Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê tecrîd were rakirin, Abdullah Ocalan bi rengekî azad pêvajoyê bimeşîne’
Rojane

‘Divê tecrîd were rakirin, Abdullah Ocalan bi rengekî azad pêvajoyê bimeşîne’

Piştî hevdîtina Rêber Apo ya di 28’ê Kanûnê ya li gel heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnasan anî ziman ku divê Rêber Apo di şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya piştî hevdîtîna bi Rêber Apo re hatî dayîn, eleqeyeke mezin dît. Têkildarî mijarê siyasetmedar Ziya Pîr û Nûrsel Aydogan, akademîsyen Çetîn Gurer û hiqûqnas Rengîn Ergul bi ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya daxuyaniyê. 

JI BO KU PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN RASTERAST WERIN RAGIHANDIN DIVÊ ZEMÎNEK WERE AVAKIRIN

Siyasetmedar Ziya Pîr têkildarî daxuyaniya DEM Partiyê ya piştî hevdîtina li gel Rêber Apo hatî dayîn axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ez weke aligirekî aştiya birûmet ya di navbera Kurd û Tirkan de, beriya her tiştî peyamên Birêz Ocalan gelekî girîng dibînim. ‘’

Pîr axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’Ger dewlet û hikûmet ji paradîgmaya nû paşde gav neavêje, wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Ji aliyê gelê Tirk ve yek ji mijara herî girîng,  têkoşîna gelê Kurd ya çekdarî û bidawîbûna tirsa perçebûna welêt; ji aliyê gelê Kurd ve jî tirsa jidestdana destkeftiyên ev 40-50 sal in hatine bi dest xistin, wê berteref bibin.’’ 

Pîr di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkiliya rasterast ya muxatabên pêvajoyê û ev yek anîn ziman: ‘’Eê vê yekê jîdizanin ku di pêvajoyên bi vî rengî de spekulasyon, manîpulasyon û şantaj tên pêşxistin. Ji ber vê yekê divê muxatab ne bi heyetan bi rasterast hevdîtinan pêk bînin. Divê zemîn û mekanîzmayên vê yekê werin amadekirin. Ji bo pêşîlêgirtina van talûkeyan, çawa ku Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî dikarin rasterast fikrên xwe ragihînin gel û xuxatabê xwe, divê heman zemîn ji bo Birêz Ocalan jî were amadekirin.’’

PEYAMÊ RÊ LI BER SIYASETA TENGAVBÛYÎ VEKIR

Akademîsyen Çetîn Gurer têkildarî hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya li gel Rêber Apo axivî û diyar kir ku vê hevdîtinê rê li ber siyaseta tengavbûyî vekir û got: ‘’Li gel daxuyaniyên ji destpêka meha Cotmehê heya niha,  heyeta DEM Partiyê piştî 9 salan bi Ocalan re hevdîtinek pêk anî.  Encamên vê hevdîtinê di demeke kurt de xwe di nava raya giştî de nîşan da.  Beriya her tiştî tespîta ku fikirên Ocalan wê rê li ber siyaseta tengavbûyî veke, dubare rastiya xwe îspat kir.  Vê hevdîtinê û peyamên Ocalan kir ku qada siyesetê gelekî rehet bibe.  Dubare mijarên weke pirsgirêka Kurd, aşitî û çareserî hatin axaftin; hin nediyarî ji holê rabûn. Ji aliyê şert û mercên heyî ve ev yek gelekî giring e.’’

Gurer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hewcehiya rakirina tecrîdê û got: ‘’Herçend DEM Partî çûye Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêk aniye jî ev yek nayê wê wateyê ku Ocalan û Îmralî dubare daxilî normên hiqûqê yên derbasdar bûne û tecrîda heyî bi temamî hatiye rakirin. Rakirina tecrîdê ya bi temamî, yek ji şert û mercên aşitî û çareseriyê ye.  Herçend desthilatdariya siyasî têkildarî çareseriyê daxuyaniyan bide jî, bi qasî ku tecrîd dewam bike û heya ku perspektîfa Abdullah Ocalan ya çareseriyê neyê zanîn tu qîmeta van daxuyaniyan tune ye.’’

DIVÊ ABDULLAH OCALAN BI AWAYEKÎ AZAD PÊVAJOYÊ BI RÊ VE BIBE

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku seredana DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê gelekî girîng e û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’Heyeta Îmraliyê herî dawiyê di 4’ê Nîsana 2015’an de hevdîtina xwe pêk anîbû.  Ev yek, hevdîtina dawîn ya Pêvajoya Aşitiya Demokratîk bû.  Çimkî pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve hate bidawîkirin û pêvajoyeke nû ya xwe spart tunekirin û tasfiyekirinê hate destpêkirin. Piştî 9 salan du endamên heyetê, dubare çûn Îmraliyê û têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek hate dayîn.’’

Aydogan da zanîn ku perspektîfa hatî eşkerekirin hêviyekê dide û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên bihêz û bi hemû çakniyetîya xwe tiştên ku divê werin kirin, nîşan da. Perspektîfeke hêvîbexş e. Em jî dibêjin ku ‘Hêvî ji serkeftinê bi qîmettir e’ û xwedî li vê perspektîfê derdikevin.’’

TECRÎD HÊ BI DAWÎ NEBÛYE

Hiqûqnas Rengîn Ergul diyar kir ku tecrîd hê jî berdewam dike û got ku divê têkildarî vê mijarê têkoşîneke çalaktir were dayîn û got: ‘’Hevdîtina heyeta DEM Partiyê pêngaveke erênî ye. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd bi temamî hatiye rakirin. Hê jî temînateke ku hevdîtinên malbat û parêzeran bi awayekî normal pêk tên, tune ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku tecrîd hê jî berdewam dike.’’

Ergul bal kişand ser girîngiya têkoşîna hiqûqî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ji bo ku tecrîd were rakirin, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were dabînkirin û girtiyên siyasî werin berdan divê parêzkariya hiqûqî were bihêzkirin. Herweha belgekirina sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava û têkoşîna hiqûqî, perçeyeke misyona hiqûqnasan e. Di vê pêvajoyê de tişta ku dikeve ser milên me ev e.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya çekdarî kirin
Nûçeya Pişt re Onder: Di sala nû de em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di 24 saetan de ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê herî kêm 139 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona Ewlehiya Domdar di qonaxa duyemîn de ye

Operasyona Ewlehiya Domdar derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya operasyonê de hin herêm hatin paqijkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva destnîaşn kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?