Paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” ku Rêber Apo bi salan e qalê dike, bi taybetî piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a 27’ê Sibatê jinûve kete navenda nîqaşên siyasî.
Siyasetmedar û nivîskar Alî Haydar Elyakût girîngiya paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” ji bo gelên Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxand.
Elyakût destnîşan kir ku seta pênaseyan a ku Rêber Apo afirandiye, di rêxistiniya civakî ya sedsala nû de asoyekî berfireh pêşkêş kiriye û anî ziman ku tênegihiştina vê çarçoveya teorîk tevgerên şoreşger ên berê veguherandiye dijberên xwe. Elyakût got, “Yek ji setên pênase û têgehan ên Rêber Apo teoriya neteweya demokratîk e ku asoyekî berfireh pêşkêşî rêvebirina xwe bi xwe ya civakan, rêxistinbûna civakî ya vê sedsalê û serdema nû dike. Mijareke ewçend krîtîk û girîng e ku gelek tevgerên şoreşger ên ji bo azadiya civakan rabûne, têdikoşin û berdêlên giran dane, ji ber ku tevlîheviya xwe ya fikrî ya li ser vê mijarê nekariye çareser bike, veguherîne rewşa dijberê xwe.”
‘NETEWEYA DEMOKRATÎK MODELEKE ALTERNATÎF A JI DÎROKA ME YE’
Elyakût destnîşan kir ku modela neteweya demokratîk çîrokek nîne, lê ji koka dîrokî ya xaka Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatiye û di vegotina pênaseya çandî ya têgeha neteweyê de got, “Çareseriya neteweya demokratîk modeleke welê nîne ku dûrî cografya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, dûrî dîroka civakên cîhanê ye. Berevajî vê yekê modeleke rêxistinbûnê ya alternatîf e ku ji dîroka me herikî ye, rafînekirî ye û alternatîfa modernîteya kapîtalîst e.
Xwe dispêre têgeha çandî ya neteweyê. Pênaseya leşkerî, nijadî, zimanî û gelek pênaseyên din ên neteweyê hatin kirin; pênaseya neteweya çandî jî ew e ku civakên ji heman fikrî di paşerojeke hevpar de bibin yek û bi hev re bijîn. Ev têgeh guh nade cudahiya nîjadî. Dibe ku em ji ziman, ji kokên cuda bin; lê belê eger paşerojeke me ya hevpar, armanceke me ya jiyana civakî hebe, ew civak dema gihîşt hev wê bibe neteweyek.
Li cîhanê mînakên vê hene; Swîsre ji çar gelên cuda, Belçîka ji du gelên cuda, ji hevparebûna wan pêk tê. Li Rojhilata Navîn jî heta avabûna netewe dewletan nasnameyên cuda, çand, zimanên cuda bi hev re bûn, hebûna xwe diparastin.”
‘EM XWECIHIYÊN VÊ XAKÊ NE Û FORMULA AZADIYÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK E’
Alî Haydar Elyakût bal kişand ser hebûna dîrokî ya gelê Kurd û lêgerîna wê ya azadiyê û got, “Eger em bên ser meseleya dewletê; em gelê Kurd xwecihiyê vê xakê ne, em her tim li vê derê bûn. Kurd ji cihekî din koçî vê derê nekirin; ti lêkolîneke dîrokî berevajî vê yekê nabêje. Kurd yek ji gelên herî qedîm û çalak ê dîrokê ye. Li vê xakê şaristanî, dewlet ava bûn, hatin hilweşandin; dagirkerî, şer qewimîn lê belê vî gelî karîbû xwe biparêze.
Pirsgirêka me ya herî bingehîn pirsgirêka azadiyê ye. Tişta di bingeha hemû têkoşînên mezin de daxwaza azadiyê ye, daxwaza bûyîna xwe, parastina xwe û jiyana bi rengekî azad e. Baş e ji bo vê divê em çi bikin? Ne pêwîst e ku em netewe dewletê qebûl bikin û dest ji hemû azadiyên xwe yên din berdin. Eger welat wê hebe divê azad be, civak wê hebe divê azad be. Lê belê formula vê netewe dewlet nîne; neteweya demokratîk e, komînalîte ye.
Mebesta me ji komînalîteyê nîqaşên siyasî yên teng nîne; ew hêz, îrade û daxwaz e ku bi hebûna xwe bijî, biryarên têkildarî rastiya xwe bi xwe bidin. Me ev azadî ji xwe re kiriye armanc. Neteweya demokratîk di vê çarçoveyê de ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiyeyê yekane formula çareserî û azadiyê ye.”

