Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Cîhanî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, jin dê li dijî pergala baviksalar, kuştina jinan, polîtîkayên zayendperest û tundiya zêde çalakiyan li dar bixin. Jin li çar aliyê cîhanê dê daxwaza jiyaneke wekhev, azad û bê tundî bikin.
Hevseroka Tum Bel-Senê ya Şaxa Amedê Fatma Bûdak Guler, têkildarî amadekariya çalakiyên 25’ê Mijdarê ji ajansa me re axivî. Fatma Bûdak Guler, bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û mirinên biguman ên jinan û got ku jin têkoşîna hebûnê didin.
‘DIVÊ DESTÛR NEYÊ DAYÎN KU KUJER BÊN VEŞARTIN’
Fatma Bûdak Guler, diyar kir ku li Tirkiyeyê kuştina jinan û mirinên biguman ên jinan zêde bûne û di gelek bûyeran de hewl tê dayîn ku kujer bên veşartin.
Fatma Bûdak Guler got: “Em rastî gelek mînakan tên ku kujer diyar in, lê bûyer wekî biguman tên nîşandan û kujer hewl didin xwe bi şêwazên cuda veşêrin.” Her wiha diyar kir ku ew armanc dikin di 25’ê Mijdarê de rastiya tundiyê bidin xuyakirin û tora têkoşînê berfireh bikin.
‘DIVÊ PEYMANA STENBOLÊ DÎSA BIKEVE MERIYETÊ’
Fatma Bûdak Guler, bal kişand ser girîngiya ewlehiya qanûnî di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de û diyar kir ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê, bêcezatî ji holê rabe û bi saziyên jinan re sererastkirinên qanûnî yên hevpar bên avakirin.
Fatma Bûdak Guler got: “Dema ku biryarên ku rasterast jiyana jinan eleqedar dikin tên girtin, girîng e ku jin xwedî gotin û biryar bin.”
‘DIVÊ ABORIYA JINAN BÊ XURTKIRIN’
Fatma Bûdak Guler, anî ziman ku tundiya li ser jinan bi bindestiya aborî ve girêdayî ye û got ku divê derfetên kar û mekanîzmayên piştgiriya aborî yên jinan bên xurtkirin.
Fatma Bûdak Guler, behsa hevdîtinên budçeyê kir û diyar kir ku para ku ji bo xurtkirina aboriya jinan hatiye veqetandin ji sedî 0,040 e û pirsa “Di rewşeke wiha de em çawa dikarin behsa azadiya jinê û karê jinê bikin?” kir. Fatma Bûdak Guler, destnîşan kir ku bindestiya aborî dikare jinan neçar bike ku di nava tundiyê de bimînin.
‘TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ JINÊ XURT DIKE’
Fatma Bûdak Guler, da zanîn ku destkeftiyên jinan bi têkoşîna birêxistinkirî hatine bidestxistin û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û got: “Têkoşîna birêxistinkirî cihê ku jinê xurt dike. Heke em zûtir bên cem hev û bibin yek deng, em dikarin têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”
Fatma Bûdak Guler, da xuyakirin ku divê jin têkoşîna hevpar bimeşînin û mafên ku hatine bidestxistin biparêzin.
‘EM DI 25’Ê MIJDARÊ DE LI BENDA HEMÛ JINAN IN’
Fatma Bûdak Guler, banga tevlîbûna meşa 25’ê Mijdarê ya li Amedê kir û jin vexwendin ku saet di 17.30’an de li Çarxerêya Dinya bicivin û ber bi Parka Rojava ve bimeşin.
Fatma Bûdak Guler got: “Niha dema jinê ye, dema rêxistinbûnê ye, dema bilindkirina dengê me ye. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û têkoşînê bi hev re mezin bikin.”

