Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren: Divê komîsyon berfireh û beşdar be
Rojane

Eren: Divê komîsyon berfireh û beşdar be

Têkildarî avakirina komîsyona li Meclîsê pêngavên şênber tên avêtin, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku divê komîsyon berfireh û beşdar be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş roja Înê li gel serokwekîllên partiyên siyasî yên li Meclîsê koma wan heyî têkildarî komîsyona pêvajoya aşitiyê civînek li dar xist. Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul, Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîlê Koma MHP’ê Erkan Akçay, Serokwekîlê Koma İYÎ Partiyê Bûgra Kavûncû û Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yol Bulent Kaya beşdarî civînê bûn.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Erentêkildarî civîna berbehs ji ANF’ê re axivî.

DIVÊ PÊNASEYA ERKAN WERE KIRIN

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê Komîsyon pêşiyê pênaseya erkan bike û anî ziman ku divê di vê çarçoveyê de komîsyon berfireh û beşdar be û got: ‘’Divê pêşiyê qadên erkan ên komîsyona ku wê were avakirin, were diyarkirin. Piştre divê guncavî vê yekê hejmara kesan were diyarkirin. Em tim dibêjin ku divê komîsyon beşdar û berfireh be. Divê nûnertiya Tirkiyeyê bike. Divê hemû partiyên siyasî tevlî bibin. Her wiha parlamenterên serbixwe jî hene ku divê ew jî beşdar bin. Helbet a niha komîsyon ji partiyên siyasî ên li Meclîsê pêk tê û bi înîsiyatîfa Serokê Meclîsê tê avakirin. Lê belê di demên pêş de divê ev komîsyon veguhere komîsyoneke ku bikare xwe berfireh bike. Divê xwedî raye be ku jêrkomîsyonan jî ava bike. Bi vî rengî divê rêxistinên civakî, rêxistinên hiqûqî, partiyên siyasî ên ne li Meclîsê jî daxilî komîsyonê bibin.’’

DIVÊ JI BO HEMÛ AKTORAN PARÊZBENDIYA YASAYÎ HEBE

Serhat Eren di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrûbeyên berê û got ku divê ji bo hemû aktoran parêzbendiya yasayî were amadekirin û got: ‘’Ev yek ji bo beşdarbûnê gelekî girîng e. Tê îfadekirin ku piştgiriya ji bo vê pêvajoyê ji sedî 70 ye. Ev rêjeyeke baş e. Divê ev rêje were parastin. Ji bo parastinê jî hewceyî bi baweriyê heye. Ji bo vê yekê jî zemîna hiqûqî hewce ye. Me di salên 2013-2015’an de gelek tişt tecrûbe kirin. Di vê pêvajoyê de beşeke mezin ji aktorên tevlî pêvajoya çareseriyê bûn bi temamî ji temînata yasayî bêpar hatin hiştin. Pêvajo têk çû û bi talûkeyeke bi vî rengî re rû bi rû man. Bes aliyê dewletê, atorên di nava dewletê de ji wê yasayê sûd wergirtin. Ji bo vê yekê divê aktorên ku di vê komîsyonê de cih bigirin, xwe ewle hîs bikin. Girêdayî vê yekê hewceyî bi parêzbendiyeke yasayî heye. Bo nimûne gelek kes ji ber hin fikaran tevlî merasîma li Silêmaniyê nebûn. Ji ber wê yekê divê komîsyon sererastkirineke yasayî bike.’’

DIVÊ RÎSK JI HOLÊ WERIN RAKIRIN

Eren diyar kir ku divê heyeteke serbixwe jî çavdêriya pêvajoyê bike û got: ‘’Divê mekanîzmayeke çavdêriyê ya serbixwe jî hebe. Wê ev yek pêvajoyê hêsantir bike. Ji bo jiholêrakirina talûkeya têkçûna pêvajoyê jî ev yek hewce ye. Her wiha divê li Tirkiyeyê derfetên beşdarbûna siyaseta demokratîk, jiyana demokratîk û jiyana siyasî jî werin avakirin ku PKK’ê ev yek di merasîma 11’ê Tîrmehê de anî ziman. Her wiha ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê şert û mercên Birêz Ocalan jî werin axaftin û nîqaşkirin. Ji bo vê yekê jî divê xebatek were meşandin. Divê entegrasyon gelekî jî di wateyeke neyînî de neyê bikaranîn. Divê komîsyon vê yekê jî bi baldarîbigire dest.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li girtîgehan bêhiqûqî didome!
Nûçeya Pişt re Konferansa Ronakbîrî: Bersivek ji Bo Aştî û Avakirina Civakeke Demokratîk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana siyasetmedarê girtî Selahattîn Demîrtaş kirin û xwestin, bi lez…

Ji aliyê Stêrk TV

Sebahat Tûncel: Ji bo pêşerojê divê em bên ba hev

Sebahat Tûncel di Konferansa Jinan a HDK’ê de axivî û got: “Yên ku bixwazin ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbicê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cuma Serxan, Ebdulreûf El Hemadî û Hesen El Îbrahîm ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?