Îro sibehê, li Parêzgeha Hesekê sala xwendinê ya nû ya 2026/2027’an di qonaxeke nû ya piştî pêvajoya entegrasyonê de û di nava beşeke astengiyan de dest pê kir, yek ji astengiyên ku çêbû xwendekar li hemberî biryara girêdayî xwendina bi zimanê Kurdî derketin.
Di vê der barê de xwendekarên dibistanên bajarê Qamişlo çalakî li dar xistin û gelek ji wan daxuyanî dan, di daxuyaniyan de biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya têkildarî dayîna tenê 3 dersan di hefteyê de ji bo zimanê kurdî red kirin û daxwaza xwendina materyalên bi zimanê kurdî kirin.
Di daxuyaniyên xwendekaran de hat diyarkirin ku biryara wezaretê mafê xwendekarên kurd naparêze û ne li gorî daxwazên wan e û got: “Zimanê kurdî deng, çand û hebûna me ye, em 3 dersan qebûl nakin. Em wekî xwendekar daxwaza mafê xwe û mafê gelê kurd dikin, em ne li dijî ti zimanî ne, lê em parêzvanên ziman û mafê xwe ne. Ji ber ku zimanê dayîkê nabe ku bibe zimanekî bijarte, divê xwendekar bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin.”
Xwendekaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku divê mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê parastin, ji bo bidestxistina vê destkeftiyê bi hezaran şehîdan jiyana xwe feda kir. Li ser vî esasî xwendekaran ragihand ku heta qebûlkirina daxwazên wan yê mafê perwerdeya li gorî materyalên zimanê kurdî ew ê derbasî refan nebin.
Xwendekaran daxuyaniyên xwe bi van dirûşman bi dawî kir: “Zimanê me kurdî ye û mafê me destûrî ye” û “Bê ziman jiyan nabe”
Li bajarê Çilaxa biryara wezaretê hat şermezarkirin, xwendekarên Kurd li bajarê Çilaxa û herêma Aliyan a girêdayî wê çûyîna dibistanê red kirin.
Li gorî agahiyên ku xwendekar û malbatên wan bi ajansa me re parve kirin, wê sibe (7 Îlon) xwendekar têkildarî mijarê li pêşiya dibistanên xwe yên li bajêr û bajarokên girêdayî wê daxuyaniyan bidin.

