Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gelê Kurd êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir
Kurdistan

Gelê Kurd êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir

Kurdên li Bakurê Kurdistanê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,li Bakurê Kurdistanê hate protestokirin.

AMED

Êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat protestokirin. Girseya ku li navçeya Peyasê hate gel hev, li Parka Rojava daxuyanî da.

Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê belav bûne, gelê Şehba, Tel Rifat û Helebê di bin xeteriyeke cidî de ne. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku di têkoşîna parastina Rojhilata Navîn a aştiyane û nirxên mirovahiyê de bi Rojava re bibin yek.”

Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku dewletên netewe û hêzên emperyal li dijî jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin êrîş pêk anîne û naxwazin ev gel bi hev re bijîn û got, “Divê em li dijî şer û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku her kêlî pêş bikevin bên cem hev. Ji bo parastina vê modelê divê her kes di serî de jin, sosyalîst û parêzvanên azadî dengê xwe bilind bike.”

COLEMÊRG

Rêxistina DEM Partî ya Geverê desteserkirin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Girse beriya daxuyaniyê ji avahiya navçeyê heta navenda sûkê bi dirûşmeyan meşiyan.

Rêveberê DEM Partiyê Resul Temel piştî meşê metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Çeteyên ku HTŞ û SMO’yê pêşengiyê dikin, êrîşî Helebê dikin. Ev êrîş ji aliyê çeteyên paramîlter ên girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tên kirin. Em ê bi hêzên ked û demokrasiyê re li dijî polîtîkayên dijminatiya Kurd a desthilatdariyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, rawestin.”

ŞIRNEX

Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî  daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat hilgirtin û dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di daxuyaniyê de anî ziman ku bi êrişan deskeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tên girtin û wiha got: “Em bang li hemû dinyayê dikin.  Li Rojava li pêş çavê hemû cîhanê şerê mirovahiyeyê hat dayin. Îro parastina Rojava ne tenê berpirsyariya gelê Rojava lê berpirsyariya hemû cîhanê ye. Li dijî van êrîşan divê em tifaqa xwe çêbikin û dest bidin hevdû.”

‘ROJAVA NE BI TENÊ YE’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku komên paramîlîter ên êrîşî Helebê kirin, berdewamiya DAÎŞ’ê ne û wiha pê dê çû: “Bi van êrîşan tê xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew bûyerên ku li Rojava û Sûriyeyê diqewimin, raste rast giredayî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne. Ev şer, li Rojhilata Navîn pêk te. Bi vî şerî dixwazin gelan bifetisînin. Yên ku li dijî vî şerî dertên jî weke Şoreşa Rojava dibin hedef. Dema DAÎŞ’ê li Mûsilê dest pê kir û berê xwe da Kobanê, îro jî li Helebê dest pê kirin û berê xwe didin Minbicê. Ew yek ne tiştekî rasthatî ye. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew êrîş ne ji aliyê mislimantî û ne jî ji aliyê mirovatiyê vê nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê divê li dijî vê qeyranê bêdeng nemînin. Divê gelê Kurd bizanê ku Heleb, Amed e. Parastina destkêftiyên Kurdan erka her Kurdekî ye. Bi rihê Kobanê li Rojava seferberî hat ragihandin. Divê li her deverî Kurd deng bidin dengê yekitî û Rojava. Em li şoreşa Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastina wê ya mirovahiyeyê tevahiyê ye. Bi ruhê ‘Jin, jiyan, azadî’ şoreşa Rojava li dinyayê bûyê mînak. Yên ku dixwazin vê mînakê ji holê rakin. Rojava ne bi tenê ye. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em ê destkêftiyên Rojava li her derê biparêzin.”

 Daxuyanî bi çêpik û dirûşman bi dawî bû.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementerên DEM Partî yên bajêr Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Parlementer û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdisan (KKP) Sînan Çîftyurek û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê Engîn Işik daxuyaniyê xwend. Işik bal kişand ser desteserkirinên qeyûmê.

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Em bang li Kurdistanî û gelên cîhanê dikin ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û bikevin tevgerê.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan êrîşî girseya ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin kirin: 50 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re MSD: Bila biryara bi hejmar 2254’an a NY’ê bê pêkanîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koreya Bakur: Me li hember leşkerên Emerîkî yên li Koreya Başûr tedbîrên taybet girtin

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un, ragihand ku wan li hemberî leşkerên Emerîkî yên li Koreya…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kantona Firatê sersaxî ji malbatên şehîdên QSD’ê re xwest

Xelkê Kantona Firatê sersaxî ji malbatên şervanên şehîd Berxwedan Kobanê û Kemal Cûdî re xwest.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

Endama Akademiya Jineolojiyê Fîgen Aras di atolyeya jinê de axivî û got, “Em azad nebin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?