Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê
Kurdistan

Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

Di kongreya 12'emîn a Awarte ya PKK'ê de biryar hate dayin ku "Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bê birêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesixkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibata 2025’an de eşkere kir, Kongreya 12’emîn a Awarte di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.

Kongre li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemwextî hate lidarxistin û endamên Desteya Rêveber a PKK’ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê, Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên konseyê, endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê, endamên Koordînasyona KJK û PAJK’ê jî di nav de 232 delege beşdar bûn.

Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê û Sirri Sureyya Onder hate daliqandin ku beriya çend rojan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, dîwana kongreyê hate hilbijartin. Endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan û Xalîde Engîzek, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît û endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Bi hilbijartina dîwana kongreyê re nirxandina rojevên kongreyê destpê kir.

DÛRAN KALKAN: EV NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ve hate kirin. Kalkan di şexsê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û Sirri Sureyya Onder de bi bîranîna şehîdên şoreşê hemûyan dest bi axaftina xwe û anî ziman ku fesixkirina PKK’ê ‘Ne dawî ye, lê destpêkek nû ye’. Dûran Kalkan got, “Bêguman ev kongreya me ji kongreyên din cuda ye bêguman. Ji hin aliyan ve mirov dikare bişibîne kongreya destpêkê. Kongreyeke welê ye ku ji aliyê dîrokî ve PKK’ê bi dawî dike û dîrokê li şûna wê dide rûniştandin. Bêguman ev dawî nîne, bi encamkirineke bi vî rengî re tê xwestin, pêşî li pêngavên nû bê vekirin. Tê xwestin, derfet û firsend ji pêngavên nû re bê dayin.”

‘PKK BÛ BIRÊXISTINKIRINA XETA APOYÎ’

Dûran Kalkan anî ziman ku rêxistiniya destpêkê ya PKK’ê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û piştre bi navê ‘Apocî’, ‘Şoreşgerên Kurdistanê’, ‘Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê’ hatin naskirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi dewamî got, “Di dawiya sala 1978’an de pêwîstî pê dît ku weke partî xwe bi rêxistin bike û navê ‘Partiya Karkerên Kurdistanê’ bi vî rengî ava bû. Yanî destpêkê weke PKK ava nebû. Beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn. Lê belê PKK bêguman bû rêxistinbûyîna xeta Apoyî. Bû xwedî wê cewherê û hewl da hişmendiya wê bi pêş ve bibe. Milîtaniya Apoyî, milîtaniya PKK’ê li ser van esasan bi pêş ket.”

KONGRYA DESTPÊKÊN NÛ…

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, “Ev kongre dişibe kongreya yekemîn. Lê çawa?” û bi vî rengî dewam kir: “Li wê derê ji bo destpêkeke nû îradeyeke mezin hebû, li vir jî li ser bingeha bidawîkirina dîrokî ya wê destpêkê îradeyeke mezin heye. Lê belê ev bidawîkirin qedandin nîne. PKK ji damezrandinê û vir bi rengekî hîn bi îdîa û xurtir, ji bo pêşî li pêngav û avabûnên nû veke, ji bo zemîna vê yekê biafirîne vê dawîkirinê pêk tîne.”

‘PKK’Ê KURDÎTIYA LI BER MIRINÊ BÛ JI NÛ VE ZINDÎ KIR’

Piştî xwendina rapora polîtîk a ji perspektîfên Rêber Apo yên li ser kongreyê hatibû amadekirin, rapora Komîteya Navendî ya PKK’ê hate xwendin. Di rapora polîtîk de pêvajoya siyasî-leşkerî hate nirxandin, hate destnîşankirin ku PKK’ê mohra xwe li 50 salên dawî yên Kurdistanê xist, Kurdîtiya li ber tinebûnê bû jinûve zindî kir.

Di raporê de hate gotin, “PKK ji bo dîroka Kurd bû mîladeke nû, li Kurdistanê jî bû vejîna Kurdîtiya azad a nû. Li ser vê bingehê li Kurdistanê jiyana azad û civaka neteweya demokratîk hate afirandin.” Raporê bi vî rengî dewam kir: “Bi Kongreya Yekemîn re avabûna fermî ya partiyê destwerdaneke radîkal a li dîroka tinebûna neteweyî bû, biryar û ragihandin destpêka dîroka azadiyê ya nû bû. Kongreya me ya 12’emîn jî tê wateya bidawîkirina demekê ya bi PKK’ê re hate meşandin û pêşîvekirina li destpêkirina demeke nû ya dîroka azadiyê.”

