Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Meclîsê bi AKP’ê re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de ku li koma AKP’ê pêk hat, hate ragihandin ku pêşnûmeya li ser qanûna esasî ku weke “qanûna çarçoveyê” jî tê naskirin, nîqaş hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, di navbera rayedarên AKP’ê û Heyeta Îmraliyê de pêşnûmeya qanûna çarçoveyê hatiye nîqaşkirin û di encama nîqaşan de wê pêşnûme bê amadekirin.
Hate ragihandin ku hevdîtinên Heyeta Îmraliyê yên li ser pêşnûme û qanûna çarçoveyê wê dewam bikin.

