Heyeta ku bi navê Tevgera Jinên Kurd çû Hondurasê bi rayedarên Konseya Sivîl a Rêxistinên Xwecihî û Gelê Hondurasê (COPINH) re civiya. COPINH ku ji civakên gelê Lenca yê xwe bi rê ve dibe pêk tê, ji bo parastina xakê, çem, daristan û mafên gelên xwecihî salên dûr û dirêj e têdikoşe.
Têkoşîna rêxistinê ku sala 1993’an ava bû, bi taybetî li ser rêxistinbûna li dijî nijadperestî, baviksalarî û kapîtalîzmê tê meşandin ku civakên xwecihî li ser jiyana xwe xwedî mafê gotinê bin.
Yek ji damezînerên COPINH’ê aktîvîsta femînîst û ji lîderên jinan ên gelê Lencayê Berta Cáceres di 2’ê Adara 2016’an de di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
TÊKILIYA NAVBERA TÊKOŞÎNÊN KURD Û LENCAYÊ
Têkoşîna gelê Kurd gelekî bala Berta Cáceres dikişand û bi tevgera jinên Kurd re têkiliyeke piştevaniyê ya xurt danîbû. Di dema serdanê de ev têkiliya dîrokî careke din kete rojevê û heyetê bi endamên COPINH’ê li ser mijarên parastina xakê, rola pêşengiya jinan, rêxistinbûna xweser û têkiliya bi xwezayê re tecrûbeyên xwe parve kir.
Heyetê serdana civakên xwecihî yên ser bi COPINH’ê jî kir û li tecrûbeyên wan ên têkoşînê û jiyana rojane guhdarî kir. Civakan kesên di nava tevgera Kurd û Lencayê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û bi hev re dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Berta nemir, zêde bû” qîriyan.
Heyet her wiha beşdarî bernameya yek ji radyoyên civaka COPINH’ê bû û qala têkoşîna tevgera jinên Kurd kir.