‘JI BO PÊŞÎVEKIRINA LI STRATEJIYÊN NÛ…’

Di raporê de hate destnîşankirin ku kongreya damezrîner bi esasî bangek bû ku xîtabî gelê Kurd dikir û hate ragihandin ku kongreya 12’emîn destpêkirina têkoşîneke nû ya ji bo rizgariya gelan û hemû bindestan ji xwe re kiriye armanc. Di dewama raporê de hate gotin, “Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê, rawestandina karên bi navê PKK’ê têne meşandin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya weke stratejiya bingehîn tê wê wateyê ku ji bo azadiya Kurdan û têkoşîna civaka demokratîk li her qadê pêşî li stratejiyên nû û rêxistiniyê veke.”

‘DEMA HERÎ PÎROZ A DÎROKA KURDISTANÊ’

Di rapora Komîteya Rêveber a PKK’ê de hate gotin, “Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê di tevgera azadiyê ya şoreşger de dawîkirineke mutleq nîne, berevajî vê yekê destpêkeke nû ye. Tevgera Apoyî dema bi navê PKK’ê tê meşandin bi dawî dike, PKK’ê li şûna wê ya dîrokî dide rûniştandin û ji bo pêşî li serdemeke nû ya ji bo xwe veke, demeke bi vî rengî dide destpêkirin.” Raporê bi vî rengî dewam kir, “PKK’ê serdema herî bi heybet û pîroz a dîroka Kurdistanê afirandiye. PKK’yîbûyîn bû navê lehengî, wêrekî û fedakariya Kurd. Li ser bingeha azadiya jinê jiyan û hebûna Kurdên azad temsîl dike. Jinûve afirandina heqîqeta Kurd a li se xeta Apoyî ye. Li Kurdistanê rûmet, şeref, dilsozî, wêrekî, fedakarî, piştevanî û parvekirina li ser xeta fedaîtiyê bi PKK’ê re ji nû ve bû xwedî wate. Tevgera Apoyî bi navê PKK’ê ev hemû afirand û niha jî bi kongreya xwe ya 12’emîn re vê heqîqetê li cihê hreî bi şeref ê dîroka Kurdistanê dide rûniştandin. Van hemûyan jî bi îrade û biryara xwe, ji bo di civaka demokratîk û jiyana azad de bi pêş ve bibe, dike. PKK wê di dîroka Kurdistanê de her tim weke tevgera azadî û lehengiyê ya rasteqîn bê bîranîn û bijî.”

BIRYAR BI YEKDENGIYÊ HATIN WERGIRTIN

Piştî nirxandinên pêvajoya siyasî-leşkerî, rojeva serdema têkoşîna nû hate nirxandin. Di kongreyê de ku sê rojan dewam kir, nirxandinên pir alî, nîqaş û tespît hatin kirin. Li ser pêşnûme biryarên ‘Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê, Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Avakirina Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ve hate amadekirin, yek bi yek nîqaş hate kirin û biryar li ser hate dayin. Di kongreyê de ku nîqaşên gelekî berfireh û zirav hatin kirin, pêşnûme biryar hemû bi yekdengî hatin qebûlkirin.

‘BI ŞERTÊ KU JI ALIYÊ RÊBER APO VE BÊ BIRÊVEBIRIN Û MEŞANDIN’

Di kongreyê de pêşnûme biryara ku herî zêde nîqaş li ser hate kirin û raya giştî li bendê bû, ‘Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê’ bû ku fesixkirina PKK’ê ji xwe re dikir armanc. Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh biryar hate wergirtin ku “Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bê rêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK’ê bê fesixkirin, rêbaza têkoşîna çekdarî bê bidawîkirin û karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû bêne bidawîkirin.”

Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye’ bi dawî bû. Hate ragihandin ku encamên kongreyê ku li du qadên cuda hemwextî hate lidarxistin, piştî ku bûn yek wê bi raya giştî re bêne eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
Nûçeya Pişt re Afirîner û ragirê çanda Apoyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 11 kes hatin girtin

Serdozgeriya Stenbolê derbarê HDK’ê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çaroveya lêpirsînê de 11 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin

Koordînasyonan KJK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Pêngava Civaka Demokratîk a Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat diyar kir ku doza rewa ya gelê Kurd û têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?