Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Ekolojiya Mêrdîn û Dersîmê di bin gefa projeyên RES û GES’ê de ne
Civak & Ekolojî

Ekolojiya Mêrdîn û Dersîmê di bin gefa projeyên RES û GES’ê de ne

Li Mêrdîn û Dersîmê mêrgehên çandiniyê û ekolojîk di bin gefa rojeyên RES û GES’ê de ne. Daneyên zanistî nîşan didin ku ev tesîdên di bin navê "enerjiya paqij" de xebatê dimeşînin rê li ber wêraniya ekolojiyê vedikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Mêrgeh û qadên çandiniyê yên li Mêrdînê bi projeyên ku di salên 2024 û 2025’an de hatine pejirandin vediguherin santralên elektrîkê. Her çiqasî santralek enerjiya rojê ya 52 MW ya Cengiz Holding/Etî Bakir li Şemrexê bi awayekî çalak dixebite jî, li herêma Dêrik û Artukluyê şîrketên nû derketine holê. Çemtaş Çelîk di Îlona 2025’an de ji bo santralek kapasîteya 37 MW li Dêrikê bi veberhênera 1.4 milyar TL destûr wergirt; CW Enerjîi projeya ÇED’ê qadeke 62 hektarî vedihewîne temam kir. Li Artukluyê her çiqasî projeya Azyol Energy ji aliyê dadgehê ve hatiye rawestandin jî, şîrketên pîşesaziyê yên mezin ên wekî ÎSDEMÎR ji bo veguherandina mêrgehên herêmê bo deverên santralên enerjiya rojê destûrên nû wergirtine.

Taybetmendiya hevpar a van projeyan ew e ku tevî nerazîbûnên gelê herêmê, biryarên “ÇED’ê erênî” yên bilez têne dayîn û li mêrgehan ajalvanî hatiye asta ku neyê kirin. Şîrket bi garantiyên kirînê û teşwîqên ji dewletê digirin qezencên xwe zêde dikin. Gelê herêmê li dijî desteserkirina erdên xwe têkoşîna qanûnî dimeşînin.

DI DANEYÊN ZANISTÎ DE WÊRANIYA GES’Ê JI BO EKOLOJIYÊ NAYÊ DÎTIN

Gelo Santrala Enerjiya Rojê (GES) çi ye? gelo wekî ku tê gotin çavkaniyek enerjiya “paqij” e? Enerjiya rojê bi rêya panelên fotovoltaîk an pergalên neynikê ve tê bidestxistin.

Tê gotin ku krîza avhewayê ya ji ber sotemeniyên fosîl derektiye holê, pêwîstiya kêmkirina belavbûna karbonê û pêwîstiya misogerkirina ewlehiya enerjiyê, pêwîstiya vê çavkaniya paqij û domdar kiriye pêşaniyek kûrewî. Krîza petrolê ya ku di 1973’yan de derket holê, cîhanê ber bi lêgerîna çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf ve bir. Li şûna santralên elektrîkê yên bi komirê, çavkaniyên wekî bayê û rojê ji bo hilberîna elektrîkê hatin pêşniyarkirin. Bi vî rengî, projeyên mîna Santralên Hîdroelektrîkê (HES), Santralên Enerjiya Bayê (RES), Santralên Enerjiya Rojê (GES) û Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) derketin holê. Cîhan ji ber şerê Îran-DYE’yê krîzek nû ya petrolê dijî û dibe ku ev proje hîn bêtir werin nîqaşkirin.

Li gorî daneyên Ajansa Enerjiya Nûjenkirî ya Navneteweyî (IRENA) li seranserê cîhanê kapasîteya enerjiya rojê ya heta sala 2024’an wê bigihîje hezar û 865 GW û bi taybetî li welatên mîna Çîn, DYE û Yekîtiya Ewropayê zêde bûne; herêmên “kembera rojê” yên cîhanê jî wekî qadên ku tîrêjên herî bilind derdikevin pêş. Li Tirkiyeyê, daneyên ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û GEPA’yê nîşan didin ku ji ber cihê erdnîgariya welêt salê bi qasî 2 hezar û 737 saet rojê dibîne û li Ewropayê xwedî potansiyela herî bilind e. Li Tirkiyeyê, GES li herêmên wekî Konya, Riha û Kayseriyê zêde bûne.

