Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin
Jin

Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

Encamnameya 14’emîn Konferana Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê hate ragihandin û wiha hate gotin, “Em hemû jinên têkoşinvanên azadiyê vedixwînin avakirina civaka demokratik û kominal. Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî nirxandin û hilbijartinê encamnameya 14’emîn Konferana Meclîsa Îştar ya Mexmûrê ya bi dirûşmeya ‘Em Civaka Demokratîk û Komînan Ava bikin Bi Rêbertî Re Azad Jiyan Bikin’ hatibû destpê kirin, hate xwendin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Bêrîvan Îşlek encamanameya Konferansa 14’an ya Meclîsa Îştar xwend.

Encamnameya Meclîsa Îşatar wiha ye:

“Konferansa me bi dirûşma “Em ê cîvaka demokratîk û komînal ava bikin bi Rêbertî re azad jiyan bikin’ hat li darxistin.

Wek jinên wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ev 31 sal in li penaberiyê têkoşîna avakirina civakek demokratîk û komînal didin. Di rêwîtiya me ya têkoşînê de, me gelek bedelên giran dan, ger îro em dikarin bi sedan jinan re li hev bicivin bi saya têkoşîn û bedelên giranbiha yên hatine dayîne. Têkoşîn û berxwedana avakirina aştî û cîvaka demokratîk ya ku ev 52 sal in di pêşengiya Rêber Apo de tê meşandin, ji bo me jinên wargehê jî di vê rêwîtiya avakirina civakek azad de meşîn, şanazî û serbilindiya herî mezin e.

Di vê pêvajoya heyî de hemû hêzên cîhanê ji bo şerên mezin xwe amade dikin, hêzên hegemon yên cîhanê hewl didin bi rêya şerên mezin temenê pergala kapîtalîst dirêj bikin. Çawa ku weke ji dîrokê heya roja îro jin bûye qurbanê şerên pergala desthilatdar, herî zêde di vê pêvajoyê de jî ya bandor dibe û bedel dide, jine. Rêber Apo ev plan û pirojeyên sistema desthilatdar ku wek kujerê qastîk bi nav kirî û bi pêşxîstîna Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşî li pergala kûjer digre, dibe alternatîfa herî bi hêz a serdemê. Her kes û hêzên li dijî pergala kap  îtalîst têkoşîn didin meşandin, li derdora fikrê Rêber Apo dicivin. Wek tê ditin jî banga Rêber Apo ji bo jinan bu hêza bilindkirina têkoşînê. Em ji weke jinên wargehê di pêvajoyek evqas dîrokî de, darxistina vê konferansê weke bingehê ji nû ve rêxistinkirina xwe, xurt kirina civaka demokratîk û avakirina komînal digrin dest.

Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingehê jina azad wê bikare civaka azad ava bike, her dem ji bo me bûye hêz û vîna têkoşînê. Wek jin bi Rêber Apo re me zivistanên sar, seqem, bahoz û tufanên mezin derbaskirin û em bûn remza serkeftinê. Weke nêrgizekê di biharê de li ser xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan jî nû ve şîn bû û reng veda. Nameya Rêber Apo ya ji bo konferansa me hatî diyarîkirin, bû xelata herî mezin û bihara me hîn rengîntir kir. 

Civata me ya jinên wargehê di ronahiya Manîfestoya Aştî u Civaka Demokratîk de, bi kelecana ji nameya Rêber Apo girtî rewşa siyasî, nirxandina xebatên du salan, kêm û kûriyên derketine, asta têkoşîn, rêxistinbûna li ser bingeha civakek komînal, hîn zêdetir xwe rêxistinkirin û di nava van du salan de bûna bersiv ji bo pêvajoyê.

Em ê pêşeroja xwe li ser bingehê paradîgmaya netewa demokratîk ya ku bi hişmendiya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava bikin. Civak wê bi persperktîfa jineolojî bikare vegere cewherê xwe yê xwezaya civakî û pergala kujerê kastîk têk bibe.

Li ser vê bingehê, em weke jinên wargehê cudahîbûyinên di nava civakê de heyî weke nakokî nabînin û hemû pirrengiyan weke dewlemendiyên civakê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em hemû jinên têkoşînvanên azadiyê vedixwînin bi ruhê kesayetên sosyalîst, ji bo avakirina civaka demokratîk û kominal. Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin. Jina azad jî wê bi hişmendiya xwe ji nû ve girtina dest, jina xwe ji hişmendiya milkbûyînê rizgarkirî û bûyî xwedî hebûna xwe bê pêkanîn.

-Wê hertim navenda hemû xebat û tekoşîna me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO be.

-Ji bo jiyanek bi rûmet wê jinên wargehê ruxmê hemû zorî û astengiyan têkoşîna avakirina civakek demokratîk û azad têbikoşe.

-Li hember pergala zilamperest ya kujerê kastîk bi hişmendiya her zindiyek xwedî mafê xwe parastinê ye, em ê li ser bingehê parastina cewherî xwe rêxistin bikin.

-Ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk em ê li ser perspektîfên Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn bidin meşandin.

-Ji bo destkeftiyên xwe parastin û serkeftina bê dawî mîsogerkirin, em ê di bingeha zanista jin a Jineolojî de xwe û pêşeroja xwe perwerde bikin.  

-Bi fikra komîn şaneya bingehîn ya azadiya jin û civakêy e, komînên heyî xurt bikin.

– Ji bo jin bikarin bibin xwediyê xweseriya xwe ya aborî, avakirina derfetên aborî ji bo jinan.

– Li ser bingehê perspektîfên Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşxistina dewreyên perwerdeyên bîrdozî.

Weke Rêber Apo daye diyar kirin; “Di Sosyalîzme de de İsrar, di Mirovbûnê de  İsrare” Em weke jinên sosyalist bi bin avakerê civakeke li ser bingeha sosyalîzma rast.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû
Nûçeya Pişt re M.S ku çeteyan êşkence lê kiribûn, jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hakan Fîdan: Biryareke girîng û dîrokî ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan têkildarî biryara PKK’ê got ku biryareke ‘’dîrokî’’ û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku li ber şer rabin

Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî şer banga têkoşînê li her kesî kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Wîlson: Abdullah Ocalan modelekê pêşkêş dike

Nivîskarê rêze romanê Sean Mîchael Wîlson anî ziman ku konfederalîzma demokratîk modelek ji şêweyê birêxistinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?