Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava’
Kurdistan

‘Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava’

Qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hat şermezarkirin û hat gotin, “Ew her tim bûn dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan dişopandin, di encama êrîşa bi SÎHA’yan a dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamevanan li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)  hat protestokirin. Li gel rojnamevanan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” hatin hilgirtin.  Tevî hemû astengî û barîkatên polîsan jî li ber avahiya komeleya DFG’ê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê gelek caran dirûşmeya “Çapemeniya azad wê neyê bêdengkirin” hat berzkirin. Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek daxuyanî xwend.

‘ÇAPEMENIYA AZAD TEVÎ ÊRÎŞAN JÎ TAWÎZ NEDA’

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi dehan sal e ku Çapemeniya Azad li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo ragihandina heqîqetê dixebite. Di nava şert û mercên herî dijwar de xwest rastiyan ji raya giştî re ragihîne û hemû metirsî û talûkeyan hilgirtiye ser xwe û hê jî vê lêgerînê didomîne. Di vê lêgerînê de gelek hevalên me hatin qetilkirin û gelek jî hatin girtin. Lê ev têkoşîn tu carî ranewestiya.Zêdeyî 40 sal in tevî êrîşên endam, kontra û çeteyan JÎTEM’ê jî dev ji ragihandina heqîqetê berneda.

Dema ku DAÎŞ’ê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. DAÎŞ’ê ji bo ku rastî neyê bihîstin di hedef û qetilkirina rojnamevanan de dudilî nebû. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAÎŞ’ê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan. Yên ku herî zêde dibin hedefa şer bêguman rojnamevan in. Îro em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnamevan hatine qetilkirin. Dema DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqa ku veguherî navenda hovîtiya DAÎŞ’ê, bû dengê jinên esaretê û tîbûna azadiyê. Bi kamera û nîşeyên xwe, cîhê ku tarî lê hebû ji bo ronî bike li ber xwe da.

Lê mixabin kesên bû sedem DAÎŞ êrîşî Kobanê bike, kesên ku baxçeyê paşiyê yê DAÎŞ’ê bûn, dema DAÎŞ têk çû îro di bin navên cuda de dîsa amadekariya êrîşa li ser Kobanê dikin. Nazim û Cîhan ji ber ku ev rastî ji cîhanê re ragihandin bûn hedef. Çend saet beriya qetilkirin Nazim Daştan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha nivîsîbû: “Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, berovajî daxuyaniyên agirbestê, amadekariya êrîşeke mezin li ser #Rojava bi taybetî #Kobanê dikin.”

‘LI DIJÎ KURDAN ŞEREKÎ QIRÊJ DIMEŞÎNIN’

Li Sûriyeyê planên qirêj dixin meriyetê. Bi taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tinekirin. Lê belê Tirkiye dibêje tu pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne. Eger bi rastî tu pirsgirêk tune be, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê xema wan jiholêrakirina destketiyên Kurdan e, yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin. Ji aliyekî ve yên ku dibêjin demokrasî û aştî, li aliyê din jî ji bo gelê Kurd azad nejî, her cure êrîşan amade dikin. Yên ku wek şandeyên demokrasiyê tên hesibandin, dema ku mijar dibe Kurd xwe ji şerê herî qirêj dûr naxin. Dema ev rastî derdikevin holê rojnamevanan qetil dikin. Dema planên wan ên qirêj eşkere dibin, bi awayekî hovane êrîş dikin. Li şûna ku dev ji planên xwe yên qirêj berdin, sûc dixin stûyê rojnamevanan. Lê belê, berpirsiyariyên esas ên van planan çêdikêne.

Nazim û Cîhan xwestin bi xwe biçin qadên şer û raya giştî ji rewşê agahdar bikin. Her du hevalên me ne tenê planên qirêj eşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin. Nazim dîsa di nivîseke xwe ya dawî de wiha dibêje: “Tirs, panîk û fikar amûrên ku medyaya şerê taybet herî zêde li ser wan xwe xwedî dike ye. Hewl didin atmosfereke dezenformasyon û manîpulasyonê çêbikin. Rojava jî li dijî van têdikoşe.”

‘EM Ê ARMANCÊN WAN PÊK BÎNIN’

Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrîşan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku zîhniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan vedişêre derxe holê û raya giştî ji nedîtî ve nehêle, tevî hemû talûkeyan xebatên xwe berdewam kir. Her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê ti carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Çapemeniya Azad dê ragihandina rastiyan bidomîne. Çapemeniya Azad heta ku bigihêje armancên xwe wê di vê rêyê de bimeşe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ser sînorê Qamişloyê qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Di çand û hunerê de perwerde û akademî-IV
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

UEA: Di sala 2026’an de wê daxwaza petrolê zêdetir be

UEA’yê di rapora xwe ya mehane de diyar kir ku li gorî sala 2025’an wê…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP’ê endamên xwe yên ji bo komîsyonê diyar kirin

CHP’ê ji bo komîsyona ku wê di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

Me bi hev re gelek bar rakir. Ne tenê barê fîzîkî; me carna tirs, carna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?