Li Mêrdînê santralên enerjiya rojê yên mezin ên li qadên sîtê yên xwezayî û dîrokî hatine çêkirin, ne tenê di aliyê dîtbarî de qirêjiyê çêdikin, di heman demê de wêraniya bêveger li ekosîstemê çêdikin. Raporên zanistî û nirxandinên bandora li jîngehê mîşan didin ku ev tesîsên di bin navê “enerjiya paqij” de bê kontrol hatine çêkirin zirarek mezin didin ekolojoyê:

XETEREYA HIŞKESALÎ Û EROZYONÊ

Di pêvajoya avakirina panelên rojê de rêzkirina erdê û paqijkirina nebatan, tebexeya ser axê bêparastin dihêle. Li gorî rapora ji hêla Laboratuara Neteweyî ya Argonne (ANL) ve hatiye weşandin, ji ber li qadek berfirej kolandin û rêzkirin tê kirin ev yek dibe sedema zexmkirina axê, xirabûna kanalên avdanê û herîkîna ser erdê bi lez dibe rê li ber erozyonê vedike. Li Mêrdînê (Artuklu) ji ber erdên xwar di demên baranê de li niştecihên jêrîn rê li ber şemitîna erdê û rabûna lehiyê vedike.

Her wiha ev yek xeteriya hişkesaliyê jî bi xwe re tîne. Li gorî rapora ANL’ê pergalên çalên parabolîk û kuleyên navendî bi gelemperî ji bo hilberandina elektirîkê santralên buharê yên kevneşopî bi kar tînin û ev santral bi gelemperî ji bo sarkirinê avê bi kar tîne.

Mêrdîn li gorî daneyên sala avê ya 2024-2025’an di nava herêma hişkesaliyê derasayi de cih digire. Sala 2025’an wekî sala herî hişkesalî ya nîv sedsala dawî hate tomarkirin û Mêrdînê yek ji bajarên ku di herêmê de stresa avê ya herî krîtîk e. Her çiqasî di destpêka 2026’an de baran barî jî, pispor hişyar dikin ku bandorên hişkesaliya çandiniyê wê di sala 2026’an de jî berdewam bikin. Nêzîkî %70 qadên çandiniyê yên li Deşta Mêrdînê di xetereya hişkesaliyê de ne. Ev jî nîşan dide ku projeyên bi vî rengî li herêmê wê hişkesaliyek hîn bêtir bi xwe re bînin.

GUHERÎNA HEVSENGIYA GERMÊ Û MÎKRO-KLÎMA

Fenomenê ku jê re “girava germahiya fotovoltaîk” tê gotin di encama panel tîrêjên rojê dimêjin û kom dikin de hewaya derdorê ji normalê zêdetir germ dikin. Li gorî daneyên ku ji lêkolînên wekî Scientific Reports hatine wergirtin, ev zêdebûna germahiyê mîkro-avhewaya herêmê diguherîne, hem dibe sedema hişkbûna nebatên herêmî û hem jî ji ber avahiyên kevîrî yên dîrokî yên qebarîna termalê rê li ber mehitîna bi lez vedike.

Her wiha germahiya li Mêrdînê û herêmê gihîştiye astên herî bilind. Di Tîrmeha 2025’an de, li Qoserê germahiya bi pileya 49.6 derece rekora hemû deman hat tomarkirin.

Li gorî daneyên IUCN (Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî) ronahiya polarîze ya ku ji rûyên panelan dibiriqin ji bo kêzik û çûkên avî “bandora golê” çêdike û wan dixapîne. Ev jî dibe sedema windabûna populasyonê û şikandina zincîra ekolojîk.

