TUNE YE

Vegera ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî gelekî giran e. Di 1’ê Nîsana 2025’an de di navbera meclîsên taxan û Şamê de peymaneke ji 14 madeyan pêk tê, hate îmzekirin, di peymana berbehs de hatibû pêşbînkirin ku avaniyên xwecihî bi demkî werin parastin û vegera ewle were dabînkirin. Lê belê bicihanîna peymanê tim bi astengiyan re rû bi rû ma. Di meha Çileyê de li gel êrîşên Hikûmeta Demkî pêvajo bi temamî sekinî. Her çend hevdîtin bi taybetî di meha Îlonê de zêde bûn jî pêşketineke şênber û mayînde pêk nehat.

Rageşiya di navbera daxwaza parastina avaniyên xweser ên çandî û ewlehiyên taxan û ferzkirina rayeya navendî li pêşiya çareseriyê asteng e. Beşeke mezin a kesên ji cih û warên xwe bûne ji bo vegerê hê jî disekinin.

DAXWAZ Û ÇARESERÎ

Dema ku em li pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava dinêrin, em dikarin bibêjin ku di serî de statuya YPJ’ê hevdîtinên têkildarî perwerdeya bi Kurdî û vegera penaberan sekiniye. Tê diyarkirin ku di heman demê de Şam hê jî dixwaze Kobanê bigire bin kontrola xwe û bi taybetî hin kom li bejahiyê hewl didin provokasyonan bikin.

Entegrasyona ku Şam li gel fezkirinên xwe dixwaze li gorî wê pêk were û daxwazên Kurdan gelekî ji hev cuda ne. Ji ber ku li gorî Şamê entegrasyon ew e ku hemû raye û hêz li navendekê be û wisa were birêvebirin. Ji bo Kurdan jî ev pêvajo tê wateya ku avaniya saziyên ku di nava salan de hatin avakirin werin parastin û daxilî pêvajoyê bibin. Yanî parastina Kurdî, domandina avaniya akademîk a zanîngehan, parastina sazyên çandî, parastina avaniya rêxistinî ya YPJ’ê û çalakbûna mekanîzmayên ewlehiya xwecihî.

Bêguman çareserî ew e ku lihevkirina aliyan a li ser van sernavan û misogerkirina wan a li gel qanûnên nû ye. Yan na rageşiyek herî biçûk jî dikare bibe sedema derketina veqetînên mezin. Heman awayî di serîde Serêkaniyê, Efrîn û Heleb divê di mijara vegerên ji herêmên din de jî heman helwest were nîşandan.Vegera ewle heya ku bi ewlehiya leşkerî sînordar neyê dîtin û li gel mal û milk, binesazî, perwerde, tenduristî û rêveberiya xwecihî neyê dîtin wê veger mayînde nebin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê
Nûçeya Pişt re Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

AYM’ê der barê êrîşa li ser cenazeyê dayika Aysel Tûglûk biryara xwe da

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di serlêdana êrîşa li ser cenazeyê dayika siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk…

Ji aliyê Stêrk TV

YJŞ tevlî kampanya ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ bû

YJŞ tevlî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' bû û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Trump: Divê Îran bombeyan li Los Angeles û San Diegoyê bibarîne!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?