Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihiştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 6’an de didomînin. Hevserokên MED-TUHADFED’ê Pınar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat û parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girsê di roja 6’an a çalakiyê de jî li ber Wezareta Dadê bi daxuyaniyeke daxwazên xwe anîn ziman. Piştî daxuyaniyê girsê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê êşkenceyê têk bibe” berz kir û pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
Di daxuyaniya îro de nameya girtiya nexweş Evîn Zapsû ku girtîgeha Kayseriyê ragirtiyê û penceşêra asta 4’an e û di 5’ê Mijdarê de ji parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan re şandibû, hat xwendin.
Name ji aliyê Kamuran Tanhan ve hat xwendin. Evîn Zapsû ku bi gotinên “Em di serdemeke ku dem ji pêvajoyê re parçe dibe” dest bi nameyê kiribû û ev tişt anî bûn ziman: “Em di hewldaneke de ne ku êş e, xemgîniyê, kêfxweşiyê û wateyê di pêvajoyê de bibînin. Helbet her tiştê me ew pêvajo be jî dem jî bi her awayî derbas dibe û tiştên nû derdixîne pêşiya me. Ev nexweşiya ku ez dikişînim jî yek jî van e. Lê em çi bijîn jî hêviya me hemûyan ew e ku ev pêvajo bigihêje menzîlê. Ji ber vê baweriyê ez sebra xwe û dîrayeta xwe diparêzim. Ez dizanim hûn jî di vê pêvajoyê de piştgiriya min, me dikin û bi ked û berxwedanê piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Bizanin agahiya min heye ku hûn her tim ji malbata min pirsa min dikin, ji bo vê yekê spasiya we dikim. Em baş in. Bi hêviya di rojên azad de hev bibînin…”
Piştî xwendina nameyê çalakiya îro bi dawî bû. Çalakiya rûniştinê dê sibê jî li ber Wezareta Dadê bidome.