Li gorî daneyên Health and Safety Executive (HSE) bi taybetî kîmyasalên ku di dema paqijkirina panelan de têne bikaranîn û metalên giran ên wekî kadmîyûm û silisyûm tetraklorur di rewşa zirarê de xetereya rijandina nav ax û ava binê erdê heye.

PROJEYA AYZOL HAT RAWESTANDIN

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di nav projeyên Santrala Enerjiya Rojê (GES) a ku herî zêde tê nîqaşkirin û bi îdiayên wêrankirina ekolojîk derket pêş, Azyol Enerjî ya ku di binbanê  Azyol Holding de dixebite ye. Azyol Holding; di sektorên ku rasterast li ser wêrankirina jîngehê ne wekî mermer, maden, înşaat û enerjiyê ku wekî “aboriya talankirinê” têne binavkirin, her ku diçe mezin dibe.

Projeya GES’ê ku plankirî erdên çandiniyê û mêrgehên gundên Artuklu ya Mêrdînê desteser dike û ev yek

mînaka herî şênber a ku bê şîrket ji bo qezencê çawa bi awayekî çavbirçî qadên jiyana civakî paşguh dike ye. Lê di encama berxwedana gel û dozên hatine vekirin de dadgehê ev hewldana talankirinê ya ku proje wê zirarê bide erdên çandiniyê û hebûna çandê piştrast kir û proje rawestand.

Şîrket tevî biryara dadgehê ya betalkirina projeyê li herêmên mîna Bedlîs, Êlih û Amed li pey hev bi wergirtina destûrên “GES’ên bi dîploma” hewl dide herêmê bike qada şantiyeya enerjiyê.

ŞÎRKETA PÎŞESAZIYÊ YA MEZIN ÎSDEMÎR DERKET SER DIKÊ

Şîrketa Hesin û Pola ya Îskenderûn (ÎSDEMÎR) a ku li Mêrdînê projeya santrala enerjiya rojê dimeşîne, di demên dawî de bi projeyên mezin ên santrala enerjiya rojê ku di bin navê “veguherîna kesk” de dike, bi projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) ku yek ji pîşesaziya herî mezin a Tirkiyeyê ye di navenda nîqaşên ekolojîk de ye. Şîrketa ku di bin Koma OYAK’ê de dixebite, ji bo lêçûnên enerjiyê di hilberîna hesin û pola de kêm bike, çavê xwe bera mêrgeh û erdên xazîneyê daye.

Projeya Mêrdîn 2 GES a ÎSDEMÎR a ku plan dike li nav sînorên Mêrdîn, Artuklu û Şemrexê de li qadeke bi qasî 172 hektarî belav bibe, mîna projeyên din ên mezin ên li herêmê gefê li qadên çandiniyê û ekosîstemê dixwe ku veguherîne herêmeke pîşesaziyê. Şîrket bi projeyên di bin navê “bê karbonbûnê” ne tenê bi Mêrdînê, di heman demê de li gelek bajarên din ên mîna Riha, Amed, Şirnex, Çorûm, Çankiri û gelek bajarên din ji bo bi sedan megawatt kapasîteya hêza sazkirî li pey hev biryarên “ÇED’ên erênî” wergirtiye.

Mînak projeya santrala enerjiya rojê ya 4.5 milyar TL ku tê plankirin ku li ser nêzîkî 200 hektar mêrgehên Amedê were çêkirin, parçeyek ji stratejiyeke berfirehbûnê ye ku rasterast ekosîstema herêmî û erdên ajalvanî lê tê kirin hedef digire.

Ev veberhênanên mezin ên mîna “enerjiya nûjenkirî” têne bazarkirin, tê wateya bi hezaran donim mêrgeh bi panelan bên girtin, erdên ku cihê debara mirovan ne bên bê milkkirin û erdnîgariya herêmê ji bo saziyên pîşesaziyê bikin “erdê belaş a enerjiyê”.

