Li Misirê di kolandinên devera Tell Al-Abqainê de, goreke hespê şer a serdema kraliyeta nû (B.Z. 1570-1069) hate dîtin. Tê texmînkirin ku ev gor ya hespekî ye ku ji bo fealiyetên leşkerî hatiye bikaranîn. Ev vedîtin derbarê girîngiya hespên şer yên wê serdemê de agahiyên nû pêşkêş dike.
Di kolandinan de her wiha parçeyekî stêla Fîrawun Merenptah kurê Ramsesê ll. û gelek nivîsên ji kevir hatin dîtin. Di van berheman de derbarê Merenptah, Ramsesê II. û xudayan de nivîs cih digirin.
Arkeologan li dora kelehê xanî, embarên dexil û firnên kûpikan jî derxistin holê. Dîtina libên genim ên ku bûne mîna komir, nîşan dide ku li vir jiyana rojane dihat domandin.
Van vedîtinan derxist holê ku keleh ne tenê navendeke leşkerî ye, di heman demê de qadeke niştecîhbûnê ya birêkûpêk e. Tê payîn ku ev vedîtin tevkarî li baştir fêmkirina sîstema parastinê ya Misirê ya di serdema Ramsesê II. de bike.

