Pêncşem, 3 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî temam bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Zextên li ser rojnamegeran meha Tebaxê jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Doskî ê PDK’yî hate revandin û êşkencekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’
Rojane

‘Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin’

Nurettîn Demîrtaş, diyar kir ku di mijara qanûna çarçove û pêvajoyê de, ew ê her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe bi guman û fikar pêşwazî bikin û destnîşan kir ku misogeriyên qanûnan şert in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Nurettîn Demîrtaş, di bernameyeke taybet a li ser ekrana Medya Haberê de, li ser nîqaşên qanûna çarçove, rewşa tecrîda li Îmraliyê, siyaseta hikûmetê ya mijûlkirinê û rola mûxalefeta civakî û geşedanên herêmî nirxandin kirin û got, “Heke AKP’ê li ser navê xwe û bi yekalî qanûnekê derxîne, tu nirxa vê qanûnê nabe. Statûya qanûnî û parastinê ya ji bo Rêber Apo, ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê girîngtirîn mijare.”

 

Demîrtaş, da zanîn ku divê mûxalefet, hêzên demokrasiyê, hunermend, rewşenbîr, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bi rengekî hîn bihêztir tevlî pêvajoyê bibin û got ku çareserî ne tenê di berpirsiyariya hikûmetê an jî partiyeke siyasî de ye. Demîrtaş, destnîşan kir ku xwedîderketina civakî misogeriya bingehîn a pêvajoyê ye û diyar kir ku di ser hesabên hilbijartinê û berjewendiyên partiyan re, hewcedarî bi aqilekî hevpar ê demokratîk heye.

Demîrtaş, bal kişand ser bandora geşedanên herêmî ya li ser pêvajoyê jî û anî ziman ku pêşxistina aştiyeke samimî ya Tirkiyeyê ya bi gelê Kurd re, rêya bingehîn a dûrketina ji polîtîkayên şer ên li herêmê ye. Demîrtaş, diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare bandorê li seranserê Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser Îran, Iraq û Sûriyeyê bike û da zanîn ku divê Kurd tevî hemû gelan têkoşîna demokrasî û azadiyê bimeşînin.

Demîrtaş, diyar kir ku di derbarê naverok û çarçoveya qanûna ku ev demeke dirêj e di rojevê de tê nîqaşkirin, tu agahî negihîştiye destê wan. Demîrtaş, nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya ku dixwaze pêvajoyê bi yekalî bi rê ve bibe rexne kir û da zanîn ku ev rewş di nav civakê de heyecanekê çênake. Demîrtaş, destnîşan kir ku li Îmraliyê 52 roj in tecrîdeke berdewam heye û got ku şandeyên DEM Partiyê li Îmraliyê tu hevdîtin pêk neanîne û got, “Heta niha tu daxuyanî tune ye û tu agahî negihîştiye.”

Demîrtaş, da xuyakirin ku sedema bingehîn a nemeşîna pêvajoyê hişmendiya dewletê û got, “Heke hişmendiya dewleta Tirk biguhêriya, ev pêvajo dê pir zû bi pêş biketa.” Demîrtaş, anî ziman ku wekî Tevger wan di nêzîkatî û nêrîna xwe de guhertineke bingehîn çêkirine û gavên erênî avêtine, lê hikûmetê ev mijar ji bo polîtîkayên rojane bi kar aniye û dirêj kiriye. Demîrtaş, gumanên xwe yên li ser niyeta hikûmetê anî ziman û got ku divê dest ji siyaseta mijûlkirinê were berdan.

Demîrtaş, diyar kir ku encama pêvajoyê rasterast bi nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku pîvana wan a yekane ya li hemberî planên tasfiyekirin û komployan, pozîsyona Rêber Apo ye. Demîrtaş got, “Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê helbet bi guman û fikar pêşwazî bikin” û da zanîn ku divê statûya sermuzakerevan bibe xwedî misogeriya qanûnî. Nurettîn Demîrtaş, anî ziman ku ev qonaxa dîrokî ne tenê mijareke herêmî ye û wiha domand, “Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, em di nav pêvajoyeke wisa de ne ku dikare dîroka Rojhilata Navîn biguhêre.”

Demîrtaş, anî ziman ku divê pêvajoya aştiyê ji bo hilbijartinan weke amûr neyê bikar anîn û diyar kir ku divê ev mesele bi aqileke li ser partiyan re were girtin. Demîrtaş, da xuyakirin ku mûxalefet li berevajî ku hikûmetê neçarî çareseriyê bike, di nav rojevên xwe yên hundurîn de xeniqî ye û got ku bi vê yekê re destê desthilatdariyê rehet dike. Demîrtaş, her wiha bal kişand ku mûxalefetê di vê pêvajoyê de DEM Partiyê bi tenê hiştiye.

Demîrtaş, behsa zextên heyî û zehmetiyên pêvajoyên diyalogê kir û got, Ev pêvajo, pêvajoya muzakere û têkoşînê ye” û destnîşan kir ku têkoşîna polîtîk û îdeolojîk berdewam dike. Demîrtaş, diyar kir ku hêza yekane ya ku dikare vê propagandaya neyinî û dubeniyê bişkîne axaftina Rêber Apo û xwedîderketina civakê ye. Demîrtaş got, “Hêza yekane ya ku vê metirsiyê ji holê rake, xwedîderketina pratîkî ya civaka Tirkiyeyê ya li pêvajoyê ye.”

Demîrtaş, anî ziman ku ew pêvajoyê ne li ser bingeha pêbaweriyê, lê li ser bingeha guhertina hişmendiyê dimeşînin û diyar kir ku divê civak li şûna ku li benda dewletê bimîne, rêxistinbûna xwe ava bike. Ji bo belavbûna atmosfera aştiyê ya li nav hemû tebeqeyên civakê jî, Demîrtaş, bal kişand ser hêza hunerê û got, “Min berê jî pêşniyar kiribû. Di hawîrdoreke ku xwîn lê nerije, pevçûn û şer lê nebe de divê stran werin gotin, hunermend dikarin her tim pêşengiya vê yekê bikin. Lê heke hunermendên Kurd tenê ji gelê xwe re stranan bêjin, ev têrê nake. Çima bi hunermendên ji Tirkiyeyê re bi hev re stranên aştiyê neyên gotin? … Em vê yekê bi rêya hunerê ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin
Nûçeya Pişt re 4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê

Bêdengiyên dubare û bêcezatiya pergalî ya li hemberî şebekeyên sûc û torên tundiya zayendî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamên OHD’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar

Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomîne îro fitara xew li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên banga yekîtiyê li Êzidiyan û naskirina mafê xwerêvebirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Girê Spî malabata ku xwest vegere mal û erdê xwe rastî êrîşê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?