Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê siyasetmedarên desthilatldariyê bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyê li aştiyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Hêviya jinan a ji pêvajoyê mezin e, lê ji ber helwesta dewletê bi fikar in’
Rojane

‘Hêviya jinan a ji pêvajoyê mezin e, lê ji ber helwesta dewletê bi fikar in’

Pinar Kandal diyar kir ku jin bawer dikin ku eger pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi encam bibe wê tevkariyê li bidawîkirina dejenerebûna civakî jî bike û destnîşan kir ku hêviya wan a ji pêvajoyê mezin e, lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re salek û nîv derbas bû, ku ji aliyê Rêber Apo ve di 27’ê Sibata 2025’an de hate kirin. Tevgera Azadiyê û Rêber Apo di vê demê de ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên gelekî radîkal avêtin, lê desthilatdarî di taktîka mijûlkirinê de israr dike.

Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya DEM Partiyê Pinar Kandal ji ajansa me re axivî û anî ziman ku jin wê siyaseta demokratîk û aştiyê heta dawiyê biparêzin.

‘EM JI BIRÊZ OCALAN BAWER DIKIN’

Pinar Kandal anî ziman ku di nava sal û nîvekê de hem di polîtîkaya hundir hem jî di ya derve de pêşketinên girîng çêbûn û got, “Bêguman bûyer herî zêde bandorê li jinan dike. Bendewariya jinan a ji vê pêvajoyê mezin bû. Bi taybetî piştî banga aştî û civaka demokratîk ji bo pêşîvekirina li siyaseta demokratîk bi qasî ji destê me hat em bi civakê re civiyan û ji aliyê perwerde û çalakiyan ve me gelek çalakî kir.

Di encama civînên me yên sal û nîvekê de ev encam derkete holê: Eger pêşî li siyaseta demokratîk vebe û entegrasyona demokratîk pêk were, wê atmosfereke hîn demokratîk, azad û aram biafirine, bi taybetî jî wê zextên li dijî jinan kêm bibe.

Lewma em ji Birêz Ocalan bawer dikin. Jin di wê baweriyê de ne ku di têkoşîna azadiya jinê de ya ku wî rê li ber vekir, gelek pêşketin dikare pêk were.”

‘EM BAWER DIKIN KU PÊVAJOYÊ CIVAKÎ BIKIN’

Pinar Kandal diyar kir ku DEM Partî li Stenbolê ji jinan re qala pêvajoyê dike, hewl dide bersivê bide pirsên têkildarî pêvajoyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Weke ku tê zanîn li meclîsê komîsyonek ava bûbû. Wê komîsyonê karên xwe qedand. Her çend ne tam bi dilê me jî be li Tirkiyeyê di mijara meseleya Kurd de yekem komîsyon bû ku li meclîsê ava bû. Ev yek ji bo avakirina zemîneke qanûnî girîng bû.

Dibe ku negihîşt asta ku em dixwazin, lê belê piştî ku komîsyon ava bû û çûn û hatin li Îmraliyê çêbû, em di wê baweriyê de bûn ku pêvajo wê bi pêş ve biçe.

Lê belê di rojên dawî de em ji çapemeniyê û siyasetmedarên xwe hîn dibin ku hin pirsgirêk hene. Dibe ku eger di hin mijaran de lihevkirin nebe pêvajo berevajî bibe yan jî ji holê rabe.

Vê bibêjim; Yanî ev pêvajo dewam neke jî ne dawiya cîhanê ye. Em ê têkoşîna xwe ya beriya sal û nîvekê dewam bikin. Ji xwe di nava sal û nîvekê de hem civakê, hem tevgera siyasî ya Kurd, hem jî gelek kadro û xebatkarên têkoşîna jinê ev pêvajo fêhm kirine û têgihiştine ku pêwîstiyên pêvajoyê çi ne.

Em li ser vê bingehê karên xwe dewam dikin. Qanûnîbûna pêvajoyê bêguman wê bibe nuqteyeke dîrokî, lê nebe jî em ê ji aliyê xwe ve dewam bikin. Ji siyaseta demokratîk heta bi têkoşîna rêxistinî û azadîparêziya jinê em ê ji bo civak û Tirkiyeyeke demokratîk bixebitin.”

Pinar Kandal destnîşan kir ku ew bawer dike wê pêvajo civakî bibe û got, “Baweriya jinan a li Rêberê xwe, li Birêz Ocalan û îdeolojiya vê tevgerê gelekî mezin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îskenderoglû: Betalkirina piştgiriya enerjiyê karê çandiniyê xitimand
Nûçeya Pişt re Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Ûkraynayê: Di rojekê de 186 caran şer qewimî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê ragihand ku li dijî Rûsyayê di 24 saetên…

Ji aliyê Stêrk TV

Oznûr Bartin: Ji bo mayindebûna aştiyê divê civak jî xwedî li pêvajoyê derkeve

Oznûr Bartin anî ziman ku ji bo mayindebûna aştiyê li gel gavên hiqûqî yên dewletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?