Bûyerên tundiyê yên ku pêşî li Sêwregê û piştre li Mereşê di dibistanan de qewimîn, nîqaşên li ser mafên zarokan û avahiya civakî careke din anîn rojevê. Rêvebera Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û endama Komîsyona Mafên Zarokan Eylem Kaya û Pispora Polîtîkayên Civakî Dilan Deniz Dogar destnîşan dikin ku ev pirsgirêk ne tenê meseleyeke nav dibistanê ye, lê nîşaneya krîzeke kûrtir û avaniyê ye.
TUNDÎ JI BO MAFÊN ZAROKAN BINPÊKIRINEKE PIR GIRAN E
Eylem Kaya diyar kir ku tundiya li dibistanan zêde dibe, ji bo mafên zarokan binpêkirineke pir giran e û destnîşan kir ku dibistan ne tenê cihê agahiyên akademîk e: “Divê dibistan ne tenê cihê ku zarok agahiyên akademîk lê digirin be. Di heman demê de divê bibe qadeke jiyanê ku zarok bikaribin di nav ewlehiyê de geş bibin, civakî bibin û xwe bînin ziman.
Kaya anî ziman ku tundî hesta ewlehiyê ya zarokan dişkîne û rasterast bandorê li geşedana wan dike. Kaya got ku ev rewş bi reftarên takekesî nayê ravekirin: Ev bûyerên tundiyê yên ku zêde dibin, di heman demê de encama neyeksaniya di civakê de, polarîzebûn, xizanî û asayîkirina tundiyê ye. Li gora Kaya, zarok ji hawirdora civakî ne serbixwe ne: Zarok ne tenê li dibistanê, di jiyana xwe ya civakî û di nav malbatê de jî rastî têkiliyeke bê tundî nayên. Ew her tim bi tundiyê re rû bi rû ne.
BINPÊKIRINA GELEK MAFAN: JIYAN, PERWERDE Û EWLEHÎ
Eylem Kaya diyar kir ku tundiya nav dibistanê tê wateya binpêkirina gelek mafên bingehîn: Beriya her tiştî mafê jiyanê û mafê ewlehiyê yê zarokan tê binpêkirin. Di hawirdora ku perwerdeyê lê dibînin de, gefa tundiya fîzîkî an jî psîkolojîk qet nayê qebûlkirin. Kaya destnîşan kir ku mafê perwerdeyê jî rasterast bandor dibe û got ku hawirdora bêewle peywendiya zarokan a bi dibistanê re qut dike: Li dibistanên ku tundî lê zêde ye, zarok ji çûyîna dibistanê ditirsin. Malbat jî dudil dibin ku zarokên xwe bişînin. Kaya bal kişand ku bi taybetî keç ji vê pêvajoyê bêtir bandor dibin.
DIVÊ DIBISTAN VENEGUHERIN GIRTÎGEHAN
Eylem Kaya rexne li nîqaşên çareseriyê yên ku tenê li ser tevdîrên ewlehiyê disekinin girt û ev hişyarî da: Divê bi hinceta van meseleyan dibistan qet neveguherin girtîgehan. Li gorî Kaya, çareserî di nêzîkatiyeke tevayî de ye ku malbat, mamoste, servîsên şêwirmendiyê û rêveberiya dibistanê bi hev re tevbigerin: Pêwîst e zimanekî bê tundî ji zarokan re were veguhestin.
EV KRÎZEKE PIR GIRAN E, GAVÊN LEZGEH Û SÎSTEMÎ ŞERTIN
Kaya, rewşa heyî wekî krîzeke pir giran pênase kir û got ku çareserî bi polîtîkayên li ser bingeha mafan pêkan e: Divê dewlet û saziyên herêmî ne tenê bi tevdîrên ewlehiyê, lê bi polîtîkayeke mafparêz a zarokan nêzî dibistanan bibin.
TUNDÎ BEŞA DIYAR A ÇIYAYÊ QEŞAYÊ YE
Dilan Deniz Dogar jî destnîşan kir ku tundî divê di çarçoveyeke berfireh a avanî de were girtin: Îro dema em li ser çekekê di destê zarokekî de diaxivin, em tenê li ser beşa xuya ya çiyayê qeşayê disekinin. Li gorî Dogar, ev rewş ne bûyerên yekane ne, encama krîzeke avanî ne: Ev dîmena li pêşiya me; helezoniyeke tundiya avaniyê ye ku pêvajoyên darayî, sosyolojîk û polîtîk hevdu xwedî dikin.
PÊVAJOYA “ANOMΔ Û SÊGOŞEYA DEWLET-MALBAT-BAVIKSALAR
Dogar anî ziman ku xizanbûn, qelsbûna polîtîkayên civakî û windakirina baweriya bi dadmendiyê ya li Tirkiyeyê tundiyê xwedî dike: “Civak di pêvajoyeke ‘anomî’ de ye ku pûsulaya xwe ya sincî winda kiriye.
Dogar parast ku tundî di ser sê avahiyên bingehîn re tê hilberandin: Rola bavê cezaker a dewletê, avahiya malbatê ya baviksalar û mêrîniya jehrî. Dogar got: Şerê hêzê yê di korîdorên dibistanê de, berhema mîsyona hikumkirinê ye ku li ser milê kurikan hatî barkirin.
ÇARESERÎ NE POLÎSÎ YE, LÊ DIVÊ LI SER BINGEHÊ MAFAN BE
Dilan Deniz Dogar destnîşan kir ku çareserî ne di tevdîrên ewlehiyê de, lê di veguherîna avanî de ye: Em nikarin vê meseleyê bi danîna amûrên X-Rayê li ber deriyê dibistanan çareser bikin. Tundî li kolanan ji aliyê zarokan ve nehat destpêkirin. Em mezin kîjan atmosferê biafirînin, zarok jî di wê atmosferê de mezin dibin û pratîze dikin.
Nirxandinên Eylem Kaya û Dilan Deniz Dogar nîşan didin ku tundiya li dibistanan tenê bi sîstema perwerdeyê ve ne sînorkirî ye; ew rasterast bi neyeksaniya civakî, xizanî, mekanîzmayên dadê û kodên çandî ve girêdayî ye.