DÎSA CENGIZ HOLDING

Projeyek din a li vir aîdî Cengiz Holding e. Şîrketa holding û şîrketa girêdayî wê Etî Bakir ku ji dewletê îhaleyên mezin distîne ji bilî şertên piyaseya serbixwe, bi şertnameyên taybet ê takekesî û “tekelên xwezayî”yên di destê desthilatê tên kirin gelekî tê rexnekirin. Holding di bin navê enerjiyê de du projeyên enerjiya rojê di bin navê “enerjiya paqij” de li Şemrexa Mêrdînê projeyek 52 MW  û li Bazîda Agirî projeyek 45 MW çêdike.

MÊRDÎN BI PROJEYA RES’Ê TÊ DORPÊÇKIRIN

Mêrdîn ne tenê ji ber GES’ê di bin xeteriyê de ye. Projeyên RES’ê ku di bin navê “enerjiya paqij” di navbera navçeyên Şemrex û Dêrikê de têne plankirin, jiyana kovî û aboriya herêmî dihejîne. Turbînên mezin ên ku di çarçoveya projeyê de bên çêkirin ji bo gelek cûre çêkan û ajalên din wê bibe “makîneya hêrandinê”.

Projeya RES’ê di demên dawî de ji ber ku cihên dîrokî yên Mêrdînê dixe xeteriyê rastî bertekan tê. Projeya RES’ê aîdî Dicleres Hilberandina Elektrikê A.Ş ya ku girêdayî Koma Şîrketên Fernas e. Koma Fernas bi xebatên xwe yên di warê înşaat, enerjî û madenê de tê nasîn. Şîrket aîdî malbata Nasiroglu ku têkiliyên wê bi partiya desthilatdarê re heye.

Projeya Dicleres RES’ê ku tê plankirin li ser qadên mîrateya dîrokî û xwezayî yên wekî Keleha Rabatê ya hezar salî û Şelaleya GAP’ê ku di navbera sînorên Şemrex, Dêrik û Qoser ên Mêrdînê were çêkirin, mînaka herî berbiçav e ku bê şîrket çawa ji bo qezenca xwe mîrata çandî paşguh dike.

GUNDÎ BERTEK NÎŞANÎ PROJEYAN DAN

Li gorî daneyên ku ji hêla Komeleya Xwezayê û çavdêrên çûkan ve hatine parvekirin, xeta Mardîn-Şemrexê her sal ji hêla bi sed hezaran çûkan ve tê bikaranîn. Turbînên bayê yên RES’ê ku li cihê xelet hatine danîn, rê li ber xetereya çûk lê biqelibin vedike. Her wiha dengê frekanseke nizm û qadên elektromagnetîk ên ji hêla turbînan ve têne çêkirin tenê bandorek neyînî li ser jiyana kovî nake, di heman demê de li ser ajalvaniya ku debara sereke ya herêmê dike. Gundiyên Şemrexê diyar dikin ku ji ber ku qadên çêrandinê dikin qadên enerjiyê ev yek qadên çêrandinê kêm dike, di nava ajalan de stresê çêdike û hilberîna wan kêm kiriye. Gundiyan bertek nîşanî van projeyan dan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ev ne pirsgirêka dîsîplînê ye, krîzeke avaniyê ye
Nûçeya Pişt re Doç. Dr. Karabulut: Projeya Jeotermal a Kanîreş û Gimgimê ne zanistî ye, bi rîsk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Hevala Gulistan wê her tim di têkoşîna me de pêşenga nemir be

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku di nava Tevgera Azadiyê de gelek mirovên bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ala ku bi salan di malan de veşartî, vaye li her derê bilind bûye’

Ji şahidên şoreşa Rojava diyar kirin ku ev şoreş ji mîraseya berxwedaniya zindanan tê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên 8’ê Adarê: Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran jin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji Trump parvekirina têkildarî Venezuelayê: Eyaleta 51’emîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?